Rêzehevpeyvîn (5) – Aynur Aras

Leylana KeskLokman Polat -1-Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Aynur Aras – 1- Ji gundê Mele Osman ê girêdayê, Qereyazîya Erziromê me.

 

2 – Te kengê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? 

2- Min sala 2007 de avayê rutînî, dest bi nivîsandina helbestê kir, jiber, di piçuktîya xweda, aşiqê zimanê dayîka xwe bum .

 

 

3 – Rola jinê di çand u wejeya kurdî de çiye?

3-Rola jinê di çand û hunera xelkan de mezine, jiber binemala zimanan de , ji bo zarokê riknê herî mezine.

 

4 – Naveroka roman, cirok u helbestên te zêdetir li ser çi ye?

4-Naveroka helbelst û romanên min, li ser riknê, êş, evîn, xerîbî, hesret û Welête .

 

5 – Wek jineke niviskara kurd, astengiyên ku di warên nivîs û nivîskariyê de derdikevin pêşiya te, çi ne?

5-Bi hetanî niha, li ser nivîs û xebatên xwe, pêrgirê tu astengîyan nehatime.

 

6 – Edebîyata/wêjeya kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî? 

6-Nivîskî de, pir kêmasî hene, ew meriv dikare pir sedeman, dest nîşan bike..

 

7 – Tu roman, cirok u helbesta kurdî bi giştî çawa dinirxînî?

7-Gelek xebatên xweş, roj bi rojê, ajro didin, lê kêmanî jî, pir hene.

 

8 – Di dema niha de, tu roman, cirok u helbesta kurdî di çi astê de dibînî, roman, cirok u helbesta nûjen di çi warî de ye? 

8-Wêjê ya nujên de, dema meriv pêrgî, xebatên xelkên xwedî Dewlet tê, ya Kurdî re zêdetir xebat û ked divê.

 

9 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

9-Helbest li pêşe, lê ne dewlemende!

 

10 – Edebiyata kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve û dewlemend bibe?

10-Bi qayde û perwerdekirina nifşên nu..

 

11 – Di edebiyata kurdî de rexnegirî heye, tune? Heger heye di çi radeyê de ye? Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

11-Rexnegirî hema bêje qet tune, ên bixazin bikin jî, zêde cesaret nakin..

 

12 – Gelo di nav enîya edebiyata kurdî de valahîya rexnegiriya edebî dê çawa bê tijekirin? Gelo dê bi şêweyeke zanîstî rexnegiriya edebî bê pêkanîn?

12- Bêguman edebîyat bi rexnegirîyan ve, pêşde dikevin..lê bo ya kurdî, hîn ajro ên welê zêde nînin..

 

13 – Di nav nivîskarên cîhanê de bandora kîjan nivîskar li ser te heye? Yan jî tu kîjan nivîskarî nêzîkê xwe dibînî û xwe nêzîkê kîjan ekola wêjeyî dibînî?

13-Şaîra Swedî Karîn Boye û bêguman romannûsên Rusî pir li min bandor kirin..

 

14 – Tu ji berhemên kîjan nivîskarên kurd, tirk, faris û arab hez dikî?

14-Tevahîya berhemên xweş û balkêş hez dikim..

 

15  – Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (Tirkî, Erebî, Farisî) dinivîsînin çi difikirî?

15-Wana mîna nivîskarên wî zimanê pê nusandine dibînim, mînak Yaşar Kemal her çiqasî digot Kurdim jî, lê nivîskarê Tirk bu..

 

16 – Masmedia kurdan zêde cih nade danasîna pirtûkên kurdî. Li ser pirtûkên kurdî pir hindik nivîsên danasînê û nirxandinê têne weşandin. Li welatên Ewropayê kovarên ku sirf ji bo danasîn û analîza pirtûkan têne weşandin, hene. Ji bo danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî, weşandina  kovareke xwerû bi kurdî ya li ser hîmên minaqeşe û rexneyên edebî pêwîst e yan na?

16-Bêguman, masmedîya ji bo danasîna rolek mezine û pêwîste..

 

17 – Te qet pirtûkên min xwendiye? Heger xwendiye, kîjan?

17-Belê mi pirtukên we xwendiy..wekî hun jî dizanin me nirxandina kiteba we jî kir..Me wek koma nirxandinê ”Trajediya Evîndaran” nirxand.

 

18 – Di pêşerojê de, dê kîjan berhema te bê weşandin?

18 – Roman û helbest. Pirtûkek min a helbestan û romanek min ji bo çapê amade ye.

Spas ji bo bersîvên te.

 

PÊŞKÊŞÎ

Min bi hinek nivîskarên jin ên kurd re hevpeyvîn çêkiribû, min ê wek pirtûk biweşandana, lê weşanxane pir pere dixwazin loma jî ez nikarim biweşînim. Lê heger di pêşerojê de îmkanên aborî pêk bên ez ê van hevpeyvînan wek pirtûk jî biweşînim.

Ez fikirîm weke rêzehevpeyvîn bi jinên nivîskarên kurd re di malpera Çandname de biweşînim. Di derbarê gelek nivîskarên jin ên kurd de agahdarî zêde tune. Ew kê ne, jikur in, çi berhem afirandine û weşandine ez jî û gelek xwendevanên kurd jî, em nizanin. Ev rêzehevpeyvîn ji bo nasîna wan û danasîna berhemên wan pêwîst e. Wek mînak Rojbîn Ozkan Xanim di malpera Çandnamê de dinivîse lê ez nizanibûm ji kure, çi pirtûk nivîsîye. Di bersîvan de jin behsa xwe û pirtûkên ku nivîsîne û weşandine qal dikin. Lewre jî ev rêzehevpeyvîn ji bo nasîna van jinên nivîskar jî baş e.

Gelek nivîskarên jin ên kurd hene, ez nikaribûm xwe bigişînim hemûyan. Yên ku min bi wan re hevpeyvîn çênekiriye, dema vê rêzehevpeyvînan bixwînin dikarin li gor van pirsan bersîv binivîsin û ji min re bişînin. Ez ê wan jî bi dor di malpera Çandname de biweşînim.

Ez ê her hefteyê hevpeyvîna bi jineka nivîskar a kurd re biweşînim û pêşkêşê we xwendevanên ezîz bikim.

Bi hêviya xwendinek baş û xweş.

Lokman Polat

About Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *