1)“Ronahî” peyveke Kurdî ye û xweşikiya zimanê Kurdî nîşanî mirovî dide. Zimanzan û avahîsazê gramera zimanê Kurdî yê hêja Celadet Elî Bedirxan sala 1942 an li Şamê destpê weşana kovareke Kurdî bi navê “Ronahî” kiriye û ev kovar 28 jimara derketiye û di dîrokê de rola wê girîng e.
2)Di dîrokê de navê gelek çiya, newal, deşt, gûnd û bajaran gûhartin. Ji vê gûhartinê hinek nav û paşnavên mirovan jî para xwe sitandiye. Mînak li gûndekê pasnavê “Uçar” bûye “Ücar “Yanî paşnavekî bêwate. Di vê rewşê de mirov paşnavekî mîna “Ronahî” xweşik û biwate bikar bîne çêtir e.
3)Di helbest, çîrok û hîn din berhemên wêjeyî de “Ronahî ” dîsa cihekî girîng digire. “Ronahî” di wêjeyê de mîna rêyek, hîvîyek, daxwazek û xeyalek e.
Minak:”Evîn, helwesta afirandina ronahîyekê ye.”(Mehmed Uzun) “Hinekî din Ronahî. “(Goethe) “Di nav tarî û bêdengiyê de,dilên bi hîvîya péşerojeke ronahî tejî bi evin û xweşdîtînê péşve diçin. (Hüseyin Ronahi)
Di Destana Gilgamêş de şerê Ronahî û tarîtîyê cihekî girîng digire: ” Ronahî nîn bû, Gilgamêş pêşiya xwe paşiya xwe nedidît
Wî du qonax rê birî, lê tarî zêde bû Ronahî nîn bû, Gilgamêş pêşiya xwe paşiya xwe nedidît
Wî sê qonax rê birî, lê tarî zêdetir bû Ronahî nîn bû, Gilgamêş pêşiya xwe paşiya xwe nedidît
Wî çar qonax rê birî, lê tarî hîn zêdetir bû Ronahî nîn bû, Gilgamêş pêşiya xwe paşiya xwe nedidît
Wî pênç qonax rê birî, lê tarî hîn zêdetir bû Ronahî nîn bû, Gilgamêş pêşiya xwe paşiya xwe nedidît
Wî şeş qonax rê birî tarî dîsa zêdetir bû ne pêşiya xwe ne paşiya xwe dikaribû bidîta
Wî heft qonax rê birî, tarî dîsa hîn zêdetir bû
Hew dikaribû pêşiya xwe paşiya xwe bidîta
Gava wî heşt qonax rê birî bi ax û wax qîriya
Ne pêşiya wî ne paşiya wî dixuya
Pişti qonaxa nehan hênikahiya bayê bakûr bi rûyê wî ket
Lê tarî giran û kûr bû, ne pêşiya wî ne paşiya wî dixuya
Pişti qonaxa dehan êdî ew gihîştibû dawiya rê
Piştî qonaxa yanzdan tîrêjên berbangê xuya kirin
Û piştî qonaxa danzdan tîrêjên royê mîna lehiyekî herikîn” (Destana Gilgamêş)
-Hüseyin Ronahi ,21 Îlon 2017-