Ev pirtûka li ber destê we pirtûka nîvîskar ya pêncan e ku ji çîrokan pêktê.
Mahmut OZÇELİK di sala 1970an de li gundê Qelencuxê ku girêdayî navçeya Mûşê, Gimgimê ye hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li Gimgimê ya lîsê jî li Bedlîsê li dibistana mamosteyiyê xwend. Piştî lîseyê li bajarê Samsunê, Zanîngeha 19 Mayisê beşa mamostetiya dîrokê qedand. Nêzîkî sîh salan e mamostetiya zanînên civakî dike. Di derketina “Kovara Felsefevan” de ku di weşangeriya kurdî de yekemîn kovara felsefeyê bû, bi nivîsên xwe yên felsefîk cih girt. Berhema wî ya yekem “Beytika Gewrik” ji kurteçîrokan pêk dihat û di nav Weşanên Ava de, di sala 2013an de çap bû. Berhema ku wekî “Guldesteyek ji Romanên Kurdî” hatiye binavkirin, berhema wî ya duyem e, nirxandinên li ser romanên Kurdî dihundirîne û bi çapa xwe ya dijîtal ji Weşanxaneya Çandnameyê di sala 2020an de derçûye.
Pirtûka wî ya bi navê Felsefe Fikirîna Pirhêlî ye ji nivîs, gotar û lêkolînên felsefîk pêk tê. Sê Pîrozî pirtûka wî ya çaran e ku ji kurteçîrokan pêk tê. Herdu pirtûk jî bi çapên xwe yên dijîtal ji Weşanxaneya Çandnameyê di sala 2024an de derçûye.
Ev pirtûka li ber destê we pirtûka nîvîskar ya pêncan e ku ji çîrokan pêktê.
Pirtûkên Mahmut Ozçelîk ên din:
e-Pirtûka ‘Felsefe Fikirîna Pirhêlî Ye’ ya Mahmut Ozçelîk Derket!
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…
