Çorekfiroş

Şefeqa xwedê ku hê kes ji xew hişyar nebûbû, berî dûyê agirê tenûran û kabloyê şewitî yê xurdefiroşan tev li hev bibe, ji mala xwe ya tav nedidît, derket ku qasek li ser xwe bigere. Hew dît ku lehengê çîroka wî jî ji mala xwe ya xanî ne yê wî, lê bi kirê bû, derket.

Kifş bû ku leheng dereng maye. Zû egal li stûyê bihîle pêça, şekal xist pê, bi girtîna derî ra zincîra mont kişand, kum ji berîka şalwarê silîvî derxist, bi tepan lê xist, pif lê kir, daweşand ku ar û kapek jê biçe û da serê xwe. Gava hatina xwarê di derenceyan ra bi haydarî, exînî bir ji qirikê bi niyeta paqijkirinê û got, ‘ex’ û tûk li erdê kir. Bîhna xwe derxist, dilê xwe rehet kir û da rê ku here ser karê xwe yê li serîyekê din ê bajarê derbejor û derbejêr. Heta di hevrazê li serîya mala xwe ra derket, bêhnefişk pê ket. Bi derketina di ber rasteya Malên Ezîzan ra, pêçîya beranê ya destê rastê pê li poz kir û got, ‘fiş’… Kûçik û pisîkan bi mîzê, wî bi tûk û lîkê sînorê xwe kifş dikir. Destê xwe ku piçê lîkê pê va bû, bi montê xwe da û li rêya xwe dewam kir.

Yekê hûrik ê zeîfokî bû. Te digot qey ji xelayê filitîye. Çav di kûr da çûbûn. Ji zikmakîyê va bû ne ku paşê lê wisa bûbû; stû xwar lê serbilind bû. Di firûnê da dixebitî. Pişt di ber torbeyên ar da xûl û xwar bûbû. Êzingên ji xwe girtir li erebokeka pelaxtî dikir, dibir û diavêtin firûnê. Ji rûyê wî yê bi agirê gur ê firûnê qumitî, xuya bû ku di karê xwe da pijîyaye. Karê xwe bi helalî dikir. Piştî rabûna bi kar û barê giran îcar dest bi yê li ser dest û pêyan dikir. Dest sivik bû. Hevîrê hilkirî dikişand ber hostayan, nanên ji firûnê derketî, bêyî dest jê bişewitin, bi firçeyeka gijomijo ji arê pê va pak dikir, didan ser hev, hildianî, dibir, dixistin refên dolaba nan û der û dor dida hev… Bi qedîna karê wî li firûnê, sênîya çorekan dida kêleka xwe, ji firûnê derdiket û digerîya li kuçe û kolanên bajarê heft car xera bûye û ji nû va ava bûye. Heta çorek tev difirotin. Gazî dikir, digot, ‘Werin çoreka’, çorekê’ teze!’

Li ber Camîya Ecem ku li ser rêya wî bû, sekinî ku bîhna xwe bide. Sênî li ser dîwarê hewşa camîyê danî, dîwêr ji xwe ra kir pişt û bi rûyê beşişî, devê jihevvekirî temaşa çarşîyê, firoşkar û xerîdarên li serê koşeyê camîyê, kir. Piştî qaseka xweş a bîhndanê, bû pilewila wî, got, ‘Mala mirtivan bi seknê xera dive! Ya Elah, ya Xwedê!’ Ji mêrikekê kal ê xwe dabû ber berojk, rica kir ku hay ji çorekan hebe. Çû daşirê, destnimêja xwe xweş kir û hat, li ser kevirê li ber kanîyekê rûnişt, pê li bişkoka sabûndanka sabûna avî kir, mislix vekir, destên xwe mist dan û bi avê baş şûşt. Mont ji xwe kir, bi çengelokekê bi dîwar va kir, cardin rûnişt, şekal û gore ji pê kirin, destên xwe dan ber avê, av di devê xwe werda û fişîneka ji ya serê sibehê bişidtir, fişîneka wisa ji poz bir ku mêjî dikira di firnikan ra derketa der… Hasilê kelam, destnimêj girt, gore û şekal kirin pê, rakir mont, li hewşê raxist û li ser nimêj kir. Ji ser nimêjê rabû, mont daweşand û li xwe kir. Çû, çorek dan ser mil, malavahî li mêrikê kal ê li ber berojk kir, xatir jê xwest û berê xwe da Çarşîya Jêrîn ku roj hebû dikandaran bê serfetah derebe hildianî û dadianî. Ji xalî û xerabûn, bêxwedîbûna çarşîyê bû ku dikandaran tu îş nedikir. Lewma li şûna xwarineka bikeys, ya hema bi nanê loş ê bi çend piçên goşt pêçayî, ya jî bi sehanek şorbe, nanik-manik, bi çay, simîd û çorek ber xwe digirt. Ji wê boneyê xerîdar ji çorekên çorekfiroşî ra hebûn.

Pir lê neket, bi firotina çorekên mayî ra, tasewasa wê çorek di destan da bimînin ji dilê çorekfiroşî derket, dil ket cih. Beşerê wî hinekê din xweş bû. Ji kêfan, bi serê pêçîyan li senîyê xist wek ku li erbaneyê bixe. Lê xist û wisa bi eşq got,

‘Zembîlfiroş zembîla’ tîne,

delalo zembîla’ tîne,

kolan kolan digerîne,

zarokan pê didebirîne…’

Wextê malê bû, di Yançepekê ra ket, di Xançepekê ra derket, ket Kuçeya Şeytanbazarî . Yekê dilsaf bû, bê silav di ber kesî ra derbas nedibû. Silav li dikandarên kuçeyê kir, di serê sûrê ra ket tûnêla farqînîyan jê ra digot, ‘Otirim’ û di derîyê ber Kanîya Dergeh ra ji zikê Farqînê derket, ket ser rêya mala xwe ku li Çala Kortê bû.

Çû û çû… çû li ber Mezelên Hûrikan sekinî; mezelên zemanekî bi dehan, belkî bi sedan zarok bi nexweşîya sorikan çûbûn û kurê wî yek ji wan bû. Bi dilê şewitî, kezeba peritî, sênî li ser dîwarê dora mezelan danî, destên xwe ber bi jor va, vekirin… Çend sûreyên jiberkirî xwendin ji bo ruhê kurê xwe yê hûrik û hûrikên din ên li wir di mezelan da veşartî…

Wezifeya bavtî, insanetî û islamîyetîyê kir û rakir sênîyê. Di hevrazê serîya malê ra ku serê sibehê bêhnefişk pê ket, heta tê ra derket, ev car wek motora tu berê boşê bidî, xwe berê jêr da… Û çû mala xwe ku xanî ne yê wî lê bi kirê bû.

Diyadînê Beynatî

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Mesele | Binehişa Welat

Çi ferq di nabêna însên û heyîneyên din de heye? Wesfê însanan ku naşibe heyîneyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *