Hejmara (23) a Kovara Şermola Derket‏‏‏‎

Hejmara (23) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin,
derket.
Dosyaya vê hejmarê "Pirtûkxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê" ye , di hejmarê de hejmarek
nivîskar û rewşenbîran nêrînên xwe li ser rola pirtûkxaneyan di jiyana wêjeyî û çandî de û
girîngiya avakirina Pirtûkxaneya Niştimanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, anîn ziman. Her wiha
Desteya Sernivîskariyê ya kovarê raporek li ser rewşa pirtûkxaneyên Bakur û Rojhilatê
Sûriyê amade kiriye.
Her wiha di hejmarê de çend mijarên wêjeyî û çandî ku ji aliyê bi nivîskarên Rojavayê
Kurdistanê ve hatine nivîsîn hene.
Hejmara (23) a kovara Şermola 184 rûpel in, bi kurdî û erebî hatiye çapkirin.

Di beşa kurdî de ev berhem hene:
pêşekî
– Pirtûkxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê “Pirtûkxaneya Niştîmanî Pêwîstiyeke Tekez
e”..(Desteya Sernivîskariyê)
Dosyaya Hejmarê
– Rapirsiya “Şermola” derbarê rola pirtûkxaneyan û avakirina Pirtûkxaneya Niştimanî ya
Bakur û Rojhilatê Sûriyê.. (Desteya Sernivîskariyê)
– Pirtûkxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Desteya Sernivîskarîyê)
Hevpeyvîna Hejmarê
– Li gel Nivîskar Ebbas Mûsa ye (Hevpeyvîner: Aram Hesen)
Lêkolîn
– Ji helbestên Melayê Cizîrî: DÎSA JI NÛ BÊHAL E DIL .. (Diyar Bohtî)
-Kurd û Perwerde .. (Berzo Mehmûd)
Pirtûkên Derketî
– Pirtûkên Derketî.. (Desteya Sernivîskarîyê)
Serbest
-Kanî Kekê Min?!.. (Salihê Heydo)
Helbest
– Ez li vir im.. (Mihemed Cumaa)

– Hew.. (Aras Qasim)

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Helbest | Rewşa Zana û Nezan

Bîr, bi zanistîyê ronî ye L’ba hişronî şev wek rojê ye   Heger hişê te …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *