Taybetiya Rojnama ‘Peyama Kurd’

Di dema beriya sala 2000î de gelek kovar û rojnameyên kurdî ên matbû ku li çapxaneyan li ser kaxiz dihatin çapkirin, hebû. Piştî salên 2000î bi berferehbûna înternetê û di înternetê de weşana malperên kovar û rojnameyên elektronîk weşanên li ser kaxiz her diçû kêm dibû û herweha gelek kovar û rojnameyên kurdî hatin girtin an jî derbasê weşangeriya elektronîk bûn û êdî li ser kaxiz derneketin. Niha bi sedan malperên kurdî, kovar û rojnameyên kurdî yên elektronîk di înternetê de weşana xwe didomînin.

Peyama Kurd rojnameyek hefteyî bû. Min her hefte wê ji dikanê ku rojnameyên rojane û kovarên swêdî difrotin dikiriya û dixwend. Peya Kurd ji alî şirketeke rojname belavkirinê li Ewropayê dihatin belav kirin û lewre jî li Swêdê jî li dikanan dihatin firotin.

Gerînendeyê û sernivîskarê rojnama Peyama Kurd birêz Bayram Ayaz bû. Her hefte nivîsên wî di rojnameyê de derdiket. Rojname xwerû bi kurdî bû û B. Ayaz jî tim bi kurdî/kurmancî dinivîsî. Piştî girtina rojnameyê B. Ayaz bi navê ”Li Kuçeya Thomas Mann Peyama Kurd” pirtûkek weşand. Di pirtûkê de nivîsên wî yên ku di rojnameya Peyama Kurd de derketibû hene. Wî baş kiriye ku wan nivîsên xwe civandiye ser hev û wek pirtûk weşandiye. Pirtûk 368 rûpel e û di nav weşanên ”Doz”ê de li Stenbolê derketiye. Di pirtûkê de 96 gotar/nivîsên Bayram Ayaz hene.

Taybetmendiyeke rojnama Peyama Kurd ev bû ku; bi sê zaravayên kurdî (kurmancî, zazakî û soranî) û bi du alfabeyan (alfaba latînî kurdî û ya aramî) weşan dikir. Û herweha taybetiya wê ya din jî cara yekem bu ku weşaneke kurdî bi riya şirketeke belavkirinê a almanan ve li ewropayê dihat belav kirin.

Rojnama Peyama Kurd bi rêk û pêk her hefte diweşiya û bi tevahî 96 hefte, 96 hejmar hate weşandin. Naveroka wê dagirtî bû, dewlemend bû. Teknîka wê, mîzanpaj û rûpelsaziya wê nûjen/modern bû. Kurdiya wê baş bû, paqij bû, zelal bû. Şîrove, nûçe û wêneyên rojnameyê balkêş bû. Bi kurtî weşaneke serketî bû.

Rojnama Peyama Kurd weşanek pirdengî û pir rengîn bû. Bingeha rêbaza wê ya weşanî welatparêzî, parastina doza netewa kurd û Kurdistanê bû. Di peyama kurd de nivîsên min derketin yan na? Nayê bîra min. Lê li gor vê pirtûka gerînendeyê weşanê birêz Bayram Ayaz diyare ku di rojnameyê de nivîsên min, yên Enwer Karahan, Mustafa Aydogan, Rohat Alakom, Laleş Qaso, Îbrahîm Seydo Aydogan, Cemal Ozçelîk, Perwîz Cîhanî û hwd, derketine, ango hatine weşandin.

Di pirtûka birêz Bayram Ayaz de gotarên curbecur, nivîsên şîroveyên siyasî hene ku hemû jî di 96 hejmarên Peyama Kurd de hatine weşandinê. Nivîsên wî bi hestên kurdayetiyê, bi ramanên kurdewarî, dîtinên welatperwerî ne. Mijara nivîsan curbecur in. Ji rexneyên siyasî bigir, heta girîngiya pirsa welat, netewe û pêwîstiya dewletbûnê cure cure şîrove hene. Pêşgotina ku B. Ayaz ji bo pirtûkê nivîsiye jî hêjayê xwendinê ye. Pêşgotinek balkêş e.

Rojnama Peyama Kurd dengek, rengek, kulîlkek ji kulîlkên weşangeriya kurdî bû, dewlemendiyek masmediya kurdan bû. Ew platformeke weşanî a kurdperweriyê, kurdewariyê û Kurdistaniyê bû. Û herweha ew rengekî siyasî ya welatparêziya kurd û Kurdistanê bû.

Têbinî – Ji bo şaş neyê fêmkirin, min pêwîst dît ku vê têbinîiyê li bin gotara xwe binivîsim. Niha bi navê ”Peyama Kurd” malperek heye. Eleqeya vê malperê û rojnameya Peyama Kurd bi hev tune. Herweha niha eleqeya birêz Bayram Ayaz jî bi vê malperê re tune.

Têbiniyek din  – Birêz Bayram Ayaz bi navê ”Hestname” pirtûkek helbestan jî weşandiye. Ez ê di nivîsek din de hinek behsa kar û xebatên wî yên kurdayetiyê, kurdperweriyê, welatparêziyê û behsa naveroka pirtûka wî ya helbestan bikim.

Lokman Polat

About Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Check Also

Şagirtê Tewanbar

Nerîna we ne girîng e ya min girîng e. Ya rast ez baş im, neheqî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *