Jiyaneke zor bû – 2 | Firat Bawerî

Rojekê tiştekî pir ecêb qewimî, carna tiştekî wiha nekiribû lê bi bandora hevalên xwe bi wan re Zemanî jî çûbû diziyê. Umrê xwe hîn heft-heşt salî bû lê hevalên xwe gotibû werin em herin li ser tewleyan diziyê şekirî eydîyê bikin. Zemanî ji xwe ya rastî zarokekî şermok, fedok, tirsok û hinekî bêçare bû lê bi hevalan re qet tiştek nefikirî bû. Serokê wan wekî çetebaşî jî Reşo bû, ma derekê ku Reşo hebe xerabî kêm dibe! Her tim bi xerabiyan dihate naskirin heta mezinbûna xwe, zewacê şûnda û zarokên xwe bûn şûnda jî xwe ji xerabiyan dûr nexist û Reşo umrê xwe di heps û zîndanan de badilhewa derbas kir.

Neyse em werine ser meseleya xwe Zemanî bi hevalan re çû şekir çarşiyê bi zor û zehmet, bi tirs û xof cara yekem a dizî bikira, lê nikanibû dorê re vizdibû lê nikaribû, hevalên xwe gîşkîyan dizîna xwe kiribû Reşo digot, de hadê law te em lezîl kirin ma tu çiqasî tirsokî herkesî kolmek şekir anî lê tu hîn nikariye nêzike şekiran bibiye. Zemanî cesareta xwe kom kir fikrên ku di hişê wî de kom dibin gîşkî hiş kirin û nêzîkî tewleya şekir bû. Hêdî hêdî nêzike tewlê bû dora tewlê şên bû herkesî ber eydîyê dixwest mîvan û zarokên ku dê werin eydîyê bikin re şekir dikirîn. Zemanî nav şênî re destê xwe dirêj kir tam xwest ku kolmekê rabike lê destê yekî lê ket û wî destê xwe kaşkir, tirsiya lê cesareta xwe dîsa kom kir got divê ez kolmekê bibim ku nebim a Reşo bi kolman min halda bixê. Dîsa hêdîka destê xwe dirêj kir kolmek şekir rakir dora xwe nihêrî ku kes wî nanêre û bala kesî ne li ser wî ye, destê xwe kaş kir kire beriya xwe û reviya pir reviya bi tirsa re paş xwe nenêrî û dît ku hevalên xwe jî bi wî re têne. Hatine mehelê bi hevre kenîyan, her kesî tiştê ku hatine serî, macerayên xwe bi hev re gotibûn lê ya herî dijwar a Zemanî bû. Herkesî dizîya xwe kiribû lê bende wî mabûn, hevalan digot, me digot tu nikarî vî karî bikî te jî kir, êdî tu jî bû yî pisporê dizîyê, tu jî kanî bi me re herî dizîyê û gişkîyan Zemanî pîroz dikirin. Zemanî ji xwe bawer bibû digot ez êdî kanim bi serî xwe jî vî karî bikim. Vê dizîyê şûnda carê jî Zemanî li mal berika bavê xwe de 100 banknot dizîbû, biribû hevalên xwe re xazoz kirîbûn bela kiribûn, lê hîn perê wî neqadiyabû. Zemanî perê xwe yê dizîyê ji hevalan re bela dikir lê nediqediya. Êvarî bavê xwe hatîbû dîtibû perê xwe di berîyê wî hatine dizîn û ji der û dorê bihîstibû ku Zemanî hevalan re xazoz kirîne fehm kiribû ku lawî xwe êdî dest bi dizîya profesyonel kiriye, êdî diz ketiye malê. Gotinek heye, ku diz malê be ga û golik di derî re derdikevin, yanê astengkirin pir dijwar dibe. Bavî xwe şev şopê da di nav mehelê de xwest ku bigre û têr lêxe lê negirt. Hema ew tirsa têrê kiribû.

Wî careke din soz dabû xwe ku tiştekî wiha êdî yê nekê. Şev dereng hatibû ber derî bavê xwe raketibû şûnda derî xistibû, dê vekir û çû raket. Ku Reşo hebe ma xerabî diqedin, bi rêberîya wî her tim tiştek dihate serî wan taybetî jî dihate serî Zemanî, carekê kuçikan şopê de û ew gez kir, carekê xwe paş erebaya hespê girtin, ket û her derê wî birîn bû çend rojan di nivînê de ma, di nav mehelê de her roj şerê sikaka wan û ya din hebû, wê demê eskîmo, dondurme tune bûn, diçûn malan bûz distandin, dişkandin û dixwarin, her êvar ji dayika xwe lêdan dixwarin çimkî yan bûyerek hatibû sêrî an jî xwe pir gemarî kiribû. Di nav taxê de û dervayî taxê tim digeriyan, qet derekê nedisekinî û nedihatine mal.

Mirov bi demê re dikare biguhere, dikare bibe xwedî kesayetiyên pir cuda. Pirsgirêkên ku di serdemekê de di mirovî de hene, piştî demekê dikarin biguherin û ew mirov dikare bi rengekî pir cuda veguhere. Bê guman, ji bo vê yekê sedemên cûrbecûr hene. Jîngeh, heval, perwerdeya ku tê wergirtin û malbat dikarin bandoreke pir mezin li ser kesayetiya mirov bikin.

Tiştên ku di zarokatiya te de bandor li te kirine, dema tu mezin dibî jî dikarin li ser kesayetiya te bandorê bikin. Ji ku derê em xwe digihîşînin, em çi dikin pir girîng e. Hin dê û bav bal nadin li hawîrdora hevalên zarokên xwe, lê paşê bi vê yekê re problemên pir mezin dijîn.

Zemanî her tim kesekî ku pir bi hawîrdorê dinêrî û li gorî hawîrdorê xwe diguherand; bêtir di bin bandora hawîrdor û derdorê de dima, li gorî ramanên xwe zêde hereket nedikir. Bi rastî, Zemanî berê ne wisa bû; kesekî bêtir nelihev, serhişk û naz û nûza xwe zêde bû. Lê her ku temenê wî mezin bû, guherîneke mezin jiya, bi taybetî hawîrdora nû ya ku tê de cih girt, di jiyana wî de gelek tişt guherandin.

About Firat Bawerî

Nivîskar li ser perwerdehî û folklorê dixebite û xebat û wergeran dike

Check Also

Şagirtê Tewanbar

Nerîna we ne girîng e ya min girîng e. Ya rast ez baş im, neheqî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *