Şahî û hezkirin

Ez gava te dibînim

Hêstekî cûda didilive di dilê min da

Bişîrekî di rû yê min da cî dibe

Û hêvî kî nû diafire di dilê min da

Paşê Şewqeq di çavê min da çirûsk dide
Ew dilê min ê qerisîye di carek da dipije ji kela dilê te
Bêhnekî aramî dikişînim nava cergê xwe û tê da dihêlim
Rihê min wek perperokek difire ji şa bû na dîtina te
Bayek li nava rûyê min dixwe, wek tu rûyê min hembêz dikî hîs dikim
Laşê min ji hêza bayê dicirife
Lê bi şewqa çavê te carekîda germ dibe
Fikrên tu tê da yî êşê nade ev dilê
Lê şahîyek bê dawî dide ev dilê
Fikr û ramanên tarî û reş bi dîtina te wenda dibe
Ba hêza xwe zêde dike li ser rûyê min
Lê ez ji xweşikbûna te hêza bayê xem nakim
Tu stranê xemgîn îşev nikarin şahiya te yê xweşik ji dilê min bavêje
Şahî û hezkirîya ev dilê tu yî tu.
Morî Xanim

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Ey Hevalo De Were

Ey Hevalo De Were Îşev dilê min li ba işqê  mest û serxweş e Roj, …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *