Robota Kurdî ‘Rony’ dê nûçeyan binivîse

Botan Internationalê ragihand ku rojnamegera robot a bi hişê çêkirî ya Kurdî ‘Rony’ dê di sala 2023an de dest bi kar bike.

Botan International a di warê rojnamegeriya Kurdî de lêkolîn û xebatan dike û perwerdehiya rojnamegeriyê dide diyar kir ku amadekariyên xebata rojnamegera robot a bi hişê çêkirî ya Kurdî ‘Rony’ bi dawî bûne.

Botan Internationalê li ser hesabê xwe fermî yê Twitterê daxuyaniyek da û got, “Rony rojnamegereka robot a Kurdî-nivîs e. Kodên wê tên nivîsîn û dê 2023yê li Botan Internationalê dest bi karê xwe bike. Ew 109 zimanan dizane û bi hev re dikare bi hezaran nûçeyan bixwîne, bike Kurdî, kurt û serast bike û ji edîtorên xwe re rêke.”

Kodên rojnamegera robot a bi hişê çêkirî ya Kurdî ‘Rony’ ji aliyê Keyo Lezgîn Çalî ve hatiye nivîsandin.

Botan International a ku navenda wê li Amed û Şirnexê ye, di warê çapemeniya Kurdî û azadiya raderbirînê de projeyan amade dike û xebatan dimeşîne.

Ev sazî bi hevkariya Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) xebatên xwe dimeşîne.

Rudaw

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *