taybetiya te

te nabînim tu ji min dûrî
li te digerim
li cihên nenas
li warên bejî
lê tu naxuyî ez te nabînim

zêrekî binerd
di ser de jî bend
dor girêdayî
ji ferşên asê hişkî polayî
çima nikarim bikolim bal te

nagihim cem te
ji ber miriyî ez ne zindî me
li tenîşta te palhevrîşima te
li xwe dipêçim ne ku ew tuyî
li nik zêrekî bi xew ve diçim.

11 Kewçêr 1999
Salih Turan
Dayik Bê Roj in
Weşanên Noş
Hezîran 2014

About Rêvebir

Check Also

8 rêbaz ji bo ku hûn xwe piştî veqetînê ji nû ve nas bikin

Gelo piştî veqetînek an guhertinek mezin a di jiyanê de, hûn xwe winda hîs dikin? …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *