Çi ferq di nabêna însên û heyîneyên din de heye? Wesfê însanan ku naşibe heyîneyên din çi ne? Bersivên van pirsan her çiqas mijara felsefeyê be jî, berî dema nûjen doktrînên olî û di serdema modernîzmê de jî zanînên wek bîyolojî, antropolojî, sosyolojî û psîkolojîyê de demek dûvdrêj hatiye nîqaşkirin. Li dû van hemû nîqaşan de bi kinahî, tiştê ku derketiye holê ev e; însan tekane berhemdêrê kulturê ye. Yanî tevger û çalakiyên mirovan ji xweber ve pêk nayê, li dû van tevgeran de tecrube û elimandinek dehhezaran sal heye.
Îja ez dixwazim werim ser mesela Pîra Letê. Pîra Letê ji dûranî be jî meriva min e. Dibêjin rojekê Pîra Letê ji ser erdê xwe yî li gundê Kefsenor vedigere malê û di rê de pêrgî qeflak esker tê. Ji wan eskeran yek jê dipirse:
“Xaltî, filan gund li kwîderê ye tu dizanî?”
Pîra Letê bi lez dibersivîne:
“Law, qusûrê nenêre, ez bi tirkî nizanim.”
Esker dikene û dibêje:
“Xaltî, ma xwedê ji te razî; jixwe min jî bi kurmancî ji te pirs kir, ne bi tirkî.”
Pîra Letê bi şermokî lê vedigerîne:
“Wîîî, çi zanim, ji ber ku tu esker î, tew ez li berneketim.”
Kesên vê meselê dizanin wek pêkenokî ji hevdu re qal dikin û li gor xwe henekê xwe bi “kawoktiya” Pîra Letê dikin; lê wexta min ev mesele bihîst min fêm kir ev ne çîrokek pêkenînê ye. Na, esasen rewş ne werê ye. Ew refleks-bersiva Pîra Letê ne ji ber kawoktiya wê ye; ev refleksa ji pirsa kurmancî re gotiye “ez bi tirkî nizanim” di xwe de rewşeke kulturî-psîkolojîk dihewîne. Mîna ku min di paragrafa ewilî de rave kiriye, vê hereketa Pîra Letê ji ber tecrube û elimandinekê ye. Ji lew re mirov ne tenê bi hişê xwe yê rojane, ji wê bêtir bi binehişa xwe ya ku bi sedsalan hatiye hûnandin dijî. Binehiş hîn nehatiye dagirkirin û maskeyên pergalê lê naxebitin.
Çîroka Pîra Letê, ji qaşo pêkenokekê wêdetir; ew bixwe manîfestoya binehişekî ye ku welat di hundirê xwe de parastiye. Pîra Letê gava li rastî eskeran tê û dibêje “Ez bi tirkî nizanim”, tevî ku esker bi kurmancî dipirse jî, ew li wir sînorekî felsefî dikişîne. Di binehişa wê de “esker” nûnertiya hêzeke biyanî dike. Li gorî wê, zimanê vê hêzê çi dibe bila bibe, rûyê vê hêzê tirkî ye. Ev bersiv, di eslê xwe de redkirina nasnameyeke ferzkirî ye. Ew unîformayê wekî parçeyekî ji gundê xwe nabîne. Hegel di diyalektîka “Xwedî û Kole” de dibêje ku: “Kole carinan xwe di çavê Xwedî de nas dike.” Lê Pîra Letê vê diyalektîkê serûbin dike. Ew xwe di çavê esker de nas nake; ew esker wekî “yekî ne ji vir” kod dike. Ev rewş nîşan dide ku hebûna dewleta tirk bi hemû saziyên xwe ve, di binehişa Kurdistanê de wekî “organekî biyanî” maye. Nizanîbûna Pîra Letê, bi rastî zanîna herî kûr e. Ew “nizane” çawa bibe kole, ew “nizane” çawa bi çavê “yê din” li xwe binêre. Ev “nizanîbûn” maskeyên ku sîstemê li ser civakê ferz kirine parçe dike. Wexta dibêje “ji ber ku tu esker î, loma min werê got”, ew rastiya felsefeya me ya “Binehişa Welat” radixe ber çavan: Heta ku binehişa me biyanîbûna pergalê nas bike, welat di hundirê me de hîn saxlem e.
Binehişa Welat, di nav wan refleksên herî sade de dijî. Pîra Letê bi wê bersiva xwe ya bi şermokî, sînorên dewletê di hişê xwe de hilweşandiye û welatê xwe di hundirê ziman û bîra xwe de parastiye; aha ev e “Xwebûna” ku ez qal dikim.
Ferhat Dayan
(Beşek ji Pirtûka min a Xwebûnê)
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…