Nasır KEMALOĞLU
Dema ku di malan de û di jîyana rojane de, li şûna zimanê dayîkê zimanê serdest hat bikaranîn; roj bi roj zimanê dayîkê lawaz dibe û bêguman winda dibe.
Pêwiste, em hemû Kurd, ji bona ku zimanê xwe zindî bihêlin, berpirsîyarîyên xwe yên dayîktî û bavtîyê bînin cî û mayîndeya xwe ya pîroz, Kurdî, berdewam bikin. Eger em berpirsîyarîya xwe neînin cî, em dibin sedema bîrvekirina çand û zimanê xwe.
Ez dikarim bibêjim : Rûreşîya herî mezin ew e ku meriv bi xwe bibe sedema asîmîlasyona zar û zêçên xwe.
Ji ber ku di 15’ê Gulana sala 1932’an de Mîr Celadet Bedirxan tevê hevalên xwe dest bi weşandina kovara Hawarê kirîye, 15’ê Gulanê ji alîyê gellek sazî û degehên Kurd de, ji 2006’an vir de, wek « Roja Zimanê Kurdî » tê pîrozkirin. Belê îro 15’ê Gulanê ye û roja ango cejna zimanê Kurdî ye. Ji ber vê yekê ezê bi gelemperî di derheqê ziman de, bi taybetî di derheqê Kurdî de hinek tiştan binivîsînim.
Ziman neynika çanda civakan, mor û qeyda kesayeta netewan e û bi tenê amûra qisedanê nin e. Di navbera mirovan de têgihîştin û danûstandinê çêdike. Ji bilî têgihiştin, danûstandin û qisedanê jî amûra bingehîn ya hiş, fikir û ramanan e. Di despêka dayîkbûnê de, zimanê dayîkê dibe qada çêbûna hest û ramanên merivan. Zanîn, çand û hemû bidesxistinên derûnî bi zimanê dayîkê bidest dikevin. Bi alîkarîya ziman, netew di gellek tiştan de hevbeş dibin û nirxên xwe yên neteweperwerîyê zexm dikin.
Rêzik û qeydeyên zimanan yên bingehîn û cuda he ne. Di hemû zimanan de sazûmana dengan he ye. Deng, entonasyon û kirpandin zimanan ji hev cuda dike. Ziman bi axaftin, nivîsandin û îşaretan derdikeve holê û divê hergav bi axaftin û nivîsandinê zindî bibe. Îro gellek ziman ji ber ku nayên bikaranîn û axaftin di bin xetereya windabûnê de ne. Di sala 2023’ an de ji alîyê UNESCO’yê de hat ragihandin ku ji 7000 zimanî, 3000 ziman di bin xetereya windabûnê de ne.
Zimanê me zimanekî dewlemend e. Dever bi dever, welat bi welat di axaftin û bikaranîna hemû zimanan de cudahî he ne, lê ev yek ji zimanan re nabe kêmasî, dibe dewlemendî. Zarava û devokên ku di zimanê me de he ne dewlemendîyek bêhempa dide zimanê me. Di zimanê me de pênc zarava he ne û di her zaravayek de jî bi dehan devok çêbûne. Zarava û devok zimanan lawaz nake, dewlemend û rengîn dike. Di şert û mercên giran de û di binê qedexekirin û polîtîkayên asîmîlasyonîst de zimanê me bi dewlemendî û rengînîya xwe hetanê îro li ser xwe maye.
Hetanê ku yên ziman bikarbînin hebin, ziman winda nabin. Lê mixabin qedexekirin û astengî li ser zindîmayîna zimanan tesîrên neyînî çêdikin. Divê hemû sazî û dezgehên me, ji ber ku zimanê me berdewam bibe û zindî bimîne, ked û xebatên bêhempa çêbikin. Ango, pêwiste ku di perwerdeyê de, di weşangerî û çapemenîyê de her wiha di danûstandinên civakî û aborî de Kurdî bê bikaranîn. Bi alîkarîya van hewldan û xebatan, zimanê me li ser xwe dimîne, ji xizanî û lawazîyê xilas dibe û mayînde dibe.
