Yearly Archives: 2025

EŞÎRA CELALÎ YAN JÎ CELALÎYAN

Eşîra Celalî : Yek ji eşîrên kurd ên herî mezin û kevnar e, ku bi taybetî li derdorên Çiyayê Agirî (Ağrı Dağı), Makû (Maku), Çaldiran, Xoy û Urmiyê (Rojhilatê Kurdistanê), û herwiha li bakurê Kurdistanê (li derdorên Diyadin, Doğubayazıt, Iğdır, Erzurum, Kars û Van) belav bûye. Ev eşîr konfederasyonek e, …

Read More »

Rehetiya Ku Dijminê Herî Xeternak e

Rehetiye, bi awayê ku nayê dîtin, mirov hînî rawestîna li cihê xwe dike; her ku qada konforê fireh dibe, îrade teng dibe. Mirov piraniya caran ne bi ketinê, lê bi teslîmbûna bi rehetiya xwe winda dike. Ev gotin ne tenê felsefeyek e, lê rastiyeke jiyanê ye ku gelek caran em …

Read More »

Kamuran Elî Bedirxan Ji bo Rojnameya Alman Nivîsandiye – 1925

Kurdistan – Kamuran Aalî Bedr-Chan Em ji ber vê nivîsa têr û tijî spasdarê xwendevanekî Kurd ê li Munchenê ne, ku ji malbateke hikumdar yê welat e. Nivîsarên di heqê Kurdistanê de vê dawiyê derdikevin qismen ji aliyê mirovên ku dixwazin agahiyan bidin, hatine nivîsîn; qismen jî ji aliyê hin …

Read More »

Helbest | Banga Yarê

Di êşê de ma me yarê de wer canê xweş bikî Gul û sosin lihev rabûn çiya bê te ne xakî Hezar hêvî li ser hev kim li gerdûnê belav kî Ne bes êdî evî cana ji bo te pirr neçakî Ger bi salan ji eşqa te gelek cara bi …

Read More »

Feylesof Xanî û Têgeha Azadiya Çandî Ya Destpêka Modern

Ehmedê Xanî, Jean-Jacques Rousseau û Johann Gottfried Herder: Di Serdema Modern a Destpêkê de Li ser Azadiya Çandî, Zimanê Zikmakî û Hişyariya Neteweyî Zevîyeke Fikrî ya Hevpar. Dûmahiya sedsala 17an a ramanwerê Kurd Ehmedê Xanî (1651-1707), fîlozofê fransiz ê sedsala 18’an Jean-Jacques Rousseau (1712-1778) û ramanwerê alman ê romantîk Johann …

Read More »

Li ser rola mirovan

Mirov di vê dinyayê de cihêkî mirovan ê taybet heye. Ew tenê zindîyek e ku dikare bifikire, bipirse û şertên jiyana xwe biguherîne. Rola mirovan ne tenê bi jiyana xwe tê sînorkirin, lê her weha bi bandora wan li ser civak, xwezayê û pêşeroja dinyayê jî heye . Yek ji …

Read More »

Xutbe I Em Dikarin Her Lehzekî Xwe Ji Xwe Ra Bigerînin Kar

Dîrok: 19.12.2025 Gelî Musulmana! Zeman, him nî’metik mezin e ku Xwedê ji bona me afirandiye him jî îmtihanik e. Esasen dirêjiya wextê û kinaya wê xwe digre ser hest û hîssiyatê merûyan. Wext hene bi temenkî/’emrekî dikin; merû naxwaze biqedin. Xewt jî hene, çarnikalê meriv bi kul û derdan va …

Read More »

Dîk û Bangdan!

Rojekê xwediyê dîk li dîkê xwe hat xezebê û jê re got: “Dîko, eger tu carek din serê sibê bang bidî, ev e min sond xwar, ezê serê te jêkim. Nexwe tu dixwazî bijî, divê êdî tu car bang nedî. Ne berbanga sibê, ne nava rojê û ne jî êvarê. …

Read More »

Hewş

Li van deran tu mal bê hewş tune bû, li vê deverê girîngiya ku wan didan hewşên xwe, nedidan hundirên malên xwe, ji ber ku piraniya dema wan di hewşan de derbas dibû. Lê tu hewş ne wek hewşa Mala Hecî Deham bû. Hewşeke pir mezin bû. Du deriyê wê …

Read More »

Welê Dibêjin

Dema Mela hatî serê zikakê, ji mizgeftê, dengê qelebalixê dihat. Qêr û hewar û zûrbelên bû. Feqe hemû rabûbûn ser pîya û helaketa wan bû. Ka kê çi digot ne dihahata fêhmkirin. Lê gengeşî, tevlîhevî û qelebalix gurr û geş bû. Feqe yên temenê wan heft salî jî hebûn; talibên …

Read More »