Te çi bi serê min anî
Te çem û kaniyên evînê ji ser gulzarên dilê min birî
Gul rihanên dilê min hişkir
Her du hewdên çavên min bi xwinê der kir
Tiştê te bi serê min anî
Nemrud bi serê Îbrahim, neyarên kurd bi serê kurda de ne anî
Hewqas hez kirin û hogirî te li ber derî danî
Te ji bêwefa bûn û zilmê pêve tiştekî din di xurçika dilê xwe de hilnanî
Te çi bi serê min û bi serê xwe de anî
Te ez xistim cihanek tarî
Deryayek bê binî
Te xwe ji eşq û mihbet mehrûm kirî
Xwe ji her du çavan kor kirî
Te ez hewirandim li temaşekirina asoyên bê ser û ber
Hesret û kovanî ji deryaya dil dide der
Şevên min derbas dibe di şevbihêrken stêrkên li asiman
Gilî û gazinên xwe dikim li heyva zêrîn
Şev derbas dibe bi hewar û qêrîn
Her tim çav bendewar e mîna ewrên tavyên biharan
Li ser bexçeye dilê min konvegirtin bûm u pebûkan
Te çi bi serê min de anî
Ji ber derdê te ez bûm mîna kal û pîrê sed salî
Ji derdê te xwîn daweriviye hinav û dil
Dil mîna birindarê xwedyê sed û yek birînê dike nale nal
Mina gêj û sewsa hina xweş halê dil
Dil got min ji dest girtiye peyala jîn û vînê
Lebelê nizanî bû vexwariye ji wê peyalê ava mirinê
Got min di rêya cenga jînê de ji xwe re dît hevalek mina şûr
Le nizanibû ku wê di dil de veke birînek kûr
ŞOREŞ XURSÎ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…