Ji Bo Lêkolînên Kurdolojîyê Bîbliyografyaya Tezên Ziman Û Çand/Edebiyata Kurdî (2020-2023)

Fırat ATILGAN
Xwendekarê Mastirê
Zanîngeha Wanê
Ziman û Edebiyata Kurdî
atilganfirat30@gmail.com
Orcid: 0009-0003-4813-3347

Fatoş ARSLAN
Xwendekara Mastirê,
Zanîngeha Wanê,
Ziman û Edebiyata Kurdî
fatos65arslan@gmail.com

Hakan ÇELİK
Xwendekarê Mastirê
Zanîngeha Wanê
Ziman û Edebiyata Kurdî
rezdarclk30@gmail.com

DOI: 10.56491/buydd.1494627

Jêgir:

ATILGAN, F., ARSLAN, F û ÇELÎK H. (2024). Ji bo Lêkolînên Kurdolojîyê Bîblîyografyaya Tezên Ziman û Çand/Edebiyata Kurdî (2020-2023). Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi, 10(19), 87-98

Kurte

Tezên di beşên Kurdî da hatine amadekirin ji bo xebatên Kurdolojîyê dibin çavkanî. Ji bo salên bera 2020 ê komxebatên ku ji bo bîbliyografyaya tezên doktora û lisansa bilind hatine amadekirin û ev tez ji alîyê babetê ve hatine senifandin. Armanca me ya ve gotarê ew e ku em bibin silsileya vê xebatê û di navbera salên 2020-2023 yê da yên bi zaravayên Soranî, Zazakî, Kurmancî û bi zimanê Tirkî li Zanîngeha Artûklûya Mardînê, Dîcleya Dîyarbekirê, Yuzuncuyila Wanê, Alparslana Mûşê û Bîngolê da tezên lîsansa bilind û doktorayê di beşên Ziman û Edebiyata Kurdî û Ziman û Çanda Kurdî da hatine weşandin bîbliyografyaya wan amade bikin û wan li gorî çend babetan bisenifînin. Ev xebata me wekî xebatên bîbliyografyayê yên din dê bibe alîkarîya kesên ku bixwazin ji wan tezan sûd werbigrin.

Peyvên Sereke: Bîbliyografya, tezên lisansa bilind û doktorayê, ziman/çand û edebiyata Kurdî, xebatên Kurdolojîyê

DESTPÊK

Di navbera salên 2011-2012’yan da li Tirkîyeyê cara ewil li zankoya Mardînê Zanîngeha Artûklûyê di bin banê Fakulteya Edebiyatê beşa Ziman û Edebiyata Kurdî programa lîsansê vebû û di heman salê da xwendekar wergirtin. Bi vê munasebetê li bajarên wekî Dîyarbekir, Wan, Mûş, Bîngol û Dêrsimê jî beş vebûn. Gav bi gav di van zankoyan da programên cihe vebûn. Hin zanîngehan bi tenê pragrama lîsansê, hinekan lisansa bilind, hin zankoyan tenê programa doktorayê û hinekan jî du yan jî sê program pêkve dan despêkirin. Xwendekarên vê beşê di gelek zanîngehan da bê cudabûna programê bi teza dawîya perwerdehîyê mezûn bûn.

Ji bo karxebatên Kurdolojîyê û bi taybetî xebatên akademîk yên van beşan tezên ku hatine amadekirin gelek giring in. Me jî hewil da ku em tezên van çar salên dawîyê berhev bikin. Ev xebata me dê bibe çavkanîyek ji bo lêkolîneran. Armanca me ya vê gotarê ew e ku em di navbera salên 2020-2023’an da tezên lisansa bilind û doktorayê yên van pênç zankoyan berhev bikin. Ev komxebata me dê bibe silsileya xebata ku di sala 2017’yê da bi navê “Bîbliyografyaya Tezên Beşên Kurdolojiyê yên li Tirkiyeyê (2011-2016)”(Aykaç: 2017) hatîye kirin. Ev xebate di sala 2019 da hate rojenekirin. Piştî vê xebatê herî dawî di sala 2021’ê da bi heman awayî hatê hazirkirin.  Em jî bi vê gotarê dê bibin silsileya wê xebatê.

Emê vê gotarê da bîbiyografyaya tezên ku di navbera salên 2020-2023’yê da li Zanîngeha Mardîn Artûklûyê, Wan Yuzuncuyilê, Dîyarbekir Dîcleyê, Mûş Alparslanê û Bîngolê bi zaravayên soranî, zazakî û kurmancî hatine nivîsîn amade bikin. Me cih da tezên ku di beşên Ziman û Edebiyata Kurdî û Ziman û Çanda Kurdî da bi Tirkî hatine amade kirin jî. Ev komxebata me tenê berhevkirina tezan nabe. Emê tezên ku me berhev kirî beş bi beş bisenifînin. Da ku lêkolîner bi rehetî jê sûd werbigirin û emê daneyên berê jî berawird bikin.

RÊBAZ

Em ji bo bîbliyografyayê hazir bikin, me li nav xwe da zanîngeh belav kirin. Her yekî me tezên zanîngeha ku mijara lêkolîna wî ye li ser “YÖKTEZ”(Navenda Tezên Perwerdeya Bilind a Turkiyeyê)’ê dît û li bin serenava zanîngehê berhev kir. Piştra me hemû tezên hatine berhevkirî serhev anîn û hejmara tezan li gorî salan û zanîngehê dabeş kirin. Beşên Kurdî li enstituyên zimanên jîndar û zanistên civakî hatine vekirin.  Hinek zanîngehan da hem beşa Kurdî hem jî beşa Zazakî heye.

Armanca me ya vê gotarê ya sereke ew e ku em bîbliyografyaya tezan li gorî biwarên di bin hinek serenavan da tasnîf bikin. Tezên me komkirî li gorî van biwaran hatine dabeşkirin: civaknasî, çapemenî, dîrok, edebiyata berawirdî, edebiyata klasîk, edebiyata nû, edebiyata zarokan, ferhengnasî, folklor, jînenîgarî, perwerde, sînema, wergernasî û zimannasî. Hin tez ji mijarên naveroka xwe ve babetekê zêdetir dihewîne. Me hewil da ku em tezan di bin banê hemî babetên eleqedar da qeyd bikin. Ji bo senifandina tezan me şêweya tabloyê û grafîkê bikar anî.

NAVEROK Û NIRXANDIN

Me tez li gorî zanîngehan, salan, û babetan senifandin. Me hem bi tablo û hem jî bi grafîkan da nîşandan. Di tabloyan da mirov dişêt hejmara wan, di grafîkan da jî rêjeya wan bibîne.

Di nav 110 tezanên lîsansa bilind da yek teza Soranî, 6 tezên Tirkî, 14 tezên Zazakî û 89 tezên Kurmancî hene. Herî zêde li Zanîngeha Wanê(40), herî kêm Zanîngeha Dîcleyê(7) weşandine. Di sala 2020 ê herî zêde (33), ya 2022 yê herî kêm (24) hatine weşandin. Li gorî rêjeyên babetan di nava 4 salên dawî da bi rêjeya %23’yê herî zêde li ser edebiyata nûjen(33) û bi rêjeya %1’ê herî kêm li ser şano(1) û edebiyata zarokan(1) tezên masterê hatine hazirkirin. Di nav salên ku me ji bo xebata xwe hilbijartî da tenê Zanîngeha Dîcle û Bîngolê tezên doktorayê weşandine. Li Zankoya Dîcleyê tezeka Zazakî, 4 tezên Kurmancî û 8 tezên Tirkî, li Bîngolê jî tezeka soranî, 3 tezên Zazakî, 3 tezên Tirkî û 11 tezên Kurmancî hatine weşandin.Di van Zanîngehan da tezên doktorayê herî zêdê di sala 2023’yê (10), herî kêm jî di sala 2020’ê da (7) hatine weşandin. Li gorî tezên masterê biwarên wan kêmtir in. Li ser edebiyata klasîk a Kurdî(8) zêdetirîn tez hatine amadekirin.

DANEYÊN TEZÊN LÎSANSA BILIND

Zanîngeha

Mardîn

Artûklûyê

Zanîngeha

Van Yuzuncu

Yilê

Zanîngeha

Dîcleyê

Zanîngeha

Muş

Alparslanê

Zanîngeha

Bîngolê

Yekûn
2020 8 10 2 3 10 33
2021 4 14 3 4 3 28
2022 12 4 2 1 5 24
2023 7 12 2 4 25
Yekûn 31 40 7 10 22 110

Tablo 1:  Ji bîbliografyaya hatîye berhev kirin hejmara tezên liîsansa bilind ku li gorî zanîngeh û sala hatîye qebûlkiri

Babet Hejmar
Edebiyata Nûjen 33
Edebiyata Klasîk 19
Folklor 20
Zimannasî 15
Çapemenî 7
Civaknasî 16
Jînenîgarî 15
Sînema 5
Perwerde 5
Ferhengnasî 3
Edebiyata Berawirdî 3
Dîrok 2
Şano 1
Edebiyata Zarokan 1

Tablo 2: Hejmarên tezên lisansa bilind ku li gorî babetan hatine senifandin

DANEYÊN TEZÊN DOKTORAYÊ

2020 2021 2022 2023 Yekûn
Zanîngeha Dîcleyê 5 1 5 2 13
Zanîngeha Bîngolê 2 5 3 8 18
Yekûn 7 6 8 10 31

Tablo 3: Ji bîbliografyaya hatîye berhev kirin hejmara tezên doktorayê ku li gorî zanîngeh û sala hatîye qebûlkirin

Babet Hejmar
Edebiyata Nûjen 7
Edebiyata Klasîk 8
Folklor 3
Zimannasî 7
Çapemenî 1
Civaknasî 2
Dîrok 2
Edebiyata Berawirdî 3
Perwerde 1

Tablo 4: Hejmarên tezên doktorayê ku li gorî babetan hatine senifandin

Soranî Zazakî Kurmancî Tirkî
Tezên Lîsansa Bilind 1 14 89 6
Tezên Doktorayê 1 4 15 11

Tablo 5: Hejmara tezên programan li gorî zaravayan

NAVÊN TEZÊN MASTERÊ LI GOR KATEGORÎYAN

1. TEZÊN LÎSANSA BILIND

1.1. EDEBIYATA NÛJEN

FİLİTOĞLU, Hasan. (2020). Hêmanên Folklorîk di Romanên Elîyê Evdilrehman de. Bingöl Üniversitesi.

YILDIZ, Hayal. (2020). Mijarên Hevpar di Helbestên Rojen Barnas û Nâzim Hikmet de. Bingöl Üniversitesi.

ARTEMÊT, Mem. (2020). Îmaj di Şi’ra Fêrîkê Ûsiv da. Bingöl Üniversitesi.

EKEN, Mehmet. (2021). Cih di Romanên Kurdî de. Bingöl Üniversitesi.

SUBAŞI, Ahmet. (2022). Hûrnêrîneke Semiyotîk li Ser Çîrokên Kurdî. Bingöl Üniversitesi.

KAYA, Serhat. (2022). Lêkolînek li Ser Radyoşanoyên di Radyoya Rewanê da. Bingöl Üniversitesi.

SUBAŞI, Mihriban. (2022). Hîkayeyê Roşan Lezgînî de Awanî û Tema. Bingöl Üniversitesi.

HAMZEDKI, Haliz Hasan Ismael. (2020). Binyatê vegêranê di çîrokên Kenê Parsek (Pêkenînî Geda) yên Hesen Qizilcî da. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

HAMAD, Karwan Ahmed. (2020). Bunyada Ritîmî di Helbestên Hêmin da. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

ORHAN, Ömer. (2020). Temayên Bingehîn ên Poetîka Şikoyê Hesen. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

NOORI, Shaho Jangi. (2020). Binyata Wesfê di Romanên Jan Dost da. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

DOLAMARI, Shakhawan Khoshawi Mustafa. (2020). Nostalojî di Helbestên Hacî Qadirê Koyî de.  Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

YAVUZ, Yahya. (2020). Di Romanên Mehmed Uzun de Hêmanên Folklorê. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

AKO, Arsalan Abdullah Hamad. (2021). Şêwaz di Helbestên Abdulla Peşêw de. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

ABDULRAHMAN, Bakhtiar Ismael. (2021). Deq û Wate Xwendineka Pragmatîkî (Pexşana Lawikê Min Wek Mînak). Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

ERÇAĞ, Behcet. (2021). Di Peywenda Rexneya Civakî da Temayên Sereke yên Helbesta Cegerxwîn. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

IBRAHIM, Ismael Ibrahim. (2021). Pevçûna Kulturî di Şeş Mînakên Romana Kurdî de. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

KARAKAYA, Medya. (2021). Erebê Şemo û Ferhengoka Romanên Wî. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

TAHSEEN, Mihabad Azad Tahseen. (2021). Salixdan di Romanên Jinên Behdînan da. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

RAHMAN, Muhammad Khaleel Rahmaan. (2021). Kultur di Romana Kurdî da. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

AĞDAL, Meki. (2022). Di Romanên Ferhad Pîrbal de Şopên Bêcîwarîyê. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

GÜLER, Songül. (2022). Di Berhemên Helîm Yûsiv de Diyardeya Penaberîyê. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

SHAREEF, Qais Ismael. (2023). Şêwazê Avakirina Regezê Karekterî di Romanên Xweşiya bi Êş û Cemşîd Xanî Mamim da. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

ABDULLAH, Zhevan Bakr. (2023). Karektera Marjînal di Edeba Kurdî bi Mînakê Romanê (Yadewerî Bûkelekan)ê Karwan Kakesûr. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

KAYNAR, Cihan (2020). Hêmana Mekanê di Romana Kurdî (Kurmancî) de: Mînakên Mijabad, Labbîrenta Cinan û Gerîneka Guernîcayê.  Muş Alparslan Üniversitesi,

SARIGÜL, Şehadet (2020). Cihê Jinê ya Civakî û Gengê Jinê di Romana Kurdî(Kurmancî) de. Muş Alparslan Üniversitesi,

GÜN, Elif (2021). Ji Perspektîfa Rexneya Femînîst ve Lêkolînek li Ser Çîrokên Kurdî(Kurmancî).  Muş Alparslan Üniversitesi,

BOZKURT, Harun (2022). Hetê Ewanî û Temayan ra Analîzê Romanê Denîz Gundizî. Mardin Artuklu Üniversitesi.

İŞÇİ, Murat (2022). Rabêja Neteweperwerîyê di Romanê Kurdên Surîyeyê da. Mardin Artuklu Üniversitesi.

AKHAN, Bedirhan (2023). Nirxandina Çîrokên Mihemed Şarman di Peywenda Gotara Postkolonyal de. Mardin Artuklu Üniversitesi.

ERİŞEN, Baver (2023). Sembolîzm di Helbesta Kurdî ya Nûjen de. Mardin Artuklu Üniversitesi.

DALAR, Abdurrahman (2022). Risteyên Kompleks di Bazeber’ê da. Mardin Artuklu Üniversitesi.

ÇELEBİ, Ayşegül. (2020). Di Romana Bextiyar Elî ya Hinara Dawî ya Dinyayê da Realîzma Efsûnî. Diyarbakır Dicle Üniversitesi.

1.2. EDEBIYATA KLASÎK

TİTİZ, Fahri. (2020). El-Cewahîru’r Reşadîye fî Sîretî’n-Nebewîyye ya Mela Nûrûllahê Godişkî (Metn û Lêkolîn û Ferheng). Bingöl Üniversitesi.

YILDIZ, Zeynep. (2020). Lêkolînek li Ser Dîwana Şêx ‹Ebdurrehmanê Aqtepî (Rûhî). Bingöl Üniversitesi.

ERDOĞMUŞ, Mehmet. (2020). Mewlîd û Eqîde yê Mela Muhemmedê Muradanî. Bingöl Üniversitesi.

ALPARSLAN, Erdoğan. (2021). Ferhenga Edebiyata Kurdî ya Klasîk. Diyarbakır Dicle Üniversitesi.

SALIM, Fehmî Kareem Hamad. (2020). Di Çîrokên Mele Mehmûdê Bazîdî da Kesayetîyên Dîrokî. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

İNCİ, Veysi. (2020). Îqtîbas di Edebiyata Kurdî ya Klasîk da (Helbestên Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Ehmedê Xanî û Melayê Bateyî). Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

SALIH, Bewar Abdullah. (2021). Şêx Tahirê Şoşî (1917-1962) di Edebiyata Kurdi de. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

MIHO, Ihsan Shaban. (2021). Kirdeyên Axiftinê di Gotara Ayînî da (Gotarên Mela Mistefa Rêkanî Wek Nimûne). Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

HASAN, Sipan Salim Hasan. (2021). Regezên Çîrokê di Mem û Zîna Ehmedê Xanî da. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

AYDIN, Rozerin. (2022). Di Edebiyata Kurdî de Têgiha Meyê û Hêmanên Girêdayî Wê -Mînak Dîwana Melayê Cizîrî, Helbestên Feqîyê Teyran, Mem û Zîna Ehmedê Xanî. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

DENİZ, Furkan (2021). Mela Mûsayê Celalî û Tehlîla Şehra Wî ya Li Ser Mem û Zînê.  Muş Alparslan Üniversitesi,

ŞENTÜRK, Mehmet (2021) Jiyana û Hûnera Molla Abdurrahman Weledî û Lêkolîna Berhema Mevluda Faxri ‘Alemê Muhammed (sa) û Mukayesya Vî Mewlûdî din Nava Mevlûdê Kurdî de Çi ye. Muş Alparslan Üniversitesi,

YILMAZ, Mazlum (2023). Helbestên Mela Ebdulmecîdê Gulordî (Metn Û Lêkolîn). Muş Alparslan Üniversitesi,

ATMACA, İbrahim (2020). Xizna W’ezan: Dîwançeya Hilmî (Şêx Ehmed Hilmîyê Dêwreşî). Mardin Artuklu Üniversitesi.

ERTAŞ, Mustafa (2020). Mewlûda Heyderî (Şêx Muhemmed Emînê Heyderî) û Berawirdkirina bi Mewlûda Bateyî re. Mardin Artuklu Üniversitesi.

KARAK, Mehdî Zana (2020). Dîwançeya Şêx İsmetullahê Karazî. Mardin Artuklu Üniversitesi.

YILDIZ, Mehmet (2020). Dîwana Heyderî (Şêx Mihemed Emînê Heyderî) – Metn Û Vekolîn.  Mardin Artuklu Üniversitesi.

BIŞAROĞLU, Seher (2022). Cengnameya Hezretî Alî Gezweta Huneyn ‘a Mela Yasînê Alîkî  -Metn Û Lêkolîn-. Mardin Artuklu Üniversitesi.

OĞURTAY, Nihat (2023). Ajal û Nebat di Dîwana Melayê Cizîrî da. Mardin Artuklu Üniversitesi.

1.3. FOLKLOR

FİLİTOĞLU, Hasan. (2020). Hêmanên Folklorîk di Romanên Elîyê Evdilrehman de. Bingöl Üniversitesi.

HAMARAT, Handan. (2020). Hekimêniya Şari yê Çoligi û Termġnolojiyê Weşiye. Bingöl Üniversitesi.

SÖNMEZ, Hıdır. (2020). Elevîyanê Zazaunê Dêrsimî de Îtiqat û Rîtuelî. Bingöl Üniversitesi.

SEPTİOĞLU, Pervin. (2020). Sanikî Mintiqaya Guevdereyî (Metîn û Tehlîl). Bingöl Üniversitesi.

YAKIŞAN, Bilal. (2021). Hîkayeyanê Şarî ê Zazakî de Sembolîzmo Arketîpî. Bingöl Üniversitesi.

BAYNAL, Büşra Aslan. (2022). Folklorê Dewanê Gilbê, Gêlan û Mezrayanê Gêlan ê Mintiqaya Naxşani. Bingöl Üniversitesi.

YILDIZ, İsmail. (2022). Estaniki Hêni (Tedqiq û Metin). Bingöl Üniversitesi.

AYDIN, Tansu. (2023). Tunceli Burmageçit ve Aktuluk Köylerinin Folkloru. Bingöl Üniversitesi

BİNGÖL, Ferda (2021). Di Edebiyata Kurdî de Wek Lehengekî Mîtolojîk Rustemê Zal. Muş Alparslan Üniversitesi,

MATYAR, Berivan. (2022). Pêvajo û Kevneşopîyên Dawetên Gundê Çîçikayê. Diyarbakır Dicle Üniversitesi.

YAVUZ, Yahya. (2020). Di Romanên Mehmed Uzun de Hêmanên Folklorê. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

RAHMAN, Muhammad Khaleel Rahman. (2021). Kultur di Romana Kurdî da. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

MENDANÎ, Abdulhameed Ramadhan Sito. (2023). Viyan û Hezjêkirin û Pehlewanî di Çîroka Folklorî ya Kurdî de Mînaka Hiznî û Hesînayê . Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

ERBAŞ, Murat. (2023). Çanda Devera Şemzînanê. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

PERTAV, Vildan (2022). Analîza Çîrokên Daresayî yên Herêma Curnê Reş li Gorî Rêbaza Vlademîr Propp. Muş Alparslan Üniversitesi,

ÇELİK, Ayetullah (2023). Di Destanên Kurdî da Motifa İmtihanê. Muş Alparslan Üniversitesi,

BENEK, Cahît (2021). Toponomî di Vegotinên Gelêrî da (Li Herêmên Hezex û Nisêbînê). Mardin Artuklu Üniversitesi.

AKTAŞ, Nurcîhan (2022). Tespîtkirin û Tesnîfkirina Nirxên Civakê di Çîrokên Herêma Nisêbînê da. Mardin Artuklu Üniversitesi.

AYTEKİN, Hacı İbrahim (2022). Kîtabanê Hîkayeyê Zazakî yê Moderni de Bawerîya Şarî. Mardin Artuklu Üniversitesi.

SERT, Mehmet Selim (2023). Edebiyatê Şarî yê Pîranî Ser o Yew Cigêrayîş. Mardin Artuklu Üniversitesi.

1.4. ZIMANNASÎ

KHOSHNAW, Saman Ramazan Abdullah. (2023). Firawankirdinî Girêyî Naw le Zarî Kirmancî Nawerastî Zimanî Kurdî da. Bingöl Üniversitesi.(Soranî)

KESER, Tolga. (2023). Mamekîye de Durimê Dersanê Jîanê Zazakî. Bingöl Üniversitesi.

DEMİRKAYA, İslameddin. (2021). Hevberkirina Daçek û Gihanekên Kurdî (Kurmancî) û Ingilîzî. Diyarbakır Dicle Üniversitesi.

ISMAEL, Abdullah Asaad. (2021). Hoker di Alîyê Wateyê ve Lêkolînek ya Berawirdî ye di Navbera Zaravayê Kurmancîya Navîn û Jorîn. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

HUSSEIN, Hussein Qader. (2021). Berawirdkirina Rengdêran di Alîyê Wateyê da-Mînak Kurmancîya Navîn û Kurmancîya Jorîn. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

MIHO, Ihsan Shaban. (2021). Kirdeyên Axiftinê di Gotara Ayînî da (Gotarên Mela Mistefa Rêkanî Wek Nimûne) . Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

ABDULLAH, Saman Hazim. (2021). Cînav Ji̇ Hêla Wateyê ve (Di̇ Navbera Zaraveya Kurmancîya Navîn û Kurmancîya Jorîn da) . Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

MIKAIL, Harem Hussein. (2022). Rola Amrazên Pevgirêder di Avakirina Deqênî. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

AMO, Araz Khalaf. (2023). Kirdeya Hoşdarîkirinê di Gotinên Mezinan de. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

SARUHAN, Fatime. (2023). Morfolojîya Navdêrî ya Kurmancîya Herêma Qoçgirîyê. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

AKBAŞ, Serdar (2020). Analîzek li Ser Rêzimana Kurmanciya Hekariyê. Muş Alparslan Üniversitesi,

TOPRAK, Behçet (2022). Serborîya Hewldana Standartkirina Kurdîya/Kurmancî li Tirkîyê Ji Kovara Hawarê Heta 2022an. Mardin Artuklu Üniversitesi.

SUBAŞI, Eyüp (2023). Avanîya Tebatî di Zaravayên Kurdî de. Mardin Artuklu Üniversitesi.

ŞAYBAK, Zana (2023). Metoda Vejandina Zimên: Mînaka Kovara Hawarê. Mardin Artuklu Üniversitesi.

TEKEŞ, Hakan. (2021). Berawirdkirina Hokeran di Kurdî (Zaravaya Kurmancî) û Ingilîzî de. Diyarbakır Dicle Üniversitesi.

1.5. ÇAPEMENÎ

KAYA, Serhat. (2022). Lêkolînek li Ser Radyoşanoyên di Radyoya Rewanê da . Bingöl Üniversitesi.

MUHAMMAD, Ghareeb Majeed Muhammad. (2020). Weşangerîya Zarokan û Zimanê Ragihandinê: Mînaka Kovara Sivore. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

BENEK, Sıddık. (2020). TRT Kurdî û Tesîra Wê ya li Ser Ciwanan: Bi Mînaka Xwendekarên Lîseyên Wanê. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

AHMAD, Bayan Shaban. (2023). Pirensîbên Hevkariyê di Karîkaturên Kurdî de – Kovara Gep Weke Mînak. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

LAWAND, Shilan Younis Ahmed. (2023). Rexneya Civakî di Kovara Zankoya Dihokê ya Ekademî da. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

MİŞXİN, Yusif Muhsin. (2023). Rengvedana DAİŞ ê di Helbestên Kurdî de – Kovara Peyv Weke Minak. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

ALTUN, Oktay. (2020). Nivîskarên Kovara Hawarê û Cihê Wan di Edebiyata Kurdî da. Diyarbakır Dicle Üniversitesi.

1.6. CIVAKNASÎ

HAMARAT, Handan. (2020). Hekimêniya Şari yê Çoligi û Termînolojiyê Weşiye. Bingöl Üniversitesi.

SÖNMEZ, Hüseyin. (2020). Eleviyanê Zazaunê Dêrsimî de Îtiqat û Rîtuelî. Bingöl Üniversitesi.

YAKIŞAN, Bilal. (2021). Hîkayeyanê Şarî ê Zazakî de Sembolîzmo Arketîpî. Bingöl Üniversitesi.

BARCA, Abdullah. (2021). Muzikê Zazakî (Tetkikêko Tematîk). Bingöl Üniversitesi

ŞİMDİ, Zehra. (2023). Tunceli Zaza Aleviliğinde Geçiş Dönemleri. Bingöl Üniversitesi

ŞEMDİNOĞLU, Zeynep. (2022). Astrolojî û Rengên Wê di Jiyanê da. Diyarbakır Dicle Üniversitesi.

ABDULRAHMAN, Bakhtiar Ismael. (2021). Deq û Wate Xwendineka Pragmatîkî (Pexşana Lawikê Min Wek Mînak). Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

SARUHAN, Fatime. (2023). Morfolojîya Navdêrî ya Kurmancîya Herêma Qoçgirîyê. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

ERBAŞ, Murat. (2023). Çanda Devera Şemzînanê. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

GAWDAN, Rozhhalat Sulaiman Omer. (2023). Şêwazên Derbirîna Hizrê -Mînak: Devera Duhokê. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

SALIH, Zeyad Muhsin. (2023). Rola Zimanî di Geşedanên Civakê da -Mînak Navenda Bajarê Dihokê. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

SARIGÜL, Şehadet (2020). Cihê Jinê ya Civakî û Gengê Jinê di Romana Kurdî(Kurmancî) de. Muş Alparslan Üniversitesi,

GÜN, Elif (2021). Ji Perspektîfa Rexneya Femînîst ve Lêkolînek li Ser Çîrokên Kurdî(Kurmancî).  Muş Alparslan Üniversitesi,

KAÇMAZ, Hüseyîn (2020). Di Kilamên Elî Sîzer da Şopên Bawerîya Elewîtîyê. Mardin Artuklu Üniversitesi.

OMAR OMAR, Biryar Kemal (2020). Sembolîzma Rengan di Helbestên Emîn Botî da. Mardin Artuklu Üniversitesi.

AKTAŞ, Nurcîhan (2022). Tespîtkirin û Tesnîfkirina Nirxên Civakê di Çîrokên Herêma Nisêbînê da. Mardin Artuklu Üniversitesi.

1.7. JÎNENÎGARÎ

ÇETKİN, Abdulsamet. (2020). Klaman û Eseranê Zazaki ê Mikail Aslan de Tema. Bingöl Üniversitesi.

DOLAMARI, Shakhawan Khoshawi Mustafa. (2020). Nostalojî di Helbestên Hacî Qadirê Koyî de. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

YALÇIN, Halit. (2021). Cihê Tehsîn İbrahîm Doskî di Edebiyata Kurdî da. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

BİNGÖL, Ferda (2021). Di Edebiyata Kurdî de Wek Lehengekî Mîtolojîk Rustemê Zal. Muş Alparslan Üniversitesi,

DENİZ, Furkan (2021). Mela Mûsayê Celalî û Tehlîla Şehra Wî ya Li Ser Mem û zînê.  Muş Alparslan Üniversitesi,

ŞENTÜRK, Mehmet (2021) Jiyana û Hûnera Molla Abdurrahman Weledî û Lêkolîna Berhema Mevluda Faxri ‘Alemê Muhammed (sa) û Mukayesya Vî Mewlûdî din Nava Mevlûdê Kurdî de Çi ye. Muş Alparslan Üniversitesi,

ALTUN, Oktay. (2020). Nivîskarên Kovara Hawarê û Cihê Wan di Edebiyata Kurdî da. Diyarbakır Dicle Üniversitesi.

YILMAZ, Mazlum (2023). Helbestên Mela Ebdulmecîdê Gulordî (Metn û Lêkolîn). Muş Alparslan Üniversitesi,

ATMACA, İbrahim. (2020). Xizna W’ezan: Dîwançeya Hilmî (Şêx Ehmed Hilmîyê Dêwreşî). Mardin Artuklu Üniversitesi.

KARAK, Mehdî Zana (2020). Dîwançeya Şêx İsmetullahê Karazî. Mardin Artuklu Üniversitesi.

KAÇMAZ, Hüseyîn (2020). Di Kilamên Elî Sîzer da Şopên Bawerîya Elewîtîyê. Mardin Artuklu Üniversitesi.

ULAÇ, Melahat (2021). Meryem Xan û Temaya Hizinê di Kilamên Wê da. Mardin Artuklu Üniversitesi.

BAVLÎ, Ömer Fırat (2022). Texeyyula Nasnameya Neteweyî di Otobîyografîyên Rewşenbîrên Kurd de (1908-1960) Ekrem Cemîl Paşa, Kadrî Cemil Paşa, Nurî Dersîmî. Mardin Artuklu Üniversitesi.

BIŞAROĞLU, Seher (2022). Cengnameya Hezretî Alî Gezweta Huneyn ‘a Mela Yasînê Alîkî  -Metn Û Lêkolîn-. Mardin Artuklu Üniversitesi.

POLATTA, Habibe (2022). Dengbêjên Jin ên Radyoya Erîvanê. Mardin Artuklu Üniversitesi.

1.8. SÎNEMA

YILDIZ, Ekrem (2020). Kurtefîlm Wekî Cih û Amûrê Bikaranîna Zimanê Kurdî. Mardin Artuklu Üniversitesi.

ABID HAJANÎ, Halkat Idrees (2021). Vegêran di Sinemaya Şewket Emîn Korkî da. Mardin Artuklu Üniversitesi.

ÖZEK BAVLÎ, Kübra (2021). Self –Oryantalîzm an Jî Oksîdentalîzm? Temsîla Rojava (Occident) di Fîlmên Kurdî da. Mardin Artuklu Üniversitesi.

ESEN, Sinan (2022). Sînemaya Hiner Salem di Çarçoveya Teorîya Auteurê da. Mardin Artuklu Üniversitesi.

KİYE, Havîn (2022). Rengvedana Bîra Kolektif di Sinemaya kurdî de: Temsîla Enfalê. Mardin Artuklu Üniversitesi.

1.9. PERWERDE

KESER, Tolga. (2023). Mamekiye de Durımê Dersanê Jianê Zazaki. Bingöl Üniversitesi.

BENEK, Sıddık. (2020). TRT Kurdî û Tesîra Wê ya li Ser Ciwanan: Bi Mînaka Xwendekarên Lîseyên Wanê. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

MAHMOOD, Hakar Safar Mahmood. (2023). Pîvandina Şiyanên Gihandinê -Mînak: Xwendekarên Zanîngeha Dihokê- . Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

İLBASMIŞ, Ronya (2020). Tehlîlê Kitêbanê Dersan yê Kirdmanckî (Zazakî) yê Sinifê Pencine Heta Pedagojî, Zayendîyê Komelkî û Ziwanî. Mardin Artuklu Üniversitesi.

SADAK, Murat Bedirhan (2022). Cihê Kovara Hawarê di Dîroka Perwerdehîya Kurdî da. Mardin Artuklu Üniversitesi.

1.10. FERHENGNASÎ

ALPARSLAN, Erdoğan. (2021). Ferhenga Edebiyata Kurdî ya Klasîk. Diyarbakır Dicle Üniversitesi.

KARAKAYA, Medya. (2021). Erebê Şemo û Ferhengoka Romanên Wî. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

KOÇUK, Hüseyin (2023). Ferhenga Berhevkarîyê ya Devoka Serhedê (Di Mînakên 5 Berhemên Kurdên Kafkasyayê de. Mardin Artuklu Üniversitesi.

 1.11. EDEBIYATA BERAWIRDÎ

YILDIZ, Hayal. (2020). Mijarên Hevpar di Helbestên Rojen Barnas û Nâzim Hikmet de. Bingöl Üniversitesi.

SUBAŞI, Ahmet. (2022). Hûrnêrîneke Semiyotîk li Ser Çîrokên Kurdî. Bingöl Üniversitesi.

ERTAŞ, Mustafa (2020). Mewlûda Heyderî (Şêx Muhemmed Emînê Heyderî) û Berawirdkirina bi Mewlûda Bateyî re. Mardin Artuklu Üniversitesi.

1.12. DÎROK

MİŞXİN, Yusif Muhsin. (2023). Rengvedana DAİŞ ê di Helbestên Kurdî de – Kovara Peyv Weke Minak. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

BAVLÎ, Ömer Fırat (2022). Texeyyula Nasnameya Neteweyî di Otobîyografîyên Rewşenbîrên Kurd de (1908-1960) Ekrem Cemîl Paşa, Kadrî Cemil Paşa, Nurî Dersîmî. Mardin Artuklu Üniversitesi.

1.13. ŞANO

KAYA, Serhat. (2022). Lêkolînek li Ser Radyoşanoyên di Radyoya Rewanê da. Bingöl Üniversitesi.

1.14. EDEBIYATA ZAROKAN

MUHAMMAD, Ghareeb Majeed Muhammad. (2020). Weşangerîya Zarokan û Zimanê Ragihandinê: Mînaka Kovara. Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi.

2. TEZÊN DOKTORAYÊ

2.1. EDEBIYATA NÛJEN

ALTINKILIÇ, Ümran. (2022). Rengvedanên Postmodernîst di Romana Kurdî de. Diyarbakır Dicle Üniversitesi.

DAĞILMA, İbrahim. (2021). Edebiyato Modern ê Zazaki (Dewir, Tewir û Mewzu). Bingöl Üniversitesi.

ANUK, Nevzat. (2023). Hetê Awanî û Tematîkî ra Romanê Zazakî. Bingöl Üniversitesi.

ÇAKAR, Sinan. (2023). Çîroknûsîya Emerîkê Serdar di Edebiyata Kurdî de. Diyarbakır Dicle Üniversitesi.

ASLANOĞULLARI, Mehmet. (2023). Zazaca Teresîye Çemçe, Kilama Pepûgî, Her Çi Beno Sanike, Sileman, Kilama Şîlane, Gula Çemê Pêrre, Moriber, Barkerdena Zerrî, Pîltane ve Ti Tewrê Payîza Şîya Romanları Örneğinde Ortak Bellek -Karşılaştırmalı Bir Çalışma. Bingöl Üniversitesi

FİLİZ, Mehmet Şirin. (2020). Üç Kürt (Kurmancca) Romanında Üç Özgürlük Anlatısı (Emekçi, Kürt, Kadın). Diyarbakır Dicle Üniversitesi.

KAN, Güneş. (2022). Kürtçe Romanda Anlatıcı Perspektif ve Söylem. Diyarbakır Dicle Üniversitesi.

2.2. EDEBIYATA KLASÎK

ERTEKİN, Nurettin. (2022). Unsûrên Dînî-Tesewifî di Dîwana Hafizê Şîrazî û Melayê Cizîrî da. Bingöl Üniversitesi.

EMİNOĞLU, Nevzat. (2022). Tesewira Estetîk li Nik Melayê Cizîrî. Bingöl Üniversitesi.

GEZER, Semih. (2023). Xusrew û Şêrîna Elmas Xanê Kendûleyî (Metın-lêkolîn). Bingöl Üniversitesi.

TURAN, Cihan. (2023). Mersîye di Edebiyata Kurdîya Kurmancî ya Klasîk de. Bingöl Üniversitesi.

SEYARİ, Ahmet. (2023). Gireyên Dariştinê di Berhemên Klasîk ên Kurmancîya Jorîn da. Bingöl Üniversitesi.

APUHAN, Danyal. (2021). Diwani Mela Mehmet Demirbaş û Tehlili ye. Bingöl Üniversitesi

AYKAÇ, Yakup. (2020). Kürt Mirliklerinde Edebi Patronaj (1514-1846). Diyarbakır Dicle Üniversitesi.

ARSLAN, Mesut. (2021). Şeyh-i Meczûb Divanı (Metin-İnceleme). Diyarbakır Dicle Üniversitesi.

2.3. FOLKLOR

YILDIZ, Pınar. (2023). Dimilîyê Modanî û Fekê Înan. Diyarbakır Dicle Üniversitesi.

ATLI, Hikmettin. (2020). Di Vegotinên Gelêrî de guherînên di Navbera Civakên Etno-Dînî de(Nimûneya Kurdên Elewî û Kurdên Ezîdî). Bingöl Üniversitesi.

DEMİR, Bünyamin. (2022). Kürt ve Alman Masallarının Tip ve Motif Yönünden Karşılaştırılması. Diyarbakır Dicle Üniversitesi.

2.4. ZIMANNASÎ

KARABEYESER, Ayetullah. (2021). Zazaki di Bestoği. Bingöl Üniversitesi.

GEYİK, Resul. (2022). Taybetmendiyên Zimannasiya Kurdî (Kurmancî) di Kovara Hawarê de (Fonolojî û Morfolojî). Diyarbakır Dicle Üniversitesi.

ORAK REŞİTOĞLU, Sevda. (2022). Mînaka Standardkirina Kurdiya Kurmancî: Kovarên Hawar û Ronahîyê. Diyarbakır Dicle Üniversitesi.

YILDIZ, Pınar. (2023). Dimilîyê Modanî û Fekê Înan. Diyarbakır Dicle Üniversitesi.

SEYARİ, Ahmet. (2023). Gireyên Dariştinê di Berhemên Klasîk ên Kurmancîya Jorîn da. Bingöl Üniversitesi.

ÇİFTÇİ, Metin. (2023). Konuşmanın Etnografyası Kuramı Bağlamında Zazaca Kalıplaşmış Sözler (Bingöl Örneği). Bingöl Üniversitesi

BABAYİĞİT, Mehmet Veysi. (2020). Kürtçe, Türkçe ve İngilizce’de Atasözleri- Bağlamsal Bir Karşılaştırma. Diyarbakır Dicle Üniversitesi.

2.5. ÇAPEMENÎ

HÜSEYİN, Huner Muhammed. (2022). Rolî Midya le Geşesendinî Zimanî Kurdî û Diyalêktekanî (Kirmancî û Soranî) Kenalekanî (Rudaw, Sahar Kurdî, TRT Kurdî) Weku Nimûneyek. Bingöl Üniversitesi. (Soranî)

2.6. CIVAKNASÎ

DELİKAYA, Ömer. (2021). Venavandina Cihûwaran li Komara Tirkiyeyê: Mînaka Agiriyê. Bingöl Üniversitesi.

TOSUN, Türkan. (2023). Bîra Civakî di Kilamên Dengbêj Şakiro da. Bingöl Üniversitesi.

2.7. EDEBIYATA BERAWIRDÎ

JAHANY, Parviz. (2020). Berawirdkirina Beyta Mem û Zînê ya Kurmancî (Varyanta Oskar Mann) û Mem û Zîna Mîrza ya Hewramî. Bingöl Üniversitesi.

DEMİR, Bünyamin. (2022). Kürt ve Alman Masallarının Tip ve Motif Yönünden Karşılaştırılması. Diyarbakır Dicle Üniversitesi.

2.8. DÎROK

DELİKAYA, Ömer. (2021). Venavandina Cihûwaran li Komara Tirkiyeyê: Mînaka Agiriyê. Bingöl Üniversitesi.

TARDUŞ, İbrahim. (2020). 19. Yüzyıl İngiliz Seyahatnamelerinde Kürtler. Diyarbakır Dicle Üniversitesi.

AYKAÇ, Yakup. (2020). Kürt Mirliklerinde Edebi Patronaj (1514-1846). Diyarbakır Dicle Üniversitesi.

2.9.PERWERDE

KURT, Şehmus. (2020). Türkiye’de Kürtçe Öğretim Deneyiminin İncelenmesi (1968-2018). Diyarbakır Dicle Üniversitesi.

ENCAM

Me hewl da ku em di navbera salên 2020-2023’yê da tezên lisansa bilind û doktorayê yên li Zanîngeha Mardîn Artûklûyê, Wan Yuzuncuyilê, Dîyarbekir Dîcleyê, Mûş Alparslanê û Bîngolê di beşên Ziman û Edebiyata Kurdî û Ziman û Çanda Kurdî bi Soranî, Zazakî, Kurmancî û Tirkî hatine nivîsîn amade bikin. Me bi şêwazên cuda ev tez li gorî çend babetan senifand. Ev babet civaknasî, çapemenî, dîrok, şano, edebiyata berawirdî, edebiyata klasîk, edebiyata nû, edebiyata zarokan, ferhengnasî, folklor, jînenîgarî, perwerde, sînema, wergernasî û zimannasî ne.

Encama me ya vê gotarê ew e ku em tezên ku me berhev kirî ji alîyê programê ve(master û doktora), alîyê zaravayan ve, alîyê zanîngehan ve, alîyê sala ku hatîye weşandin û alîyê babetên ku me jêrê rave kirî ve hejmara wan dîyar bikin. Bi vê kategorîzasyonê me daneya wan jî peyda kir. Bi vî awayî me derheqê daneyên tezan da çend agahî bi dest xistin. Li gorî berawirdkirina xebatên berê tez di babetên cuda cuda da hatine hazirkirin. Tezên lîsansa bilind herî zêde wekî salên borî di edebiyta nûjen, edebiyata klasîk û folklor da hatine hazirkirin. Lê ji salên çûyî kêmtir bûne. Hejmara tezên doktorayê her sal hema hema nêzî hev in . Ev xebatata me bi hêvîya di siberojê da bibe alîkar ji bo xebatkarên Kurdolojîyê.

ÇAVKANÎ

Yıldırımçakar, Z.  Çakar, S., Güzel, Ş. “Bîbliografyaya Tezên Master û Doktorayê yên Beşên Ziman û Edebiyata Kurdî û Ziman û Çanda Kurdî (2012-2020)”, Kurdîyat 3 (2021), 67-99.

Aykaç, Y. “Bîbliyografyaya Tezên Beşên Kurdolojiyê yên li Turkiyeyê (2011-2016)”, JMS, c. 2/1, (2017), r. 119-132.

Aykaç, Y., Güzel, Ş., Çakar S., “Bîbliyografyaya Tezên Masterê yên Ziman û Edebiyata Kurdî û Ziman û Çanda Kurdî (2011-2018)”, Şarkiyat 11/2 (Tebax 2019), r. 1007-1043.

YÖKTEZ, Yükseköğretim Kurulu Başkanlığı Tez Merkezi. “Tez Sorgu”. Pêwendî 5 Nîsan 2021. https://tez.yok.gov.tr/UlusalTezMerkezi

About Rêvebir

Check Also

NARSÎSÎZMA BÊDENG

Destpêk Narsîsîzm (narcissism) taybetmendiyeke kesayetiyê ye ku bi gelek aliyên xwe ve tê nasîn. Bi …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *