Rojîname – 25

Ayeta Rojê

ف۪ي بُيُوتٍ اَذِنَ اللّٰهُ اَنْ تُرْفَعَ وَيُذْكَرَ ف۪يهَا اسْمُهُۙ يُسَبِّحُ لَهُ ف۪يهَا بِالْغُدُوِّ وَالْاٰصَالِۙ

“(Ev ronahî) di hin mal (û mizgeftên) wisa de ye ku Xweda ferman daye da ew
(mal) bêne bilindkirin û navê Xwedê di wan de were gotin û di wan de sibeh
û êvaran (pênc wext) ji bo Xwedê nimêj bê kirin. ”

(Nûr, 36)

Hedîsa Rojê

“  Xwedê jî çavnebar e. Çavnebarîya Xwedê cutina heraman e. ”

 (Bûxarî, Nikah, 9/281)

Duaya Rojê

Binavê Xwedayê Dilovanê Dilovîn,

Ya Rebbî ! Kêmasî û qusurên me bibexşîne, me ji xwere evd qebul bike, heta dema kû Tû yê emanetê xwe ji me bistini me emanetta emîn bike, Ya Rebbî ! Rihê me laşê me re,dilê me nefsa me re, hişê me hûrê me re hakîm bike, Û ewan ê kû lezzetan boy şûkrê dixwazin ,me ji wan evdan bike,

Ya Rebbî : Ji bo hurmet û bereketa Resûlê Ekrem (a.s) tu bereketê li rizqê me yê maddî û manewî ewê kû te mera îhsan kiriye bike, Amîîîn

Gotina Rojê

Î’lem eyyuhel Ezîz!

Însan di hêla heyatê de wusan e ku wek kevirekî ku ji çîya de bê û bikeve nav lehîyê, yan jî mîna kesekî ku ji qesreke bilind de bikeve û gêr bibe.

   Belê, qesra heyatê, hildişê. Teyareya umr, weke birûskê dibore. Zeman jî, dolabên lehiyê, bi bayê bezê dixebitîne û digerîne. Erd jî, mina gemî û keştiyekê, di ger û tevgereke bi sur’et de ye û ayeta

تَمُرُّ مَرَّ السَّحَابِ

dixwîne. Bila bê zanîn ku gava keştiya dunyayê bi lez û bez diçe, dê dirikên jehrî, di wan destan re herin ku dirêjî lezzetên heram ên dunyayê dibin. Lewma, li wan tîrên dunyayê yên jehrî nenêre û destê xwe nevêjê. Êş û elema firqetê, ji lezzeta gihîştinê, girantir e.

(Bedîûzzeman Seîdê Nursî)

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply