ziman

Rêbendan, 2024

  • 15 Rêbendan

    Fîlmê Zazakî ‘Demo ke Pelên Gozan Benî Zer’ premiera xwe li festîvala Goteborgê dike

    Derhênerê Kurd Mehmet Alî Konar, wê premiera fîlmê xwe yê bi navê “Demo ke Pelên Gozan Benî Zer” (Dema Pelên Gûzan Zer Dibin) li Festîvala Fîlman a Goteborgê bike. Fîlmê Dema Pelên Gûzan Zer Dibin ku bi zaravayê Kurdî yê Zazakî hatiye kêşan, fîlmê sêyemîn ê Mehmet Ali Konar e. Konar di derbarê fîlmê xwe de diyar kir ku mijara fîlmê wî çîroka bavekî ciwan ku di …

  • 14 Rêbendan

    Dêrsim de şayîya Gaxanî virazîya

    Roşanê Kal Gaxanî roşano qedîm ê kurdan o ke bi taybetî şaristananê sey Çewlîg, Dêrsim, Erzingan, Mûş û Erziromî de yeno pîrozkerdene. Gaxan ameyîşê serra newîye yo. Dêrsim de emser zî Gaxan bi şayî û aktîvîteyan ame pîrozkerdene. Gaxan kultur û bawerîya elewîyanê zazayan de şayîya serra newîye ya. Gaxan emser zî bi coş ame pîrozkerdene. Hemwelatîyan pê wesayîtan keye bi keye …

  • 14 Rêbendan

    Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê Xelata Şerefnameyê ya sala 2023yan Zimannasê Kurd Deham Ebdilfetah

    Daxuyanîya Çapemenîyê Vîyana, 10ê çileya 2024an: Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê “Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî” ya sala 2023yan dîyarî zimannas û nivîskarê Kurd yê qedirbilind Deham Ebdilfetah kir. Birêz Deham Ebdilfetah, ku zêdetirî çil ye salî ye di warê zimanê kurdî de dixebite, roja şemîyê, 13ê çileya 2024an, ji bo wergirtina xelatê ji hêla Enstîtuya Çanda Kurdî …

  • 14 Rêbendan

    Du pirtûkên lêkolerê me û çend gotin

    (Stranbêja berê ya Radyoya Rewanê) Wê rojê ez pir xemgîn bibûm, dûrî we, te digot qey şîn ser min de hatibû. Ji mal dernediketim, dilê min qet şa nedibû, ango min destê xwe tewar kiribû, bêhîvî mabûm, te tirê qey dinya vala bibû bo min. Di haletên ha de tenê pirtûk tên hewara min. Çavên min pirtûkên nivîskar û lêkolerê …

  • 11 Rêbendan

    Ji Nûbiharê Du Pirtûk!

    Ji Sefera Şi’rekê Têm Niha Qedrî Sipranî çûkeke çiyayî me ez min ba diye baran diye berf û bapûk û tofan diye li deşt û naverastan nihêriye rojê pênc caran bangî xwedê hezar û pênc caran bangî dinê kiriye dinê xwe kerr û ker kiriye xwedê tenê xwedê zane ku çi kiriye! ISBN: 978-625-6605-03-9 Ebat: 13.50*21.00 cm Rûpel: 104 Kapak: Karton Kapak Kategorî: …

  • 11 Rêbendan

    Deqe Çîrok, Çîrokên Kurte an jî Çîrokên Dapalandî

    Ev serdema ku teknolojî ew qas pêşketiye, dem bi lez diherike de jiyana mirovan jî li gor wî teşe girt. Pîvanê gelek tiştan jî guherîn. Bo minak: filmê metraj dirêj der dora 90 xulekê ne. Ev dem zêde hatiye ku çarenûsek geriyane û dest bi rêzefilma kirine. Her beşa rêzefîlma di navbera 20 û 45 xulekî hatiye pîvanekirin. Piştre kurtefilma …

  • 10 Rêbendan

    LI ŞÛNA (KEÇA KURD) EZ (XELATA ZARA) WERDIGIRIM

    Silav û rêz Baştirîn û pîroztirîn gotin, silaveke rêzgirtinê ye, ji bo canên Pêşmergeyên pakrewan ku bi saya dilsozî û qehremaniya wan, îro em li vê derê, li Hewlêra paytext, bi azadî dicivin û bi serbestî behsa Zimanê Kurdî dikin, belku bi dilxweşî zimanzanên xwe xelat jî dikin. Bi rasipartin ji mamoste û zimanzana Kurd a Rojavayê Kurdistanê, wergira (XELATA …

  • 7 Rêbendan

    Hejmara 5an a LEWergerê têr û tije derket

    Hejmara pêncem a tekane kovara taybet a wergera helbestan “LEWerger” derket pêşberî hezkirîyên helbestê. Kovara LEWerger a ji çar mehan carekê derdiçe, kovarek taybet e ku wergera helbestên ji zimanên cuda ji bo Kurdî dike.  LEWergerê, di vê hejmara xwe ya ku ji 64 rûpelan pêk tê bi wergera helbestên ji gelek zimanên cîhanê yên wek Spanyolî, Almanî, Fransî, Îngilîzî, …

  • 7 Rêbendan

    Ji Nûbiharê Du Pirtûkên Nû!

    SÎSÊ Mîroyê Esed Amadekar: Mustafa Kılıçaslan & Mehmet Yıldırımçakar Ev novela Mîroyê Esed a bi navê Sîsê, yek ji nimûneyên romanên Kurdî yên dewra Soviyêtê ye ku tema û şêwaza wê piranî li ser realîzmeke civakî ye. Her wisa veguherîn û rabûna cima‘etekî ‘elam dike, ku tevî azadbûna ji rêwresmên berê ew fikra realîzma sosyalîzmê jî dihewîne. Dîsa jî di …

  • 7 Rêbendan

    Di sala 2023an de Nûbihar

    Kovar Di sala 2023an de kovara Nûbihar bi awayeke rêk û pêk meşa xwe berdewam kir. Di nava salê de hejmarên kovarê; 162, 163, 164, 165 weşiyan. Nûbihar Akademî jî bi hejmarên xwe yên 19 û 20an weşiyan. Pirtûkên Nû Di nava sala 2023an de wek weşanxane me 43 pirtûkên nû gihand ber destê xwîneran. Ji van pirtûkan 8 heb …