Kurd Divê Bi Zimanê Xwe Berxwebidin

✍️  Mîrza Takîn

 

Dewlet di vê sîstemê de israr dike, ma rêyek ji bo derketina vê rewşê tune ye?
Di vê xalê de berpirsiyariyeke mezin dikeve li ser milê rewşenbîrên kurd, yên ku ji bo kurdan siyasetê dikin, çapemeniya kurd, nivîskar û hunermendan.

Divê em bi xwe jî bipejirînin ku em têra xwe xwedî li ziman û çanda xwe derneketin.
Me di xebatên siyasî yên xwe de Kurdî wekî zimanê bingehîn an jî sereke bi kar neanî.
Di rojname, pirtûk, kovar û axaftinên xwe de jî me Kurdî wekî zimanê sereke neanî.

Lê belê, her çi bawerî, îdeolojî an siyaseta te be, tu bi çi bawer dikî bike — vê yekê bi zimanê xwe yê ku dixwazin wê tunebikin nîşan bide; têkoşîna xwe bi zimanê xwe bike.

Xêra xwe, gava tu ev dikî, di çavên çepgiran de dibî “netewperest”, di çavên îslamîstan de jî dibî “qewmperest”.
Lê gava tu bi zimanê serdestan biaxivî an binivîsî, tu ji çepgiriyê an jî ji îslamîstiyê nayê derxistin!
Ma ev tiştekî adî ye?
Divê ev etîket bên redkirin.

Kurd divê bi zimanê xwe berxwedanê bikin.
Siyasetmedarên kurd jî divê bi zimanê xwe bigihêjin gelê xwe.
Hetta, tu saetên dirêj bi tirkî biaxifî, lê pênc deqeyên axaftina xwe bi kurdî bikî ewqas tesîr dike ku, axaftina te ya dirêj ya tirkî nikare bike.

Wekî ku siyasetmedar bi pêlavên xwe nayê mala gel, wek wiha jî divê bi zimanê serdestan neyê nav gelê xwe.

Kurdî mîna berfê ku ketîya li bin baranê dihele.

Heke zimana dayikê te di her warê jiyanê de tê paşguhkirin, qedexekirin, astengkirin, di dibistanan de nayê fêrkirin, di parlemana dewletê de bi “X” tê binavkirin û biçûkxistin, divê tu helwestekê radîkal nîşan bidî.

Kurdî mîna berfê ku ketiye bin baranê, di hember vê baranê dihele û tu ji berfê re dibêjî “berxwedan bike!”
Heta qeşayên mezin jî li hember vê baranê nikarin rawestin.

Em dikarin Kurdî bi axaftin, nivîsandin û bi israrkirinê li ser vê yekê zindî bihêlin.
Heke tu li bendê bî ku “rojekê dewlet dê demokratîk bibe” an jî “dema kurd mafên xwe digihînin, ev pirsgirêk dê çareser bibe,” dibe ku wê rojê zimanekî te ku tu bikaribî biaxivî nemîne, an jî tu kesên ku bi vî zimanî bikaribî biaxivî, bi mûman bigerî. Li her dem û her derê Kurdî divê em bijîn.

Parastin û dewlemendkirina zimanê Kurdî erkeke netewî ye! Zimanê me rûmeta me û hebûna me ye.

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Macirê – Ji Deftera Kurmancî | 1

Macirê, destê wê li ser trabzanên şaneşînê ku berê wê li çiyê bû, bi porê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *