Li Gor Dînê Îslamê Aşitî!

Navê Îslamê bixwe; selam, selametî, aramî, aştî û huzur e.

Di Qur’ana Pîroz de nezî deh ayetan qala aştiyê dike û hidud û tuxibên aştîyê tespît dike. Dîqqeta însanan dikişîne ser aşitî û aramiyê.

Di sûreya Nîsa ayeta 128an de dibêje; ”Di navbera wan de, ê ku aştîyê çekin ra tu guneh tûneye. Aşitî her tim çêtir e.” Di vê ayete de xuya dike ku aşitî her tim baştir e.

Di sûreya Beqera , ayeta 224an de; ” Sonda xwe ya bi Xwedê nakin, hencet û mehne ji bo ku hûn, qencî û teqwedarî ye nakin, xelkê li hev naynin (aştî ye çê nakin) Xwedê bi hizer e, dibihîze û zana ye.”  

Dîsa di sûreya Maîde, ayeta 90î de dibêje; “Êdî heger ew dev ji we berdin, xwe vekişînin aliyekî, şerrê we nekin û destê   aşitiyê dirêjî we bikin , di vê rewşê de Xwedê li hemberî wan tu rê nedaye we ( ku hun şerre wan bikin)”

Di sûreya Hucûrat ayeta 10an de dıbêje; ”Bi rastî mû’mîn ji hev re bes biran e, navbera birayê xwe  çê bikin/ (Sulhê çekin)” Ji pêknanîna hukmê Xwedê xwe biparêzin. Da ku Ew jî Rehmê li we bike.  Wer xuya dike ku, pêwîste ku em rehmê li hev bikin, aşitî û sulhê çekin ku Xweda jî li me Rehmê bike.

Sureya Enfal Ayeta 61an de dibêje; “Eger ew dijmin berve aşitîyê va hatin, lewra tu jî berva wêva (aşitîyêva) here û xwe bispêre Xwedê.” Seîdê Nursê di kitêba xwe da, di Mektubata 22an da dibêje; “Madem wusa ye, guh bidne van ayetên Qur’an ê; Dîsa di sûreya Furqan Ayeta 72an de dibêje;  “ Ew bendeyên Xwedêyên qenc ew in, ku dema di ber tiştekî pûç û bê fayde ra derbas dibin, bi awayekî waqur derbas dibin.”

Di sureya Texabûn ayeta 14an de dibêje; “Eger ti wan bi borî û tenê qusurê wan nedî ruyê wan û kêmasîyê wan binixêmî ( zanibin ku) Xwedê afukar û dilovan e.”

Dîsa dibêje; “Dûnya ne maleka welê ye ku ji bo wê nîzayê/ berberiyê bikeve

Dîsa di kitêba xwe ya Îçtîmaî derslerê de dibêje; “Lewra dostanîya me ya bi xeyrî misliman ra ew e ku; Em medeniyet û pêşveçuyunên wan baş bibinin û bigrin, Ew jî sebeba seadeta dunyewî û aşitî û sulhê ye.”

Dîsa di vê kitêba xwe da dibêje; “Ango rehetî û selameta du cîhanan /dunyan du herf tefsîr dikin û dide qezençkirin:  Bi dostan re danustendineke camêrî bike. Bi dijminên xwe re jî muameleyeka sulhu aşitîyane bike.”

Dîsa di vê kitaba xwe da dibêje; “Tiştê hêrî zêde ku, layîqa hezkirinê ye muhabbet e,  û sifatê hêrî zede ku layîqî neyartîyê ye husumet e, nefret e, ( ne aştî bixwe ye ). Ango hezkirin û sifatê hezkirinê, ku jîyana sosyal û civatê ya mirovahîyê temîn dike û wê sewqe saadetê dike ku çi be ?  Herî zêde ew hêjayî hezkirin û muhabbetê ye.

Dijminî û neyartîya ku jîyana sosyal a civakê û mirovahîyê serabin dike, her tiştî zedetirîn ew misteheqî nefretê û neyartiyê ye. Û meriv divê, xwe  jê dur bigre, ku ew sifateka qirêj û mizir ê.”

“Wexta neyartî û dijminahiyê qediya ye, wan herdû herbên giştî û ûmûmî nişan dan ku dijminahî çiqas texrîpkare û çendin jî, bi dehşet e. Hat dîtin ku têda tu fayde tüne ye. Naxwe nebaşîyên neyarên me bi şertê ku êrişî me nekin, bila nebe sedema neyarî û dijminatîya me.  Cehennemû ezabê Îlahî ji wan ra bes e.”

Lê belê çaxa ku em, bi muhabbet û dostaniyê, rastî û aştîya dînê îslamê reber bikin, pir însanê têkevin dînê îslamê. Di dewra herban de ne.  Lê belê di peymana Hudeybîyê de her çiqas li elêhêne misilmanan bû jî, pir sehabî rastîya dînê îslamê di hudeybîyê de dît û ketin dînê îslamê.

Xwedê jê razîbe, Saîdê Nursî di kitaba xwe ya Lemalarê de dibêje; “Ew kes sehabeyên wek Xalid Bîn Welîd, bi zora şuran ne,  lê belê di aştîyê de bi barîqayê heqîqata dînê Îslamê û Qur’ana Pîroz bûn misilman.” Ew jî dide îspatkirin ku, aşitî û hurriyet ji bo dînê îslamê her tim bi xêrtir e, sedema muhabbetê û dostaniyê ye. Di herb û cengê de her tim zirar, ziyan û dijminahî heye. Her tim kîn heye, edawet heye, ew jî ne xwesteka dînê Îslamê ye.

Derbar Adem Murteza

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply