Di Romanên Kurdî de Mekan

Min di belavkirina berga pirtûka lêkolînî ya lêkolîner Cîhan Kaynar de gotibû; ”Pirtûkek lêkolînî ya lêkolîner Cîhan Kaynar hêjayê xwendinê ye. Divê hemû romannivîserên kurd vê pirtûkê bixwînin.”

Berê lêkolînerên kurd hindik bû. Hejmara lêkolînvanan ji deh tiliyên destan nedibûriya. Lêbelê niha maşallah hejmara wan gelek in. Zêdebûna lêkolînvanên kurd di encamê de gelek pirtûkên lêkolînî ji alî wan ve hatiye nivîsîn û weşandin. Lêkolînên wan gelek tiştên ku di dîroka kurdan de, di afirandina lîteratura kurdî de tarî mane, ji alî van lêkolîneran ve ji kuncikên tarî hatine derxistin, derketine ronahiyê. Bi taybetî jî piştî salên duhezarî gelek xwendevanên kurd yên ku di Zanîngehan/Universîteyan de dixwendin û û dixwînin li ser cure mijarên derbarê dîrok, wêje, çand, ziman û lêteratura kurdî lêkolîn kirin, hinekan li ser babetên cuda tezên doktorayê amade kirin û wek pirtûk weşandin. Belê, ez dikarim bibêjim ku; di van bîst salên dawîn de gelek pirtûkên lêkolînî, roman, helbest û çîrokên kurdî hatine weşandin. Ev hemû pirtûk dewlemendiya dîrok, çand, ziman û edebiyata kurdî ye.

Yek ji wan lêkolînerê nû jî Cîhan Kaynar e. Pirtûka wî ya lêkolînî a bi navê ”Mekan di romanên kurdî de” di nav weşanên ”Peywend” de li bajarê Wanê hate weşandin. Pirtûk 115 rûpel e.

Nivîskarê lêkolîner Cîhan Kaynar lêkolînvanekî ji herêma Serhedê, ji bajarê Muşê ye. Wî di Zanîngeha/Unîversîteya Muşê de beşa ziman û edebiyata kurdî xwendiye. Gelek gotarên wî ên kurdî di kovarên kurdî de hatine weşandin. Ew bi farisî jî zanê û pirtûka nivîskarê faris ê navdar Sadiq Hîdayet ya bi navê ”Hecî Axa” wergerandiye.

Pirtûka Cîhan Kaynar a bi navê ”Mekan di romana kurdî de” ji sê beşan pêk tê. Di beşa yekem de agahdariyên gelemperî hene. Beşa duyem bi sernavê ”mekan di romanê de” ye. Di vê beşê de di romanên kurdî de mekan tê rave kirin. Di beşa sêyem de jî qala mekan û naveroka sê romanên kurdî tê kirin.
Cîhan Kaynar dibêje : ”Mekan di romanê de wek hêmaneke bingehîn dertê ber me.” Binêr rûpel 7. Û ew di pirtûka xwe de mekanên romanan, bi şêweya derûnî, civakî, aborî û takekesî analîz dike, dinirxîne.
Bi ya min mekanên ku di romanan de ne nepêwîste ku mekanên rastîn bin. Di romaneke ku naveroka wê li ser bingeha xeyalê wek fîktion hatiye afirandin, mekanên ku tê de bin jî divê xeyalî be, lêbelê dibe ku ew mekan bişibe mekaneke rasteqîn. Mekan xeyalîbe yan rasteqîn be, ew mekan ji alî nivîskar ve tê taswîr kirin û hunandin.

Di pirtûkê de ferqa navbera cih û mekan baş rave kiriye. Careke xwendevanek ji min pirsî bû; ”Tu çima peyva mekan bi kar tînî û çima di şûna wê de peyva cih bikar naynî, çima nabêjî cih.” Min jî bersîv dabû û gotibû; ”Herdu cuda ne.” Di pirtûka C. Kaynar de, wî cudabûna herdu peyvan baş şîrove kiriye. Li ser têgeha mekan bi berferehî sekiniye.

Her nivîskar lêkolînvan nîn e, lê her lêkolînvan nivîskar e. Di pirtûka nivîskarê lêkolîner Cîhan Kaynar de beşa mekan di romanên kurdî de ku vê beşê navê xwe daye pirtûkê gelek agahî, taswîr û şîroveyên girîng hene.Lewre jî ez dubare dikim, divê nivîskarên kurd bi taybetî jî romannivîserên kurd divê vê pirtûkê bikirin, bixwînin, ew dê gelek tişt jê fêr bibin.
Lêkolîner Cîhan Kaynar dibêje : ”Edebiyata Kurdî a modern xwedî dîrokeke nêz e. Em dikarin bêjin ku cureyên edebiyata modern a Kurdî di nav pêşketinê de ne. Di salên dawî de di edebiyata Kurdî a modern de ji aliyê berhemên wek çîrok, helbest û romanê de hem ji aliyê hejmarê hem ji aliyê naverokê ve pêşketinek heye. Bi vê pêşketin û kemilînê ve xwînerên Kurdî derfeta muqayeseya berheman peydakirin. Li gor hêjmara berheman û pirdengiya naverokê xebatên rexneyî a li ser berheman jî hêdî hêdî zêde dibe. Di van xebatên rexneyî de roman, helbest û çîrokên Kurdî ji aliyê rêbazên nivîsînê, naverok û hêmanên din ve tên nirxandin.” Rûpel : 45.
Girîngiya romanê û ji bo honak û rêbazên neteweyî roman roleke girîng dilîze. Di van demên paşîn de hem hejmara weşandina romanên kurdî zêde bû û hem jî nirxandin, şîrove û analîza romanên kurdî pir bû. Min bi xwe li ser sêsed romanên kurdî danasîn, nirxandin, şîrove û analîzên curbecur nivîsiye û min heta niha jî 16 romanên kurdî nivîsiye û weşandiye. Wek hejmar di nav romannivîserên kurd de ê ku herî pir roman nivîsiye ez (Lokman Polat)im.

Di pirtûka lêkolîner C. Kaynar de derbarê romana kurdî a diyasporayê de û herweha nivîskarên kurd ên sirgûniyê şîroveyên gelek baş hatiye kirin. Lêkolîner Cîhan Kaynar di vê hêlê de jî lêkolînek gelek baş û berfereh kiriye û rewşa nivîskarên kurd û romana kurdî ya diyasporayê rave kiriye. Herweha cîhana romanan, mijara naverokên wan, mekanên ku di romanên kurdî de hatine bikaranîn nirxandiye û pêşkêşê xwendevanên kurd kiriye.
Ji bo di romanên kurdî de welatê kurdan, Kurdistan lêkolîner Cîhan Kaynar weha dibêje : ”Mijarên romana Kurdî bikaranîna hêmanên romanê jî diyar dikin. Di romanên Kurdî de em dibînin ku ”welat” mekanê serekeye. Li dû vê mekanên sirgûnê dertênpêş, bi taybetî Stenbol û rojavayê Tirkiyê. Romana ”Bîra Qederê” a Mehmet Uzun de em Stenbolê wek mekanê sirgûnê dibînin. Xeyn ji van welatên Ewropa jî wek mekanên sirgûn û diyasporayê ne di romanên Kurdî de…di romanên Kurdî de mekanekî din gund û gundewarî ye. Di gelemperiya romanên kurdî de têkiliyên civakî a gundan, paşdemayî, çand û bîr û baweriyên wan tên vegotin. Di van romanan de jiyana rojane bi zimanekî hêsan û sade tê vegotin….zilma dewletê a li ser gundiyan jî di van romanan de wek mijareke mekanî dertê pêş. Di romanên Kurdî de wek mekan bajar jî dîsa di peywenda xerîbî, zilm, biyanîbûn, sirgûn û dûrketinê de dixuye….Welatê parçebûyî a Kurdan jî dîsa di romanan de bi têgeha mekanî re têkildar e. Têkiliya bajar û lehengan bi parçeyên din a welat re di vegotina romanên Kurdî de dertê pêş. Di romanên Kurdî de welat bi wateya nasnameyê re yek tê dîtin. Ji ber vê yekê her tim li hember hêzên dijber tê parastin. Li gel vê em dibînin rewşa mewcûd a welatê Kurdan jî bi awayek neteweperwer tê vegotin.” Rûpel : 50 – 51.

Di beşa dawî a pirtûkê de lêkolîner C. Kaynar hem mekanên di hersê romanên kurdî de şîrove dike û hem jî naveroka cîhana hersê romanan rave dike.

Wek gotiya dawî ez vê bibêjim; pirtûk lêkolîneke serketî ye, ji hêla mijara xwe ve asoyên mirov rohnî dike, gelek tişt bi xwendevan dide fêr kirin û tê de derbarê romana kurdî de agahdariyên girîng hene. Mekanên di cîhana romanên kurdî de bi şêweyeke zanîst hatine analîzkirin. Lewre jî ez dibêjim divê xwendevanên/xwînerên kurd û bi taybetî jî romannivîserên kurd vê pirtûka hêja a lêkolînî bikirin û bixwînin.

Lokman Polat 

About Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Check Also

Li gorî Bediuzzaman: Hişmendiya Miletbûnê

Li gorî Seîdê Kurdî di şiyarbûna Kurdan de qonaxek girîng şiyarbûna di hişmendiya miletbûnê de …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *