Tu helbestî tijî hestî li nîgara min bestî
nizanim çima min didî westî li çerxa hêvîyên mestî
Helbestî, mebestî, li wê rojê tîna xwe didî hestî
ji kûr ve dinalim ez jibo wê, dîdara dilperestî
Tu helbestî bo te şagirtim, qelem li dest xêzdikêşim
liser rûpelên dil; navê te dineqşînim wek gul
dixwînim wek bilbil bi zarê nivişta wêjeya ji dil
li parzemîna derûnê de,li peyê şopa te çav digerînim
carek were bi deng were,
carek were bi his were
carek were bi ken were
carek were bi xweşbînî were
were bi gul were
çavên xwe ên bi kil were
rûyê xweyê zozanî were
bi qefayên ber singa xwe were
bi baxû bistan û mêrgû gelîyîn xwe were
liser hestê bedewîya dil aramîya xwe bi Aştî were
were welatê rojû agir zozanê erdexan û şerefdînê were
were liser pîvanên bedewîya birca belek li cizîrê were ..
liber bilindayîya çîyayê Agirî wek ar hilbe were
Tu yî helbest wekî helwesta xemên min were
were wek sîpan, bi xweşîya bedewîya çîyayê bilêcanê were
wek nêrgiza koh û zozanan were,
wek dîdara di paxila qefayê qeşengîyê de were
bi xul xule wek çemû rûbar û bedewîya welatê kurda were
Bi xweşbînîya xwe a wek Amedîye Şeladiz Akrê û Avaşîn were
were Wan û Bedlîs gola wanê şirûşta xewnên helbesta min were
Çav li çarînên qulbenameyên rewş nêrînên kil û birhên bedewîya te me were
Bawer Berbang
29-07-2024
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…