Her Çar Heywanên Di Bîrê De

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.

Di demeke gelekî kevin de roviyek hebû. Rojek ji rojan dikeve hundirê bîrekê de. Piştî ku gelekî li wir dimêne rojekê gurek tê serê bîrê. Li hundirê bîrê dimeyzêne û dibînê ku roviyek di hundûrûyê bîrê deye. Rovî gur dibînê. Rovî bangî gur dike:

– Ti li wir çi dikî? Beredayî digeri! Ez dizanim ana tu birçî jî bûyi. Di hundirê vê bîrê de keriyek pez heye. Ez çiqas dixwim xilasnabê.

Ev gotinên rovî girîz ji devê gur tine xwarê. Gur ji rovî bawer dike û xwe berdide hundûrê bîrê. Gur dimeyzênê ku ne mih hene û ne jî bizin. Dibêje:

– Kanî keriye te digot.

Rovî dibêje:

– Min henek li te kir. Ma çi karê pez li vir heye.

Piştî demekê kerek tê serê bîrê. Dibîne ku di hundûrê birê de roviyek û gurek heye. Rovî û gur bangî kerê dikin. Dibejin:

– Hey kero! Li vir zewiyekê me yê ce heye. Ger tu jî werî emê wî ceyî li xwe parvebikin.

Navê wî li ser e. Ker, ker e. Heman ji wan bawer dike û xwe diavêje bîrê. Di bîrê de tiştek xuyanake. Ker dipirse:

– Kanî ceyê ku we digot?

Rovî û gur pê dikenin. Dibejin:

– Hey kero ma zewiya ce li vir çi dike?

Piştî demekê kiroşkek tê serê bîrê. Dibîne ku rovî û gur û kerek di binê bîrêdene. Kiroşk ji wan dipirse:

– Hûn li wir çi dikin?

Her sê heywan dibêjin;

– Li vir bexçêyên gêzer û xasa hene.

Kiroşk jî ji wan bawer dike û xwe diavêje bîrê. Kiroşk tu tiştî nabîne. Ji wan dipirse:

– Kanî ew bexçê ku we digot?

Her sê heywan dibêjin:

– Me henekê xwe bi te kir.

Vê carê her çar heywan di hundûrê bîrê de rawestane. Her çiqas rawestane jî tu kes bi ser wan de nehatiye û bi wî awayî hefteyek derbas kirine. Ew maye ku ji birçîbûna bimirin. Rovî ji gur û ji kerê re dibêje:

– Ka em kiroşkê bixwin.

Ev pêşniyara rovî dipejirenin û kiroşkê dixwin. Lê goştê kîroşkê ûrê wan têrnake. Bi zorê hefteyeke debara xwe dikin. Duvre disa birçîbûn li serê wan dixe. Rovî bi awayekî bêdeng diçe bal gur û ji gur re dibêje:

– Tu biya min biki emê kerê bixwin. An emê ji birçîbûna bimirin.

Gur ji birçîbûna fikrê rovî qebul dike. Biryara xwarina kerê didin. Rovî û gur bihevre erîşî kerê dikin û kerê dixwin. Rovî hîlêbaz bû. Her çar ling/piye kerê ji xwe re dihilene. Gur têr dixwe. Hefteyek derbas dibe. Tu kes bi ser wan de naye.

Rojekê dengek ji rovî te. Gur sedema wî dengî dipirse. Rovî dibêje:

– Ez ji birçîbûna linge xwe dixwim.

Gur ji rovî bawer dike. Gur radibe lingê xwe dixwe. Piştî demekê dengekî dî ji rovî tê. Gur sedema wî dengî dipirse. Rovî dibêje:

– Ez her sê lingê xwe dixwûm.

Gur ji rovî bawer dike û her sê lingê xwe dixwe. Piştî demekê rovî tê bal gur. Gur dimeyzêne ku her çar lingê rovî pêve ne. Gur femdike ku hîle hatiye serê wî lê êdî tiştek ji destê wî nayê. Rovî bi vê dekê gur jî dixwe. Piştî ku rovî gur dixwe veha dia dike:

– Ya Xweda ye min heke ez ji vir derkevim, ezê mewlûdeke bidim.

Piştî vê lawayê bahozek çêdibe û hundûrê bîrê tijî qirşik û darik dibe. Rovî pel qirşik û darika dike û xwe hildikişê devê bîrê. Rovî bi vî awayî ji bîrê rizgar dibe. piştî ku ji bîrê derdikevê dibêje:

– Vaye ez ji bîrê xilasbûm ne hewceye mewlûdê bidim.

Piştî vê gotinê bahozeke dî derdikeve û dîsa rovî dikevê bîrê. Dîsa lawa ji Xwedê re dike. Tofanek çêdibe. Rovî hevî dike ku dîsa ji bîrê derkeve. Bi tofane re lateke mezin digindire binê bîrê. Çermê rovî bi binê bîrê ve dibe yek.

Kesên ku li gotina xwe xwedî dernekevê dibin barê gotina xwe de dimîne.

Çîroka me li diyaran,

Rahmet li dê û bavên guhdaran,

Ji xeynî şeytanê qûlên dîwaran.

  • [7+] Ji bo zarokên 7 salî û berjortir de.
  • Herem: Nisêbin
  • Sal: 2005
  • Berhevkar: Dilazad ART – Lêkolîner / Folkrorist

About Dilazad ART

DILAZAD A.R.T (Jiyan û Berhem) Li ser çand û hûner û weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovar û malperên Kurdî û Tirki de hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê. Nivîs û lêkolîn û helbestên Dilazad A.R.T di kovarên Nûbihar, Çirûsk, Nûpelda, Pengav, Heftreng, Keskesor, Nûdem (Qamişlo), Folklora Kurdan, Çandname, Bernamegeh, Sînemaya Serbixwe, Temaşe, Zaningeh, Bûyer (Qamişlo), The Hall Kurdî, The Raising of Kurds, Utopya, Artos, Tigrîs, Ufuk Penceresi, Ortak Zemin, Dava, Gizli Azizler, Rengîn, Besni Ekspres, OkuYorum, YazıYorum, DüşünYorum, Kalemyâr, Ramazan 2022, Ramazan 2024 û TigrisSophia de hatine weşandin. Xebatên Dilazad A.R.T di malperên wek zaningeh.net, nucehaber.com, newroz.com, nubihar.com, thehallkurdi.com, theraisingofkurds.com, candname.com, niviskar.org, zehraportal.com, hurbakis.net, antoloji.com, edebiyatdefteri.com, de hatine (an têne) weşandin. Di bin siya Zanîngeh Akademi de xebatên dokumenterî, klîp û fîlman amade dike. Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî ye. Filmografî Dokumenter 1- Dom – Şêwirmend 2- Bûkên Sûri – Senaryo 3- Fotograf – Senaryo, Derhenêr Kurtefilm 1- Hêvî – Senaryo, Derhenêr 2- Yanlış Bilgi – Senaryo, Derhenêr 3- Mîras – Senaryo, Derhenêr Wekî dî di saziyên sivîl yên civakî de aktîv dixebitê. Saziyên Sivîl yen Civakî 1- Mezopotamya Sanat Derneği – Pêşewa (Serok) 2- NuspekDer – Endamê Reveberiye 3- Piling Spor Kulubü – Endamê Reveberiye 4- Mezopotamya Barış Akademisi – Pêşewa (Serok) 5- Mezopotamya Kültürel Miras Araştırmaları – Pêşewa (Serok) Heta niha 55 pirtûk weşandine. (31ê Kanuna 2024) BERHEMÊN KURDÎ 1- Destana Evînê, 2010, 2- Ramanên Azad, 2010, 3- Tûrik, 2011, 4- Winda, 2012, 5- Lêkolînên Kurdî I, 2013, 6- Lêkolînên Kurdî II, 2013, 7- Tûrikê Çîrokan, 2015, 8- Çanda Xwarinê, 2016, 9- Lêkolînên Kurdî III, 2017, 10- Helbestên Binbêjingê, 2017, 11- Bexçê Çîrokan, 2017, 12- Çîrokên Şevên Direj, 2017, 13- Demsala Pirpirînkên Azadiyê, 2017, 14- Sînemaya Cîhanê, 2017, 15- Sînemaya Kurdî, 2017, 16- Kaos 2.0, 2018, 17- Destpêk û Dîroka Sînemayê, 2018, 18- Kurdîpedîa, 2019, 19- Lêkolînên Folklorê I, 2019, 20- Lêkolînên Folklorê II, 2019, 21- Lêkolînên Folklorê III, 2020, 22- Tenê Guhdariya Bêdengiyê Dikim, 2020, 23- Dengvedana Derengmayî, 2021, 24- Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî, 2022, 25- Reşbelek, 2023, 26- Felsefe Şoreşa Hiş û Rêya Rastiye, 2024 Berhemên Ku Wergerandine Kurdî 1- Rîsala Aborîye, 2010, 2- Wateyên 12 Suretên Qur’an a Pîroz, 2011. PIRTÛKÊN TIRKÎ 1- Nûpelda, 2001, II. Baskı 2012, 2- Taşa Yazı Yazmak, 2010, 3- Kurşunlar Yürek Ağlattı, 2011, 4- Yolcu, 2011, 5- ġagird, 2012, 6- Başkaldırı Şiirleri, 2012, 7- Dijle‟nin Çocukları, 2012, 8- 35 Bomba Roboskî, 2012, 9- Dom Kayıp Kavim, 2017, 10- Üçüncü Cephe, 2017, 11- Kürt Sendromu, 2017, 12- Komist, 2017, 13- Şemamok Kokusu, 2017, 14- Corduene Tabletleri, 2018, 15- Papyrus, 2018, 16- Karantina Günlerinde, 2020, 17- Yeni Bir Bakış Açısı İnşa Etmek, 2020, 18- Vahşi Toplumlar, 2021, 19- Sosyolojik Analizler, Ekim 2021, 20- Sosyolojik Analizler II, Kasım 2021, 21- Sosyolojik Analizler III, Aralık 2021, 22- Peripatetik Retorika, Ocak 2022, 23- Tabula Rasa, Şubat 2022, 24- Aile Olabilmek, Mart 2022, 25- Eğitim Üzerine Araştırmalar, Ocak 2023, 26- Apologia, Mayıs 2023, 27- Mimesis, Haziran 2023.

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *