Di pirtûkê de ji Platon bigire hetanî Nietzsche, ji Konfîçyûs bigire hetanî Buda ji ramanên gelek feylesofan dosyayên têr û tije li ber destên we hatiye raxistin. Hêvî ew e ku xort û keçen me dema xwestin li ser hin beşên felsefeyê lêgerînekê bikin, bêyî rastî erdek çol û beyar werin di lehzê de bikaribin xwe bigînin vê avzêmka biçûçik û bi xebatên xwe yên asofireh jî wê çavkaniyê hêj gurtir û geştir bikin, veguherînîn ava çemên Ferat û Dîjleyê ku bi xuşexuş diherikin…
Mahmut OZÇELİK di sala 1970an de li gundê Qelencuxê ku girêdayî navçeya Mûşê, Gimgimê ye hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li Gimgimê ya lîsê jî li Bedlîsê li dibistana mamosteyiyê xwend. Piştî lîseyê li bajarê Samsunê, Zanîngeha 19 Mayisê beşa mamostetiya dîrokê qedand. Di derketina “Kovara Felsefevan” de ku di weşangeriya Kurdî de yekemîn kovara felsefeyê bû, bi nivîsên xwe yên felsefîk cih girt.
Berhema wî ya yekem “Beytika Gewrik” ji kurteçîrokan pêk dihat û di nav Weşanên Ava de, di sala 2013an de çap bû. Berhema ku wekî “Guldesteyek ji Romanên Kurdî” hatiye binavkirin, berhema wî ya duyem e, nirxandinên li ser romanên Kurdî dihundirîne û bi çapa xwe ya dijîtal ji Weşanxaneya Çandnameyê di sala 2020an de derçûye.
Ev pirtûka li ber destên we xebata nivîskar ya sêyem e ku ji gellek nivîsên felsefîk yên cûrbicûr pêk tê.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…
