Mar û Zilamê Xîzan

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.

Di demên gelekî kevin de zilamekî xîzan hebû. Rojekê ji bo ku here karekî ji xwe re bibînê derket ser rêya. Di rê de li ber kaniyekê marek dît. Zilam dirajê kevirekî û dike ku mar bikujê. Mar dibînê ku ji destê zilam nafilitê dibêje:

– Tu min nekuje, her roja ku tu were vir ezê zêrekî bidim te.

Zilam ji mar bawerdike û kevirê didestê xwe de tavêjê erdê. Mar jî gotina xwe tênê cîh û ji devê xwe zêrekî tavêje ji zilam re. Zilam bi dilekî xweş vedigere mala xwe. Duvre zilamê xîzan her roj tê ber kaniyê. Mar jî her roja ku zilam tê zêrekî dide wî. Bi vî awayî zilam gelekî dewlemend dibe.

Rojekê zilam kurê xwe dişiyênê ber kaniyê ku ji mar zêrê xwe bixwazê. Kurik tê ber kaniyê. Mar derdikevê pêşberî kurik. Kurik ji mar zêrê bavê xwe dixwazê. Mar devê xwe diveke û zêrekî dide kurik. Kurik dirajê zêrê xwe lê temayî li kurik dixê. Difikirê ku ez mar bikujim ezê zêrê didevê wî de hemûyan ji xwe re bibim. Bi vî fikrî dirajê kevirekî ku mar bikujê lê mar pêdihisê. Ji ber bazdidê. Kurik kevirê xwe tavêje li tiriya mar dikevê û tirya mar jêdibê. Mar jî hêrs dibê û tê bi kurik vedide. Kurik ji jahra dijwar dimirê.

Dema ku kurê zilam venagere zilam dikeve mitalê û li ser şopa kaniyê diçe. Dibînê ku kurê wî li erdê direjkiriye û miriye. Fem dike ku mar pê ve vedaye. Bangî mar dike dibêje:

– Xayîn ti li ser peymana xwe nemayî, te çima kurê min kuşt.

Û dike ku ew jî mar bikujê. Mar jî serpêhatiya di navbera xwe û kurê zilam de çêbûya dibêje. Duvre mar ji zilam re dibêjê:

– Ê xayîn tu û kurê xwe ne. Kurê te qesta canê min kir min jî pê ve veda.

Zilam li ser vê gotina mar dev ji kuştina mar berdide û ji mar re dibêje:

– Ka em lihev werin.

Mar jî dibêje:

– Emê lihev bên lê belê tiriya min a qutkirî emê li kuderê jibîrbikin.

Çîroka me li diyaran,

Rahmet li dê û bavên guhdaran,

Ji xeynî şeytanê qûlên dîwaran.

  • Berhevkar:Dilazad A.R.T – Lêkolîner / Folkrorist
  • E-mail: dilazadart@gmail.com
  • Herem:Nisêbin
  • Sal:2005
  • [7+] Ji bo zarokên 7 salî û berjortir de.

Etîket: Çand, Dilazad ART, Kelepor, Kurdî, Nivîsxane

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Mehmet Öncü: Pêşî min bi tomarkiriyê ve dest pê kiriye!

Kî Bizewice Kerîz e?

Tarîtî û Ronahî

Bedîuzzeman û Zimanê Dayikê: Nasname, Perwerde û Pirzimanî

Romana Mehmed Uzun a Yekemîn: Tu

Dilazad ART

DILAZAD A.R.T (Jiyan û Berhem) Li ser çand û hûner û weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovar û malperên Kurdî û Tirki de hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê. Nivîs û lêkolîn û helbestên Dilazad A.R.T di kovarên Nûbihar, Çirûsk, Nûpelda, Pengav, Heftreng, Keskesor, Nûdem (Qamişlo), Folklora Kurdan, Çandname, Bernamegeh, Sînemaya Serbixwe, Temaşe, Zaningeh, Bûyer (Qamişlo), The Hall Kurdî, The Raising of Kurds, Utopya, Artos, Tigrîs, Ufuk Penceresi, Ortak Zemin, Dava, Gizli Azizler, Rengîn, Besni Ekspres, OkuYorum, YazıYorum, DüşünYorum, Kalemyâr, Ramazan 2022, Ramazan 2024 û TigrisSophia de hatine weşandin. Xebatên Dilazad A.R.T di malperên wek zaningeh.net, nucehaber.com, newroz.com, nubihar.com, thehallkurdi.com, theraisingofkurds.com, candname.com, niviskar.org, zehraportal.com, hurbakis.net, antoloji.com, edebiyatdefteri.com, de hatine (an têne) weşandin. Di bin siya Zanîngeh Akademi de xebatên dokumenterî, klîp û fîlman amade dike. Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî ye.

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle