Ziman:“Li zimanê xu, li beytêd xu, li şa‘ir û melaê xu xweyî bibin, xu di nav xelqê da ji bêxîretiyêd xilas kin, ziman tercumanê cewhera milletan e, bê ziman tiştek nabî, evê muheqqeq bizanin” (Arslan, 2025, r. 147).
“Zimanê me ji giştî zimanê ‘alem çêtir e û bi rehetî tê nivîsandin û xwendin, edebiyata me heye feqet ji nezaniya me bêrewac maye” (Arslan, 2025, r. 121).
Rexneyek li Kurdan: “Bi zimanê xu naxwînin, pîş[e] bi zimanê xu nakin, zimanê me di çavê me da bê feyde ye. Zimanê me, serf û nehwê me xelkê (Elman) tercume kirine hêja em jibona zimanê xu di şubheê da ne” (Arslan, 2025, r. 141).
Rexne li Mela û Feqeyan: “Îro hezar û sêsêd sal e ku Kurdê me qebûlî Misilmanî kirine. Di nav wextê ha da qe nebê, sî çil hezar şêx û mela û feqî û mîr ji Kurdan gihane û di vê wextê da nav dane, ji bona dîn û dewlet xidmetêd mezin kirine û kitêbêd qenc çêkirine. Hal ev e ku ew xizmetêd ha, ev kitebetêd ha temamê wê winda bûye. Navê yek [ji] van nemaye, ewê maye ew jî malê ʻEreban û ʻEceman û dermiyan bûye. Qedrê zilek ji bo Kurdan fa’ideyek nekiriye” (Arslan, 2025, r.142).
“Temamê dinya dizanê ku qewmê bê ziman, wekî mirovê kerr û lal tu tiştek nikare bêje. Eger mela û feqeê Kurdan ew xîret û xe[b]ata ku li zimanê xerîban kirine û dikin ji sedan yekî wê der heq zimanê Kurdî da bikiran, îro [em] di nav xelqê da bê ziman û bê me‘arîf nediman û herkes te‘nan li me nedida” (Arslan, 2025, r. 142).
Nezanî: “Bila dilê me nemînê, em nav dinyaê da nezan mane, ji dinyayêd ji halê dinyayê tu tiştek nizanin û tu car zanîn jî bîra xu naynin. Eger me bîra xu baniya ji hevqa şêx û mela û mîrêd axaêd me yek radibû jibona me tarîxek çêdikir û li ʻenʻenata bab û kalên me digeriya.” (Arslan, 2025, r. 231).
“Ji nezaniya me yek dî jî ew e ku em welatê xu û cî xu û miqdarê nufûsê xu nizanin” (Arslan, 2025, r. 161).
Edebiyat:“Melayê Cizîrî ku meşhûr e, xudan nav e, dîwanek wî yî mazin heye ji Dîwana Hafizê Şîrazî çêtir e feqet çi faide “Kurd” kor in, nabînin, daima çavê wan li malê xelqê ye” (Arslan, 2025, r. 143).
“Elî Herîrî … nehsed û sî sal berê hatiye bi zimanê Kurdî beyt gotiye. Heya heşr rabê navê wî li nav Kurdan dê bimînê, herkes rehmet dê lê bînê. Melayê Cizîrî ji heştsed sal berê da bi zimanê Kurdî dîwanek çêkiriye. Ehmedê Xanî Mem û Zînek û ji bo zaroyê Kurmancan Nûbarek te’lîf kiriye, bi çar ziman[an] şiʻr gotiye, derheqê xîreta Kurdî da çend xeberek Mem û Zîn da aniye…” (Arslan, 2025, r.144).
Girîngiya Çapxaneyê: “Beytê ku bi zimanê Kurdî hatiye gotin, kitêbê ku hatiye çêkirin heya niha çap nebûye, ji bo vî qasî kesek şêx û mela û şa‘irên Kurdan nas nake, eger eserê wan bihata çapkirin dê bihatana naskirin. Îro li ser temamê Kurdan ferzê ‘eyn e ku bi zimanê xu bixwînin û binivîs[in]. Şêx û mela û şa‘irê xu bizanin, şi‘rê wan, kitêbê wan li çapê bidin û bela bikin” (Arslan, 2025, r. 143-144).
Dîrok: “Her qewm ji bo xu tarîxek çêkiriye em bê tarîx mane. Sêsed salî berê “rehmeta Xudê lê bê” Şerefxan ji bo Kurdan tarîxek nivîsiye. Ew tarîx tercumeî bi zimanê Ingilîz û Elman û Fransiz bûye hêja bi zimanê Kurdan tercume nebûye. Xelkê Ewrûpayê cinsê me, tarîxê me temamê wê dizanin. Hal ew e ku em ji cinsê xu tu tiştek nizanin (…) Ew qewmê ku tarîxa wî tune ye û zarokê wî ʻenʻenata bav û kalê xwe nizane çi dibî hûn [bi]bêjin”(Arslan, 2025, r.153).
Îttifaq/Yekitî:“Gelî Kurma[n]can: Wetenê xu hez bikin çunku muhebbeta wetenî ji îmanê ye. Gelî biran: Dijminî û neyarî ji dilê xu derxin, aşt bin, bi hukme “înneme’l-mu’minûne îxwetun” ‘emel bikin. Gelî hevalan: Mekteban vekin, ewladê xu bidine xwendin, ‘arê nezaniyê li ewladê xu layiq mebînin çunku emrê “utlubu’l-‘ilme mine’l-mehdî île’l-lehd” li me ferz e” (Arslan, 2025, r. 48).
Bangewaziya Wî li Mezinên Kurdan: “Ey ‘ulemayê navdar, ey meşayixê xudan ‘iqtidar, ey ruesayê sahibnufûzê Kurma[n]can, hûn qenc bizanin ku heyata qewmê me, selameta wetenê me di ittifaqa di xîreta we da ye. ‘Adetê berê terk bikin, Kurma[n]can bi hev bixin, ji wan ra ji qencî û xirabî bêjin çunku hûn zana ne, ew nezan in” (Arslan, 2025, r.157-158).
“Şêxêd me, melayêd me, feqêd me, mîrêd me, serek û rîspiyêd me îro ji dil dizanin, di pêdihisin ku çar aliyê me agirek girtiye, qenc û xirabê me dişewtînê, li hawar û gazî[ya] me da kes nayê, me xilas nake. Bila ew rabin dest bidine hev, xudanî li me perîşanan, li me derbederan, li me mehrûman bikin, me ji wîagirê bêeman xilas bikin. Rêya felatê nîşanî me bêçaran bidin” (Arslan, 2025, r. 160-161).
Rexne li Şêxan: “Çira ku şêx dizanî ku gava zaroy Kurdan xwendin hîn bibin û ji qenc û xerab[iya] ʻalem xeberdar bibin, ew gav kaxizê şêxê wan dikeve avê. Ji bo wî qasî tu car şêx ji bo Kurdan naxebitin û da’ima dixwazin ku li ser Kurdan xudan nufûz bin, Kurd jî xulamiya wan bikin. Eger weha nîne bila bêjin ku wusa nîne” (Arslan, 2025, r. 164).
Gundî û Bajarî: “Gelî xelqê bajêr: Em û hûn di gundekî da di nav ‘eşîrek da birayê hev bûn. Şîna me, şayiya me, hewar û gazî[ya] me yek bû, [em] bi hev ra radibûn û rûdiniştin (…) Dewr [û] zeman we ji me ra qetand, hûn çûne bajaran, em mane li gundan. Çavê we li bajêr da vebû, hûn xudanmal bûn, em feqîr û belengaz man. Gava ku hûn zimanê xelqê bajêr hîn bûn ji gundîtî û ji Kurdîtî vegeran, xu ji cinsek dî hesab kir, êdî di mabeyna me û [we] da tu ‘elaqeyek, hevaliyek nema (…) Hûn zana bûne, em nezan mane, ji destê we her tişt tê, ji destê me tiştek nayê. Di rêya Xudê da gelî xelqê bajêr esl û bestê xwe winda mekin” (Arslan, 2025, r. 181).
Meşrûtiyeta Duyem (1908): “Bi himmeta Cem‘iyeta Ittihadê, bi mu‘aweneta ‘eskerî Qanûna Esasî derket; belayê zulmê ji ser me rabû. Meb‘ûsa muhterema civiyan di Meclisê Meb’ûsan û halê wetenî dê bêjin. Xudê heman tewfîqa wan bide, çavê xaînan kor bike” (Arslan, 2025, r. 222).
Kurd û Osmanî: “Kurmanc, di nav qewmê Osmanî da unsurek mazin e, dîndar e,ciwamêr e, jêhatî ye. Kîjan qêrîn bûye ku siwarê wan, ‘egîdê wandi serheda weten da xuya nebûye? Ji bo hifza wetenî, ji bo şerefamilletî, ji bo bilindiya diyanetê xûna xwe nerêtiye? Ji meydanê q[ê]rînê rûyê xu zivirandiye? Hemiyeta xu, xîreta xu, dîndariya xu nîşannedaye? Ji botarîxan navek qiymetdar nehiştiye?” (Arslan, 2025, r. 222-223).
Xelîl Xeyalî, Yek ji Avakarên Qonaxa/Êwra Stenbolê: Ekrem Cemîlpaşawiha behsa wî dike:
“Ezê çend gotinan derbarê Kurdekî pir mezin, xwedî xîret û giyanekîmezin bikim ku wî li Stenbolê bi awayekî jidil û semîmane jixwendekarên Kurd re mamostetiya Kurdparêziyê dikir. Ewê ku ezêbehs bikimXelîl Xeyalî Begê ji Motkî ye. Vî kesî di ciwaniya xwe de perwerdeya xwe li Diyarbekirê kiriye. Kurdparêzekî rewşenbîr û sexî bû. Wî, Kurmancî, Zazakî, Tirkî,Farsî, Erebî baş dizanî. Bi Frensî dixwend û dinivîsand. Me ciwanên Kurd, ev kesê rêzdar di 1909an de li Stenbolê nas kir. Wî çaxî temenê wî ser pêncihî re bû. Rojên înê dihate Çayxaneya Diyarbekirê, em li dora xwe dicivandin. Ji Kurdparêziyê, ji dîroka Kurdan, ji leheng û mezinên Kurdan behsa gelek tiştan dikir. Dawiya axaftina wî ya li ser dîrok, netewe û wêjeyê nedihat. Me ciwanan bi baldarî, bi kêf û kelecaneke mezin li van axafinan guhdarî dikir û em hînî gelek tiştan dibûn. Vî kesî ji ciwanên Kurd ên li Stenbolê re bîst salan mamostetiya Kurdparêziyê kir. Gava ev dikir jî nediwesta, nediqerî” (Arslan, 2025, r.32-33).
Çavkanî: Arslan, M. (2025). Xelîl Xeyalî Modan: Kurdekî Sade û Xwende. Stenbol: Nûbihar.
Nivîskar: Dr. Mesut Arslan
Mardin Artuklu Üniversitesi Türkiye’de Yaşayan Diller Enstitüsü Kürt Dili ve Kültürü Anabilim Dalı
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…