Gavan (Çîrok)

Li gundekî gavanek hebû. Nêzîkê bîst salî bû ku zewicandî bû, lê jêre zarok çênebûbû. Ji bo ku Xwedê zarokek bide, hekîm, şêx û mela neman ku çûn ser, lê zarok jêre çênebû. Gundê ku lê dijî, nêzî bîst û bîst û pênc malî bû. Ji bo debara mala xwe bike gavantî dikir. Dewarên wî gundî şefeqê dibir çolê û êvarê dianî li malan belav dikir.

Rojekê dîsa şefeqê rabû, çû gavantiyê, jina wî jêre nanê nîvro bir. Bi lez û bez diçû ku nan bigihîne mêrê xwe. Jin tî dibe, dike nake nikare here. Qirik lê ziwa dibe. Dia dike, dibê: “Ezê li vê derê bê av çi bikim.”
Ji aliyê Xwedê ve li ezmanan ji nişke ve ewr xuya bûn, pir kêfa wê hat. Piştî demekê baran barî. Jina gavan li dora xwe geriya, av li ser çelik an li ser kevir negihiştiye hev. Hew bala xwe didê, di qalikê kûsî de ava baranê gihîştiye hev. Nava dilê wê ji tîna diket. Wê destê xwe dirêjê qalikê kûsî kir, av bera devê da. Û ket rê. Nan gihand mêrê xwe û meseleya xwe jêre got.
Di nav re mehek du meh derbas dibe, bala xwe dide, nîşanên hemlebûnê (ducanîbûnê) di xwe de dibîne, lê bawer nake.
Rojekê ji mêrê xwe re qala mezinbûna zikê xwe û nîşaneyên ducabûnê dike. Her du bi hev re li ser wê ava ku di qalikê kûsî de vexwar avixîn ku ew av ji wan re bû mûcîze.
Di nav re dem derbas bûn, jina gavan nexweş ket, zarok jêre çêbû. Lê dema zarok ditin, ricifîn û ditîn ku zarok di şeklê golikan de çêbûye. Gavan piştî hesreta bîst salan, ji jina xwe re got, “Emê çi xwelî li serê xwe bikin, emê vî çawa derxin nava mirovan?” Di dawiyê de gavan got, “Emê vê dernexin pêş mirovan. Bila pêsîra te bimije. Piştre emê bibin goma dewaran, bila li wê derê bimîne.”
Piştî panzdeh bîst salan, ew kurik, ew golikê ku ji mûcîza ji qalikê kûsî çêbûbû, dema ku ji şiklê golikan derdiket dihat ba diya xwe, dibû ciwanekî wisa delal e ku mirov nedikarî bi çavan lê mêze bike. Kurikî rojekê ji diya xwe re got; “Dema zewaca min hat. Here ji bavê min re bêje, bila here qeça paşeyê ji min re bixwaze.”
Jinik tê ba gavan, gotinên kurê xwe ji mêrê xwe re dibêje, “Kurê te qala qîza paşê dike.”
Gavan dibêje, “Tiştek wiha ne mimkûn e. Ez gavan, ezê çawa herim ber mala paşê û ji kurê xwe nîvî însan nîvî golik keça paşê bixwazim! Ev çênabe.”

Li ser inyada ciwan ku qîza paşê dixwaze, rojekê ji neçarî gavan rabû berê xwe da mala paşê. Dergevan lê derî vekir, pirsî: “Tu ji ku tê, tu kî yî, tu çi dixwazî?”
Gavan got; “Hal û mesele ev e: ez gavan im û hatime ku qîza paşê bixwazim.”
Ew birin pêşberî paşê. Paşa got: “Kerem bike gavan, tu çi dixwazî?”
Gavan got; “Ez hatime ku tu qîza xwe bidî kurê min.”
Paşa got; “Tu şertên min bînî cih, ezê qîza xwe bidim kurê te.”
Ji bo ku careke din gavan neyê mala wî, got; “Sê şertên min hene. Yek: Navbera mala min û te alîkî de bibe gul û gulistan, didu; alîkî de jî bibe berf, sisê; tuyê guşîkî tirî bînî ku ez, êl û eşîra xwe tev bixwin ku neqede.”
Gavan bi dilekî şikestî vegeriya mal, got; “Paşê, tiştên ku ne mimkûn e da ber min. Jinê, de were. Hal û mesele ev e.”
Jinik çû ba kurê xwe, got; “Kurê min ev ne mimkûn e. Paşe sê şertên bi vî rengî dane.”
Kurik got; “Ez dinazim, bila bavê min rabe şertê yekem bi cih bîne; Li kîlerê tûrek genim heye, tûrek hêk heye. Bila genim bavê milê rastê, hêkan jî bavê milê çepê. Aliyekî wê bibe berf û alîkî jî bibe gul û gulistan.”
Jinik rabû çû cem mêrê xwe tûrek genim, tûrek hêk ji odê derxistin, pir kêfa wan hat. Gavan ket rê. Li alîkî genim, li alî din hêk. Çû ber mala paşê. Bû şev. Alîkî rê bû berf, alîkî jî bû gul û gulistan. Paşa şaş ma. Got: “Te ev çawa kir. Ez paşa me. Min soz da te. Ma şertek. Tu wê jî bi cih bînî, ezê qîza xwe bidim kurê te.”
Gavan çû malê got, “Ka emê guşek tirî ji ku bînin.” Kurik ew jî nîşan da. Gavan ew tirî girt û bir mala paşê. Temamê êl û eşîra paşê ew tirî xwarin neqediya.
Paşa mecbûr ma ku qîza xwe bide. Got, “Here malê amadehiya dawetê bike. Min qîza xwe da kurê te. Ez û sed siwariyên xwe emê werin mala te.”
Gavan hat mal, destê xwe da ber serê xwe û got; “Ezê çawa vê dawetê bikim.”
Dayik çû ba kurê xwe got; “Lawê min, emê çawa vê dawetê bikaribin bikin.”
Kurik got, “Divê kes meraq neke. Here alî odê, wê koşkek vebe. Mêvanên ku hatin, li wê koşkê bikin mêvan. Birinc û goşt, di lengeriyên zêrîn de bidin wan. Û wan lengeriyan diyarî mêvanan bikin.”
Berbûr gihîştin hev û çûn mala paşê. Bûka xwe bi kesk û sor û zer xemilandin. Bûka xwe girtin û paşa jî bi sed siwariyên xwe da dû wan û bi hev re hatin. Heft roj û heft şevan dawet çêkirin. Berbûr şaş û mat man. Koşka gavan, lengeriyên zêrîn, xizmeta gavan ku her kesî jê xeber dida… Kesê ku dixwest zavê bibînin, digotin; “Zava nexweş e, zava xwe nîşan nade.”
Dayika bûkê hat ku qîza xwe bibe zên. Bûk û zava meha wan qediya bû. Divê zava jî here mala xezûr. Xwesî got: “Îllah bila zava jî were ez bibînim.”
Kurik ji bavê xwe re gotibû, “Tu min nîşanî kesî bidî, wê sêhra min betal bibe, ger kes bipirse, bêje; ne li vir e.” Lê belê bûk ji ber israra diya xwe çû gomê, golik da ser milê xwe û anî danî ber diya xwe. Zava postê xwe ji xwe kir, bû ciwanekî delal û bi dilekî şewitî got; “Min ji te re negot min nîşanî nede. Bûkîtiya te û zavatiya min bi dawî bû.”
Kurik ji nişke ve bû kevok û firiya çû li ser kuleka eywanê danî, got; “Bûka serbixêlî, bi xatirê te.”
Xwesî, jina gavan û bûk matmayî man. Li hev nêrîn. Dest bi girî kirin. Bûk dîn bû, bi çiyê ket.
Bûkê ji darê, ji çiya, ji çivîka dipirsî, “Ka we evîna min nedît. We kevoka min nedît, we zavê teze nedît?”
Û alîkarî dixwest. Ji navê re pir sal derbas bûn.
Dayik û bav ew qas girîbûn çavên wan kor bûbûn. Bûk jî tu dar û devî, teyr û tilûr nemabû ji wan pirsî bû ku wan kevoka wê nediye…
Rojek li bedena çiyayekî digeriya, rastî rêwiyek jin hat. Jêre qala derdê xwe kir, got, “Hal û hewala min ev e.”
Jinikê got; “Li pişt vî çiyayî koşkek heye. Min bi çavên xwe dît, sê kevok tên, lê firavîna xwe dixwin û cardin diçin.”
Xwîna bûkê li jinika rêwî kelî, ji nişke ve jinik hembêz kir û maçî kir. Got; “Ji min re bêje, ew cih li ku ye?”
Jinikê ew bir ber deriyê koşkê. Bûk ji kêfa difiriya, derî vekir, çû hundir, li dinyayê çi hebe, li hundir hebû, lê mirov lê nîn bûn. Got; “Çawa ev der bê mirov in.”
Nêzî navrojê dibû. Dilê bûkê lê dida, ku dibin perdê de xwe veşart. Dît ku sînî ji aliyê Xwedê ve hat hundir, li ser sîniyan çi bêjî hebû û li gorî sê kesan hatibû parkirin. Bala xwe da, sê kevokan xwe li ber koşkê danî. Gihîştin hundir. Kabê ser xwe derxistin, bûn sê zilam. Ji xweşikbûna wan hundir ronî bûbû. Her kes li ser para xwe rûnişt, nan xwar, bûk di nava agir û avê de mabû. Piştî ku nan xwarin, yekî ji wan got; “Li teyr û tilûran, li we û hemû mirovan noşîcan be. Lê ne li qîza paşê.”
Wê çaxê çavê bûkê bû wekî esman ku kulmek hêstir jê bariyan. Bûkê kevoka xwe nas kir. Vê carê her ku sênî hat, bûkê ji tebeqa mêrê xwe kefçiyek xwar, roja diduyan, vê carê ji her tiştî du kefçî xwar. Hevalên kurê gavan şaş man, got; “Nanê te roj bi roj kêm dibe. Tu tevî me bixwe.” Lê wî nedixwar û digot; “Nesîbê min ev.” û di dawiyê de dîsa digot; “Li we teyr û tilûran, li we hemû mirovan noşîcan be, lê ne li qîza paşê.”
Bûk êdî sebra wê nemabû, roja çaran bû ku bûbû şirîkê xwarina wan û li wan temaşe dikir di bin perdeyê de. Dîsa nan xwarin, rabûn ku ji hundir derkevin bibin kevok bifirin, bûk ji bin perdeyê derket û xwe avêt ser zilamê xwe. Wê çaxê her du bûn yek, dil çav, her tiştê wan bû yek. Bi hev zeliqîn.
Her du kevokên din firîbûn lê bûk û zava berê xwe dan mala xwe. Çavê dayik û bav kor bûbû, kurê wan gihîşt malê. Zava destê xwe da ser çavên wan, çavên wan vebûn. Ew jî bûn wekî bûk û zava û xwe avêtin stûyê bûk û kurê xwe. Li mala wan dîsa bûbû dawet. Heft roj û heft şevan sifreya wan li erdê bû. Def û zirneyê milet dicoşand. Gavan ne gavan bû, bûbû paşayê dilê gel. Ew gihîştin miradê xwe, xêrxwaz û xwenas jî bigihîjin miradê xwe.

demacirok.wordpress.com

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

WordPress 7.0 Beta 1 Weşiya

WordPress 7.0 Beta 1 niha ji bo daxistin û ceribandinê amade ye! Ev guhertoya taybet …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *