Di nav zarokatî û mezintiya xwe de diçû û dihat, qet nizanibû yê çawa bibe, her roj suprîzê nû derdiketin pêş. Xwe her roj di nav îmtimhaneke nû da didît. Yekcara bawer nedikir ku ew kesê ku hemberî ew qas tiştên dijwar bi xwe ye. Ji xwe re digot: “Haho min qet bawer nedikir ev qas tiş were serî min temam hate serî min ez çawa sebir dikim, ser dikevime, dibe ku dawiya vê sebrê nexweşiyeke giran li min bigre û min bernede.”
Lê ew tiştan ne xeyalbûn ev sedî sed rastbûn, lê wî dixwest xwezî ev tiştan ne rastbûna an xeyalek an jî xewnekbûna ku dema hişyar bibûya ew tiştên ku dîtine gîşkî bifiriyan û biçûna. Jixwe her tim xewn didît û hînbûbû xewna û dixwest dîsa ji xewna qambax hişyar bibe.
Dema xortaniya xwe xeyalên xwe hebûn, gotinê xwe yê mezin hebûn, digot mirov kare her tiştî bi axaftinê hal bike, ma yê hemberî me jî ne mirove, mirov bi axaftinê çima ji hev fehmnekin û bi hev nekin? Dema ku ev gotina dihate gotin hevalên wî gîşkî dikeniyan lê wî çavê xwe digirtin û li gor xwe rastiyên xweyên zanistî digotin. Zanistiya wî heta ku ew tiştan hatine serî bû, dema ew bi gotinê xwe îmtîhan bû wî got, ax û ax min nizanibû jiyan ew qas zor e, min zanibûya min ê ev gotinê beredayî negotana…
Li hemberî jiyanê ew qas zehmetî di zarokatiya xwe de kişandibû ew tecrûyeyan hemû dihatine bîra wî û ji wan hêz digirt. Zarokatiya xwe de kehke, datli firotibû, bi sandiqa boyaxê hemû bajêr digerîya, sol boyax dikirin, gelek mirovên ters û bêfehm derdiketine hemberî wî lê wî bi temenê xwe yê biçûk ev xerabiyan absorbe dikirin û motîwasyone xwe nedişkand, her roj bi motîwasyoneke nû, bi hêvîyeke hîn xurt derdikete nav sûkan û ji bo qezenca xwe gav diavêtin, xwe bi xwe re digot ”ez ê rojekê rehet bikim.”
Tim xwestineke xwe hebû digot ez duçerxeke xwe bistînim û bi dilê xwe her derê bigerim, carekê perê xwe kom kirin û bi rastî jî duçerxeke xwe kirî bi kêfxweşî lêbû heta mal jî hat lê dayîka vî ji qeza û belayan pir ditirsîya, got qet nabe divê tu vê duçerxê bibî bidî xwedîyê wî, ew kêfxweşîya wî jî di qirikê de mabû. Ew kêfxweşbûna kurt domiya bû û xemgînîyeke mezin hatibû li ser dilê wî rûniştibû. Tiştekî wiha heye dema mirov tiştekî pir bixwaze û negihîjê/dest nekeve ew tişt pir biçûk û bêqîmet be jî ber çavê mirov pir mezin dibe û biqîmet dibe. Hûn jî dizanin, dema ku mirov keçikekê hez dike ku ew keçika bibêje na, wê çaxê ew keçika ber çavê mirov dibe şahbanû û salan nayê bîrkirin. Ew duçerxa jî wek wiha dilê wî de wek şahbanûyekê mezin û şêrîn bibû lê nikaribû dayika xwe re bigota na.
Her tim dixwest bixwîne û bibe xwedî kesekî xwende û lê li ber wî astengiyeke mezin hebû bavî digot lawê min nexwîne were em firinê bişoxlînin. Lê wî qet firin hez nediker tenê xeyalê wî de xwendin hebû wî tim dixwest bixwîne û bibe mirovekî xwende. Ji bo xwendinê jî gelekî têkoşîn pêwîst bû. Xwendin jî ne hêsan bû cihekî firina û karê amade cihekî din têkoşîneke bi salan pêwîst e divê wî biryarek bida û li ser wê biryara xwe bisekiniya. Temam biryara xwe bide jî dersên xwe gelekî xerab bûn, dixwest bixwîne lê tiştek deh caran dixwend ku fehm bike û hişê wî da bimîne. Ew tişta jî dizanibû, tim bi xwe re digot temam ez dixwazim ku bixwînim lê dersên min gelekî xerabin ez ê çawa bixwînim û ser bikevim, yanî xwestin hebû lê ne asta xwendineke baş da bû. Dibistana navîn wiha wek kor û kutekî qedand û derbase lîseyê bû. Lê bavî wî qet nedixwest lîseyê bixwîne û tim digot neçe qeyd nebe. Him xwe pê re nediçû ji bo qeydê him jî ji bo ku ew xwe neçe qeyd ne be dixwest bibe asteng. Lê wî guh neda bavê xwe û bi xwalî xwe re çû qeyda xwe kir.
Dê bidome…
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…