Cîhana Wêjeyî ya George Sand û ‘Gola Cinan’

Nivîskar û wergêr mamoste Feratê Dengizî romana “Gola Cinan” a George Sand wergerandibû kurdî. Di fûara pirtûkan a Amedê de Dengizî ew bo min îmze kir û da min. Dema min a xwendinê çêbû bixwînim û min qedand. Ji xwe di pêşgotina pirtûkê de jî mamoste Feratê Dengizî anî ye ziman ku her du beşên ewilî mîna baş rûneniştibin, lê ji du beşên ewilî şûn de çîrok diherike û mirov ber bi xwe ve dikişîne.
Cara ewilî min bi berhemek George Sand xwend. Û helbet bi wergera mamoste Feratê Dengizî û bi kurmancî. Pir xweşiya min çû. Min bêhna hevokên wergerê ji nava metnên romanê nekir û bi herikîneke hêsan qedand. Nivîskara romanê bala min kişand û ketim pey şopa wê. Piştî lêkolîneke biçûk, min xwest di der barê nivîskar û berhema wê “Gola Cinan” de çend tiştan bînim ziman.
George Sand yek ji girîngtirîn û orîjînaltirîn nivîskarên wêjeya fransî ya serdema xwe ye. Navê wê yê rastîn Amantîne-Lucîle-Aurore Dupîn e. Di navbera sedsala 19’an de bandoreke mezin li cîhana wêjeyê kiriye. Bikaranîna wê ya bi navekî mêran ku bala mirov dikişîne û helwestên wê yên li dijî pîvanên civakî, ew kir yek ji kesayetên awarte yên serdema xwe. Tê îdîakirin ku femînîst e. Di sala 1804’an de hatiye dinê û di sala 1876’an de jî miriye. George Sand nasnameya wêjeyî bi serxwebûna rewşenbîrî, rexnegiriya civakî, dilsoziya bi tevgerên romantîk û tundiya hestyarî ve girê daye û derketiye pêşiya xwendevanê xwe.

Kesayetiya George Sand û aliyê wê yê wêjeyî
George Sand li dijî pêkhateya civakî ya hişk a serdemê wekî kesayetekî berxwedêr derdikeve pêş. Wê di jiyana xwe ya azad de nivîsandineke azad hilbijartiye. Li hemberî sînorên jinbûyînê, di civaka serdest a mêr de li ber xwe daye. Fikir bi mirov re çêdibe, gelo bikaranîna navê mêran ji bo veşartina nasnameya xwe û parastina azadiya xwe hilbijart, an na? Lê di metnên berhemên wê de vê helwesta wê dike serhildanek ku ne tenê di qalibê wêjeyê de bikar bîne, di her warê jiyanê de xwe nîşan bide. Hem bi kesayetiya xwe ya jinê ku li hember rêgezên civakî li ber xwe dide û hem jî mîna nivîskarekê ku bi berhemên xwe di hawîrdora rewşenbîriya serdema xwe de cihekî xurt digire.
Di bin bandora tevgera romantîzm, xweza, azadî û hestên takekesî de wêjeya xwe derdixe pêş. Şêwaza nivîsandina xwe tenê bi aliyên hestyarî û romantîzmê ve bi sînor nahêle. Rexneya wê ya li ser tebeqeyên di nav civakê de xwedî radeyeke cihê ye û helwesta wê ya li hember parastina dab û nêrîtan ku bi çand û sinca gel ve girêdayî ye, di berhema xwe de bi eşkereyî rave dike. Bi kûrahiya karakterên dewlemend, analîzên derûnî û mijarên ku bi newekheviya di nava civakê de rû bi rû re maye mijûl dibe û wê bi vî awayî dike kesayetek wêjeyî ya serdema xwe.

Romana “Gola Cinan”
“Gola Cinan”, yek ji berhemên George Sand e ku di sala 1842’an de hatiye weşandin. Wêjeyê di vê romanê de bi hêmanên cihê û serxwezayê bi kar tîne. Di atmosfereke romantîk û estetîk de dihûne. Di vê berhemê de Sand bi hejandineke hestyarî, her wiha eleqeya wê ya bi kûrahiya giyana mirovî û aliyên nepenî yên derveyî xwezaya mirovî derdixe pêş.
Roman bi taybetî bi ravekirinên xwezayî û bi kûrahiyeke derûnî navdar e. Mijara sereke jî nakokiyên navxweyî yên mirov û trajediyên ku di navbera evîn û jiyanê de rû bi rû dimîne ye. Xweza dibe yek ji dînamîkên bingehîn ên avakirina vê romanê. Û ev yek jî dibe yek ji taybetmendiyên wêjeyî ya Geogre Sand a herî balkêş ku “Gola Cinan” bi hurgulî bihûne. Her çendî li ser karekteran û evîneke bêhempa bisekine jî. Wateyeke mecazî bi berfirehî hildigire û têkiliyên di navbera kesayet û civakê de pê re dipirse. Lehengên romanê di atmosfereke nepen de, carinan di bin bandora xweza û têkiliyên dan û stendinê de dikeve nava tekoşîneke navxweyî û da ku mirov li xwe hûr bibe.
Lê mixabin, di her serdemê de ew qalibê ku nayê gûhertin û heta roja me ya îroyîn hatiye, tim dertê pêşiya mirov. Ji aliyekî ve bêçaretiya mirov li hember xwezayê û rastiya heyî nîşan dide û ji aliyê din ve jî teqez dike ku divê mirov bi aliyê xwe yê tarî ku di nava xwe de dihewîne, rû bi rû bimîne û xwe bidahurîne. “Gola Cinan” ji berhemeke wêjeyî wêdetir, nakokiyên di navbera pêkhateyên civakê, kevneşopî û azadiya kesayetiyê de wiha radiweste û derdikeve pêş. Georhe Sand di vê xebata xwe de ne tenê bi nakokiyên navxweyî yên kesayetî re mijûl dibe, bi helwesta xwe ya li dijî nîzama civakê jî disekine û balê dikşîne ser xwe.

Encam
George Sand ne tenê li ser edebiyata fransî, çawa li ser edebiyata cîhanê jî şopek mezin hiştiye, her wiha bi wergera mamoste Feratê Dengizî dikeve nava cihana wêjeya kurdî û dirbeke mayînde li dû xwe dihêle. Kesayetiyeke wiha wêreke ku bi helwesteke tund, di vê berhema xwe ya wêjeyî de li dijî pîvanên hişk ên serdema xwe derdikeve. “Gola Cinan”, bi vê wergerê re em ê bi rexneyên civakî û zehmetiyên di serdemê de çawa bandor ser karakteran kiriye û tekoşîna kesayetî li hember cîhana hundirîn çawa têdikoşe, bi pirsên cihêreng bibînin.
Berhem vî awayî hêjayî xwendinê ye. Helbet bi wergera mamoste Feratê Dengizî ku bêhna wergerê qet jê nayê û di cîhana wêjeya kurdî de, wiha cîhekî xwe yê bêhempa bi dest dixe.
Not: Ji bo yên bixwazin, “Gola Cinan” ji Weşanên J&J’yê par darketiye.

Hogir Berbir- Diyarname

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Macirê – Ji Deftera Kurmancî | 1

Macirê, destê wê li ser trabzanên şaneşînê ku berê wê li çiyê bû, bi porê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *