Newroz ji Perspektîfa Edebiyata Kurdî ya Klasîk

Newroz diyardeyeke civakî û dîrokî ya gelê kurd e ku hem di çavkaniyên nivîskî, hem jî di hafizeya zarekî ya gelê kurd de dikare bê şopandin. Berevajiyê hin angaştan pîrozkirina Newrozê di çanda kurdan de ne dîmenekî nû ye. Di piraniya berhemên nivîskî yên kurdî de ku ji aliyê zana û rewşenbîrên kurdan ve hatine nivîsîn behsa Newrozê derbas dibe. Ji ber ku di serdemên tarîxî de nivîsîna bi kurdî di çarçoveya edebiyata klasîk de ye, şopandina Newrozê jî divê di wan berheman de bê kirin. Wek hemû hest, hizr, bawerî û hêmanên çandê yên dîtir diyardeya Newrozê jî rengê xwe daye van berhemên kurdî yên edebî. Aşkera ye ku Newroz ne li cem kurdan tenê hatiye pîrozkirin û ne di edebiyata kurdî tenê de cih girtiye. Lêbelê Newroz li cem gelen dîtir mijareke cuda ye ku ne mebesta vê nivîsê ye.

Eger em di dirêjahiya tarîxa edebiyata kurdî ya klasîk de li metnên edebî yên kurdî binêrin, dê derkeve holê ku Newroz temayeke girîng a naveroka vê edebiyatê ye.Wek hemû edebiyatên rojhilatê yên klasîk di edebiyata kurdî ya klasîk de jî temaya Newrozê herî zêde di çarçoveya temaya siruştê de hatiye bikaranîn. Di binemaya xwe de pêkhateyên siruştê yên wek giya û riwek (flora), teyr û ajel (fauna), av, hewa, ax û agir (unsurên tebîetê) bi dem û zeman re girêdayî ne. Bi hatina werzên bihar, havîn, payîz û zivistanê di pêkhateyên siruştê yên navborî de jî guherîn çê dibe.Di edebiyata kurdî ya klasîk de di nav hemû werzan de herî zêde li ser werzê biharê hatiye rawestan ku Newroz tu caran ji wê cuda nehatiye hizirkirin. Ji ber ku bihar bi Newrozê dest pê dike, Newroz ji bo biharê wek sembolekê hatiye qebûlkirin û bikaranîn. Bi rehetî dikare bê gotin ku di tevahiya tarîxa edebiyata kurdî de, bi hemû zaraveyên kurdî wek nîşaneyeke biharê behsa Newrozê hatiye kirin û Newroz wek sembola şadî û kêfxweşiyê hatiye destnîşankirin. Ji ber ku di edebiyata kurdî ya klasîk de komek metnên edebî yên bi temaya Newrozê peyda dibin, ev helbestên bi vê temayê bi navê “Newroziye”yê cureyeke edebî jî saz dikin.

Baba Tahirê Uryan,berî niha bi hezar salî li Kurdistana Rojhilat ku wek Kurdistana sahaya Îranê jî dikare bê binavkirin, di dubeytiyên xwe de cih daye temaya Newrozê. Ji ber ku Baba Tahir di qonaxa pêşî ya tarîxa edebiyata kurdî de yeû di heman de hevçaxê Firdewsî ye ku di Şehnameya xwe de behsa Newrozê kiriye, di vê mijarê de girîngiyeke taybet bi dest dixe. Baba Tahir di dubeytiya jêrîn de di peywenda cejnê de behsa Newrozê kiriye û kêfxweşî û şadiya roja wusleta dilberê wek kêfxweşî û şadiya cejna Newrozê destnîşan kiriye:

  • Cuda ez rûyet ey mahê dilefroz
  • Ne roz ez şu şinasum ne ne şu ez roz
  • Wisalet ger me ra gerded muyesser
  • Hemê rozem şewed Newroz

Li cem helbestvanên kurdên sahaya Îranê bikaranîna temaya Newrozê piştî Baba Tahir qet ranewestiyaye û vê kevneşopiyê heta bi sedsala ku me li pey xwe hişt, bi taybetî di çarçoveya edebiyata hewramî de dom kiriye. Eger Baba Tahir ji bo qonaxa desetpêkê ya sahaya Îranê nimûneyek be, Mewlewî (m. 1882) jî ji bo qonaxa dawî ya vê sahayê nimûneyek e. Mewlewî di beytên jêrîn ên dîwana xwe de cih daye temaya Newrozê û li ser nîşaneyên wê yên ku di werzê biharê de xuya dikin rawestiyaye:

  • Nîşaney Newroz wadey weharen
  • Ya neş’ey amay kamey nîgaren
  • Weharen sewzen awen serkawen
  • Hajey wefrawen şaxey şetawen
  • Waweyla û şînen naley uşşaqen
  • Sebzen sosenen Newroz û gulanen

Ji bo ku em ji Kurdistana sahaya Îranê berê xwe bidin Kurdistana Navîn ku wek Kurdistana sahaya Osmaniyan jî dikare bê binavkirin û rengvedana Newrozê di berhemên edebîyên kurmancî de tesbît bikin, pêwist e em li hêviya sedsalên XVI-XVII bimînin. Lewra piştî peymana ku di destpêka sedsala XVIem de di navbera kurd û osmaniyan de hat girêdan, li Kurdistana Navîn aramî û seqamgîriyeke berbiçav çê bû, peyre li navendên mezin ên mîrektiyan medrese ava bûn û di encama perwerdeya di van medreseyan de edebiyata kurmancî derket meydanê. Melayê Cizîrî (m. 1640) ku yek ji helbestvanên pêşî yê vê serdemê ye, di dîwana xwe de cih daye Newrozê û taybetiyeke dî ya Newrozê ku di heman demê de sersala kurdan e aniye zimên:

  • Ev narê sîqala dil e daim li wî qala dil e
  • Newroz û sersala dil e weqtê ku hilbit ev sirac

Di vê serdemê de li navendên mîrektiyên kurdan Newroz ji aliyê hemû çînên civatê ve bi cemawerî hatiye pîrozkirin. Seyyahê tirk Ewliya Çelebî ku Newroza 1642an li mîrektiya Îmadiyeyê (Amêdiyê) borandiye, wêneyekî têkel ji Newroz û edebiyatê raxistiye ber çavan. Li gorî ku Çelebî dibêje, gelek helbest û qesîdeyên helbestvanên Îmadiyeyê hene ku bi teşeyên muselles, murebba, muxemmes, museddes, musebba û musemmenan hatine nivîsîn û dema Newroza Sultanî tê, hemû zarok, mezin, zana û helbestvanên vî bajarî (ku yek ji van helbestvanan Mela Remezanê Ebbasî ye) diçine seyrangehan û ji hev re beyt û helbestan dixwînin.(Evliya Çelebi, Günümüz Türkçesiyle Evliya Çelebi Seyahetnamesi, YKY, Istanbul, 2010, b. II, r. 711-713.)Bêguman ji ber ku rê û rêsmê Newroza serdema mîrektiya Îmadiyeyê û têkiliya Newrozê bi edebiyata klasîk re nîşanî me dide, ev qeyda Çelebî xwediyê nirxekî girîng e.

Piştî vê qonaxa Îmadiyeyê bi nîv sedeyî, di Mem û Zîna Ehmedê Xanî (m. 1707) de vê carê ji bo mîrektiya Cizîra Botan ku di hêza xwe de ji mîrektiya Îmadiyeyê ne kêmtir e, wêneyekî gelekî ciwan ê cejna Newrozê hatiye xêzkirin. Xanî ku bi hizr û berhemên xwe yên ku xistine bin xizmeta gele xwe derdikeve pêş, girîngiyeke taybet bi mijara Newrozê jî daye û di vî warî de bûye nûnerê herî girîng ê edebiyata klasîk. Wî du beşên berhema xwe bi tevahî ji bo wesifkirina Newroza Cizîra Botan terxan kiriye. Îfadeyên ku Xanî di sernavên van beşan de bi kar anîne, ji bo diyardeya Newrozê ya serdema mîrektiyên kurdan girîng in:

Sernavê beşa yekem:

  • Dastana beyana Newroza sultanî
  • Tesmiyeyê mewsimê surûr û şadimanî
  • Bi mersûmê qedîmê Kurdistanî
  • Ku wan digotê: “sersal
  • ‘Ed dikirin bi ‘îdê wîsal

Sernavê beşa duyem:

  • Biderketina şehriyane bi deştê
  • Ji bo seyrana sersal û geştê

Di çarçoveya her du beşan û van sernavên wan de hin xalên girîng ku Xanî derheqê Newrozê de tesbît kirine ev in:

1.Têkiliya Newrozê bi desthilatdar ve hatiye çêkirin. Loma îfadeya “Newroza Sultanî” hatiye bikaranîn. Yanî di serdema mîrektiyan de rê û resmên cejna Newrozê di bin himayeya desthilatdar de tên sazkirin

2.Newroz wek werza şadî û kêfxweşiyê hatiye binavkirin. Dema meha adarê hatiye xelk bi kelecan li hêviya hatina Newrozê mane. Dema roja cejnê hatiye Newroz bi şadî û kêfxweşî pîrozkirine. Biçûk-mezin, jar-dewlemend, jin-mer ji hemû çînên civakê xelk berê xwe didin seyrangehên dora bajêr:

  • Roja ku dibûye ‘îdê Newrûz
  • Te’zîmi ji bo dema dilefrûz
  • Bilcumle diçûne der ji malan
  • Hetta digehîşte pîr û kalan
  • Mebnî li wî ‘adetê mubarek
  • Şehrî û sipahiyan bi carek
  • Bajêr û kelat û xanî berdan
  • Teşbîhê bi nejdiyan û cerdan

3. Pîrozkirina Newrozê kevneşopiyeke qedîm/dêrîn a Kurdistanê ye.

  • Danayê mu’emmerê kuhensal
  • Ev renge he go ji bo me ehwal
  • Go adetê pêşiyê zemanan
  • Ev bû li hemî cih û mekanan

Li vir xala girîng ew e ku di dema nivîsîna Mem û Zînê de (sal:1694) behsa vê dêrîniyê hatiye kirin. Ji vê jî derdikeve holê ku li nav kurdan pîrozkirina cejna Newrozê bi awayekî girseyî ji sedsala XVII em gelekî kevintir e. Pîrozkirina cemawerî ya Newrozê ku ji aliyê Evliya Çelebî ve ji bo Îmadiyeyê hatibû nexşandin jî, ji bo vê tesbîta Xanî wek delîlekê dikare bê nirxandin. Lewra Çelebî berî Xanî bi qasî pêncî salî ev agahî daye. Herweha Mela jî berî Xanî herî kêm bi qasî 50-60 salî li Cizîrê behsa Newroz û sersalê kiriye. Ev tev tesbîta ku Xanî ji bo dêrînbûna pîrozbahiyan bi awayê cemawerî piştrast dikin. Loma jî bi rehetî dikare bê gotin ku helbestvanên berî Xanî dema di helbestên xwe de peyva Newrozê bi kar anîne, qesta cejneke rasteqînî ya jiyana gel a rojane kirine; ne ku ji bo Newroza ku di Şehnameya Firdewsî de derbas dibetelmîh û îşaret kirine. Ji xwe ji ber ku di helbesta klasîk de dayîna agahiyên jiyana rojane bi şêwaza tehkiye û darizandinê wek şêwazeke edebî rûneniştiye ev yek normal e jî. Heçî Xanî ye ji ber ku berhema wî li ser esasê tehkiyeyê hatiye avakirin, hemû aliyên jiyana rojane bi berfirehî tê de dikarin bên dîtin.

4. Xelkê Cizîrê ji Newrozê re gotine “sersal”. Divê bê bibîranîn ku Melayê Cizîrî berî Xanî ji bo Newrozê wesfê sersaliyêbi kar anîbû. Li vir jî gotinên her duyan hev piştrast dikin. Lêbelê di vegotinê de terzê wan ji hev cuda ye. Mela di çarçoveya terzê xezelê de bi riya telmîhê behsa Newroza sersal kiriye, lêbelê Xanî di çarçoveya tehkiyeya çîroka Mem û Zînê de bi hûrgulî behs kiriye. Ji ber ku her du jî behsa Newroza heman bajarî dikin, detayên ku Xanî dide beramberî şerha beyta Mela tên:

  • Ye’nî ku dihate burcê sersal
  • Qet kes nedima di mesken û mal
  • Sersal li resm û rahê me’hûd
  • Gêran di cih û meqamê mehmûd

5. Newroz wek cejna wusletê hatiye hesibandin. Loma ji hemû çînan xelk bi hev re kom dibin û seyrana xwe dikin.Bi taybetî keç û kur xwe dixemilînin û bi mebesta ku bizewicin ji xwe re li hemtayekî/ê digerin. Bi vê xalê ve girêdayî evîna Mem û Zînê bi xwe jî di rojeke Newrozê de dest pê kiriye.

  • Sewdagerê ‘eşqê bûn di bazar
  • Hem bayi’ê husnê hem xerîdar
  • Lewra ku ewan xerez ji geştê
  • Meqsûd(i) ji çûyîna bi deştê
  • Ev her du celeb ku hev bibinin
  • Kufwêdê xwe ew ji bo xwe bînin

Pey edebiyata Kurmancî re, dema di nîveka sedsala XIXem de di serdema mîrektiya Baban de edebiyata Soranî derket holê (dîsa li Kurdistana sahaya Osmaniyan), piraniya helbestvanên Soran jî di berhemên xwe yên edebî de amaje bi Newrozê kirine. Piştî ku dawî li mîrektiyên kurdan hat dayîn û bi belavbûna dewleta Osmaniyan hizrên neteweyî di nav kurdan de jî pêş ketin, di çarçoveya edebiyata klasîk de di temaya Newrozê de jî guherîn çê bû. Di vê serdemê de Newroz, li kêleka hemû erkên xwe yên berê ji bo hizra netewî wek sembolekê hat bikaranîn. Herweha motîfên nû yên wek agir jî di vê serdemê de ketin nav helbestên bi temaya Newrozê.Herçiqas di vê serdemê de hem ji edebiyata soranî, hem jî ji ya kurmancî gelek nûnerên helbestên bi temaya Newrozê hene jî, ji bo ku ji vê xetê re bûye sembol, divê mirov bi taybetî Pîremêrd bi bîr bîne ku li jêrê beytên pêşî û paşî ji helbesta wî ya navdar a bi mijarê re têkildar cih digirin:

  • Em rojî salî taze ye Newroz e hatewe
  • Cejnêkî konî kurd e be xuşî û be hatewe
  • Pêy nawê bo şehîdî weten şîwen û girîn
  • Namirn ewane wa le dilî mileta ejîn

Çawa ku Xanî dibêje Newroz cejneke dêrîn a civaka kurdan e. Vê cejnê di hemû serdemên tarîxa edebiyata kurdî de li gorî rewşên siyasî û civakî bi şêweyên curbicur rengê xwe daye berhemên edebî yên klasîk jî. Eger di tarîxa kurdan de Newroz ne diyardeyeke civakî ya kurdan bûya, vê yekê dê di vê asta bilind de bandor li edebiyata kurdî nekiriba.Di dawiya vê nivîsê de xaleke ku pêwist e bal li ser bê kişandin ew e ku metnênedebiyata kurdî ya klasîk, çawa ku ji bo gelek tema û mijarên dîtir jî wisa ye, ji bo serencam û tarîxa Newrozê ya di civaka kurdan de jî di erka belgenameyên zanistî de rol dilîzin.

Doç. Dr. Abdurrahman Adak – BasNûçe
Nîşe: Ev Nivîs di candname.comê de cara pêşî di 21ê Adara 2016an de hatiye weşandin.

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply