Serok û Jiyan – Necat ZIVINGÎ

Çawa beden bê ser nabe, her wiha mirov û civak jî bê serok nabin.

Serok sembola yekîtî û hevgirtinê ye.

Serok sembola îrade û înîsiyatîfê ye.

Serok sembola dîtin û birêveçûnê ye.

Serok sembola axavtin û ahengê ye.

Serok sembola ‘edalet û azadiyê ye.

Xwedê, mirov wek cûreyekî civakî afirandiye.

Her çiqas mirov karibe tena serê xwe bijî, lêbelê ew jiyan ne tu jiyan e. Ne jiyaneke bi rûmet e.

Ji lew pêwîstiya her mirovekî/ê bi hevnasîn, hevdîtin, hevpeyvîn, hevkarî  û hevgirtinê heye.

Digel vêna hewceya civakê bi serok û serdaran û civîna li dora wan heye.

Lewra Xwedê hebûn li dor tewhîd û yekîtiyê pêçaye.

Ew Xwedayê ku hebûn bi awayekî bêhemta afirandiye, mirovahî jî serberdayî nehiştiye. Lewra ji zerreye heta kurre û stêrkan her tişt hunera Wî ye.

Wî Xwedayî ji mirovan hinek mirovên mînak û model neqandine û ji bo mirovahiyê ew kirine pêşîvan û pêxember.

Ev mirovên mînak û model çawa ku di serdema xwe de mirovên bi qencî û qedirbilindiya xwe neqane ne, her wiha mezherê lutfên Xwedê ne.

Cudahiya wan a herî mezin exlaqê wan ê neqane ye.

Ev exlaqê wan ê bilind, ji aliyê dujminên wan ve jî hatiye îtîrafkirin.

Di vî warî de pêşîvan û pêxemberê dawî yê mirovahiyê cenabê Muhemmed pêxember e.

Xwedayê te’ala di Qur’anê de wiha wesfê wî daye: “Bêguman tu xwedî exlaqekî bilind e.” (Sûretê Qelem, 4)

Wî jî wiha wezîfeya xwe te’rîf kiriye: “Ez, ji bo exlaqê qenc temam bikim hatime şandin.” (Muwetta)

Bi rastî wî serok û serdarî, di her qadê de exlaqekî bêhemta ji mirovahiyê re mîras hiştiye.

Qur’an û kaînat bi dîtin û xwendina wî tê fêmkirin.

Mirovahî bi naskirina wî xwe dinase.

Serokatiya rastîn bi peyrewiya wî pêk tê.

Medeniyet û şaristanî bi rêya wî ava dibe.

Civak bi modela wî bilind dibe.

Yê ji wî bêxeber e, nav û nîşanên wî ‘Îslam’ be jî, di tarîtiyê de winda dibe.

Lewra yên ji exlaqê wî bêpar, ji qalikê wî jî tu fêdê nabînin.

Ya pêwîst ew e, ku mirov wî pêşîvanî baş binase û di her qadê de xwe bi exlaqê wî bixemilîne.

 

Derbar Rêvebir

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply