Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar û bedestanan dikir, li kirîn-firotina dikandaran dinêrî û pirsa halê muşteriyan, yê gundî, bajarî û koçeran dikir; li hal û hewalê gel dipirsî.
Sûk dişibiya kunmêrûyek mezin. Hin dihatin û hin diçûn; hin hêdî hêdî dimeşiyan, hin dibezîn, hinekan jî pala xwe dabûn diwaran guhdarî wan dikir. Di nava sûkê de her cûre mirov hebûn. Bajarî, gundî, koçer, misilman, êzîdî, fileh, cihû.
Disa ciwan, kal û pîr, sere û zarok… kêmbûn, lê nava bajêrde hinek jin jî li sûk û kolanan digeran û pêdiviyên xwe dikirîn. Ev mirov hemû di nava hevde û nava tevgerêdê bûn. Hemaran ji hir ve wê ve mal dikişand, xebatkarên dikanan ciwal û kîs û pakêt vedikirin, an jî dadigirtin û devê wan girê didan. Dezgehdaran bang dikir û diqêriyan. Hinekan jî bazar dikirin û di nava bazarê de germ bûbûn. Di nava wan zikak û kolanên sûkê yên teng de mirov li hev dialiqîn û carna dibûna qafo.
Di wê gengeşî û tevliheviyê de, keyf kefa zarokan bû, xwe li nav boqilê wan re dikirin û hir re diçûn û dera he re derdiketin. Carna, xwe li nav boqilên hemarên bin barê giran de pişta wan tewayî didin û hema ew bû ew nayêxistan. Heta carna hin hemar bin wan barên girande diketan jî.
Heyet biçûya nava kijan qismê esnafan wezîr gazî berpirsyarê wan dikir, ew jî dihat derheqê pişekarên xwe de zanyarî didan wezîr û mîr û daxwaz û gazinden xwe ji wan re pêşkêş dikirin. Katibên dîwanê jî daxwaz û gazindên milet dinivîsandin.
Di nava wê heyeta bi mîr re venêrin dikir de hinek serekên pîşekaran jî hebûn. Serekê zêrkeran, yê cewbiran, yê berik û mehfûr çêkeran, yê sefaran, yê hêsinkaran, yê kurtan û zîn çêkeran, yê nalbendan…. Hostayê bi nav û deng yê avahîsaziyê, hostayê hostayan Hosta Hene yê fileh jî bi wan re bî. Hosta Hene gelekî hez jî mir dikir û ji wî re sadiq û dilsoz bû. ji wê jî pêtir dilsozê pişeya xwebû. Karê xwe spehî, baş û saxlem dikir.
Diwarê çêdikirin ew qas qayîm bûn ku bûbûn mijara gotinê pêşiyan. Yek jê jî ev bû: “Dîwarê Bunyanê, Kelha Kelkelanê û Pira Batmanê xera nabê heta axir zemanê”
Dema venêrîna sûk û çarşiyan xelas bû û gihatin keviya bajêr, hinek avahiyên nû tên çêkirin dîtin. Mîr got: “Ka em li van karkerên avahiyan de dixebitin binêrî; halê wan jî bipirsî.” Li keviya bajêr taxek nû ava dibûya.
Dewlemendên bajêr ji xwe re koçk û qesir û sera didan çêkirin. Hosta û şagirt, nava karê giran de ji xwêhdanê şil û pil bûbûn. Hinekan rikin û kursî dinecirandin, hinan îlape dianîn, hinan hûrber berhev dikirin, hinekan kils û ces tevlîhev dikir û xerc amadedikir, hina dikişand, hina dibir û hina dianî… Hostayan, li ser diwaran kursî datanîn û diwar lêdikirin û dihonandin. Her hostayek şagirtek li ber desta bû, kursî, girêdan, serêz û ilape datanîn ber destê hosta. Teq û reqa şeh û keran û şewk û çakûçan; xuş xuş û şeq şeqa kevçikên xercê, bist û bêran bû…
Heyet qasekî nava wan avahiyên nû tênçêkirin de geriyan, rasta qesrekî hatin. Qesir zehf delale, xelas bûye û nebûye, lê hêca jî hostayek du sê şagirt tê de dixebitin. Dilê mîr ket qesrê û zehf keyfa wî jê re hat. Gazî Hosta Hene kir û got:
¬-Hosta, tu vê qesrê dibînî?
Hosta Hene got:
-Belê ez benî.
-Tu dikarî qesrekî weke vê çêkî?
-Ez benî ez dikarim ji vê delaltir jî çekim.
-Ji bo çêkirina qesrê, ji te re çiqas dem lazim e?
-Heke kereste û pêdiviyên avahiyê hazirbin, neh heyv, heta salekî ez ê qesrê temam bikim ez benî.
-Çi lazim be hemûyan binivîse, bide wezîr. Dema wezîr keresteyên te amade kirin, tê despê bikî, ji wê pê de sê heyvê te hene…
-Mîrê min, nabê. Sê heyvan de liskê mirîşkan çênabê!
-Hosta, mi ji te re got. An tê heta sê heyva qesrê çêkî, an jî ez ê serê te jêkim.
Hosta Hene, nemerdî nekir û hema serê xwe tewand û got:
-Mîrê min, nexwe kerem bike; serê min niho jêke. Ji lew re, ew qesra tu dixwazî ne pêkane di nava sê heyva de çêbê. Herfîtkên eciniyan jî nikarin çêkin.
Mîr hêrs bû, di nava wê heyetê de gotina wî hat şkênandin. Destê xwe avêt qevdika şûrê xwe, lê ji kalên dernexist û dîsa berda. Dilsoziya Hosta Hene dizaniya û zehf hejê dikir. Nexwest biêşînê lê dersek jî jê re lazim bû.
Hostayê qesra ecibandî, hostayê mîr yê berê bû. Hostayek baş bû, lê ji ber ku zehf tima bû mîr ew qewirandibû. Mîr ji xulamê xwe re got: “Elo, here bake(bang bike) Hostayê vê qesrê, bila werê vê dê. Xulam got: “Ser serê xwe ez benî” û çû. Piştî sê-çar xulekan xulam û hosta bi hev re hatin. Hosta selam da mîr û heyeta wî, temenna bû got: “Cenabê te ez emir kiri me mîre min, Kerem bike.”
Mîr got:
-Hosta Şeref, ev qesra tu tê de dixebitî min zehf eciband.
-Ecibandina mîrê min, ji min re serbilindî ye ez xulam.
-Îşê wê zehf ma ye?
-Na, mîrê min. Venêrîn û paqijî maye. Ew jî karê heftiyekî ye.
-Ev çend rojin tu vê qesrê çêdikî?
-Mîrê min, îro tam bû salek û du heyv û bîst roj. Qewlê min sal û nîv bû. xwedê hez bikê sê heyva zûtir ez ê teslîmê xweyî bikim.
-Divê tu qesrekî wekê vê ji min re ava bikî!
Hosta Şeref, destek yê xwe danî ser serê xwe, yek danî ser dilê xwe û heta erdê serê xwe tewand û got:
-Fermana mîrê min li ser serê min e ez benî.
Mîr got:
-Tê çend heyva de xelas bikî?
-Heke ji Maqûlekî re bê, salek û nîv; lê ji Mîrê min re bê, ez ê du salan de, bê kêmasî ava bikim ez xulam.
Mîr li dora xwe nihêrî, berê xwe da Ava Mezin û ji Hosta Şeref’re got:
-Ji te re du heyv muhlet! Hemî pêdiviyên xwe ji wezîr re binivîse dema keresteyên te hatin tu yê des pê bikî. Piştî hingê du heyvê te hene, te çêkir, çêkir û te çênekir, ez ê serê te jêkim!
Hosta şeref, bi dengeke ji xwe bawer got:
-Ser serê xwe ez benî, ferman ya mîrê min e!
Qasekî bêdengî çêbî… berê herkesî li herdu hostayan bû. paşê mir bêdengî xera kir û got:
-Şeref tê çawa vê soza xwe bînî cih?
-Mîrê min, “Şert ne hewla Mîr e, lê meyla Mîr e.” ez jî meyla mîrê xwe me. Kar ne bi kotanê, lê bi gotinê tên kirin. Ez ê jî ne bi kotanê lê bi gotina Mîrê xwe qesrê ava bikim.
Mîr serê xwe hejand, berê xwe da Hosta Hene û got:
-Hosta Hene, ez bawerim, te dersa xwe girtibê. Ez jî dizanim, du heyvan de ti kes nikarê qesreke halê ava bikê, lê hostayek gotina mîr jî li erdê nadê. Dilê min te ve ye; ez te dibexşînim lê ez ê cezayekî jî bidim te. Tu û Hosta Şeref, hûn ê bi hev re vê qesrê li serê Gire Hêro ava bikin!…
Kurdjan SORÎ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…