Îro, di alîyê ziman, çand û nasnameyan de dewletên homojen nemane. Di hemû dewletan de pirrzimanî he ye. Her wiha di gellek netewe-dewletên ku bi zimanê xwe tên nasîn de jî pirrzimanî he ye. Dewletên ku pirrzimanî tê de he ne, di çarçoveya mafên mirovan û makezagonan de divê fersenda bikaranîn û perwerdeya zimanê dayîkê bidin welatîyên xwe. Dirûşmeya ‘Yek Milet, Yek ziman’ di dewletan de dibe jehrîya yekitîyê. Divê meriv di sazîya dewletan de pirrzimanî û pirrçandîyê wek dewlemendî bibîne.
Bi taybetî hetanê niha, di dewletên pirrçandî, pirrnasnameyî û pirrneteweyî de ji bona zimanê dayîkê gellek model hatine pejirandin û encamên erênî hatine bidestxistin. Her wiha hînkirina zimanê duyemîn wek siyasetek hevpar hatiye qebûlkirin. Îro di gellek dewletan de perwerdeya zimanê duyemîn he ye. Xênjî hinek dewletên nijadperest, hemû dewletan de pirrzimanî, pirrçandî û pirrneteweyî wek reng û mozaîk tê dîtin û gel bihev re aştîyane dijîn. Ji ber ku pirsgirêkên zimanên zikmakî û perwerdeya bi zimanê dayikê nebe mijara nîqaşên siyasî, divê dewlet di makezagonên xwe de, wek mafek mirovahîyê perwerdeya ziman û çandan bidin misogerkirin.! Di Tirkîyeyê de hîna perwerdeya zimanê dayîkê qedexe ye ! Ji bo aramî û aştiya navxweyî, di çarçoveya maf û azadîyên mirovahîyê yên bingehîn de, pêwiste ku perwerdeya zimanê dayîkê û di hemû qadan de derfetên bikaranîna zimanê dayîkê bi destê dewletê bê dayîn. Ev yek jî bi kerem û xweşbînîyê nabe, ev yek pêwistîya mafên mirovan û pêwistîya makezagonî ye ! Eger dewlet zimanên hemwelatîyên xwe neparêzin û tune bihesibînin, dibin sedemên windabûna ziman, çand û mîratên mirovahîyê.
Hebûna merivan çiye ziman jî ew e. Zimanê dayîkê bi qasê hebûna merivan xwezayî ye. Divê meriv vê xwezayîyê biparêze. Meriv di zikê dayîka xwe de zimanê dayîka xwe dinase û di pitiktî û di zarokatîyê de pêşve dibe. Dayîk û bavên zarokan di pêvajoya zarokatîyê de ji bona pêşxistina zimanê dayîkê pêwiste ku alîkarîyê bidin zarokan. Her wiha zarokên xwe ji qad û dorhêlên axaftina Kurdî dûr nehêlin. Dema ku di malan de û di jîyana rojane de, li şûna zimanê dayîkê, zimanê serdest hat bikaranîn, roj bi roj zimanê dayîkê lawaz dibe û bêguman winda dibe. Pêwiste, em hemû Kurd, ji bona ku zimanê xwe zindî bihêlin, berpirsîyarîyên xwe yên dayîktî û bavtîyê bînin cî û mayîndeya xwe ya pîroz, Kurdî, berdewam bikin. Eger em berpirsîyarîya xwe neînin cî, em dibin sedema bîrvekirina çand û zimanê xwe. Ez dikarim bibêjim : Rûreşîya herî mezin ew e ku meriv bi xwe bibe sedema asîmîlasyona zar û zêçên xwe.
Kurdî, nîşana kesayet û hebûna netewî ya me Kurdan e. Divê em hemû Kurd bi kesane, bi sazî û dezgehên xwe, li zimanê xwe xwedî derkevin û biparêzin ! Hemû netew divê bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibîne ! Hetanê ku ev mafê hanê bidestê me bikeve, emê li dijî vê neheqîyê têkoşîn bikin.
Bi mebest, di mal û malbatên xwe de, di sazî û dezgehên xwe de û di kolan û kuçeyên welatên xwe de emê bi Kurdî biaxivin. Zimanê xwe yê şirîn û rengîn di hemû erdnîgarîya ku Kurd li ser dijîn de mayînde bikin. Bi vê hewldan û hişmendîyê, bila her roj ji me re bibe « roja zimanê me ».
15’ê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî li me hemû Kurdan pîroz be !

ÇandName Li pey şopa bav û kalan…