Hewara xelasiyê

kela rojê bi rûbara dilê min hênik dibe
dîcleya berdirêj
li hemû cihên şax daye
bê meylî dicoşe

Heskîf abîdeya dîrokî ye
li ser dicle şax vedaye
ew hewara xelasiyê dike ji devên cinawiran
bi tilisma xwe ya kevneşopî

ew qîrîneke dengketî ye
di vê havîna ku
bi şewqa rojê zer li xwe kiriye de

belê belê
Heskîf di cama erebeyê de
bi înyad û berxwedana li dij noqavbûnê bi me re dikene
û em di ber re dibihurin
rêvî ne

Salih Turan
Dayik Bê Roj in
Weşanên Noş
Hezîran 2014

About Rêvebir

Check Also

WordPress 7.0 Beta 1 Weşiya

WordPress 7.0 Beta 1 niha ji bo daxistin û ceribandinê amade ye! Ev guhertoya taybet …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *