Di edebîyata Îslamî de edetek zahf girîng û bê hemta heye, pêwîste ku em îro li ser baş bifikirin û binêrin ka li pişta wê çi heye û çima hatîye danîn. Ev edet jî ev e: Wekî ku yek dest bi nivîsandina kitêbekê bike çi mijar be bila bibe, pêşî bi navê Xwedê dest pê dike, dûvre bi pesn û hemdê Wî û dûvre bi selawatdana li ser Pêxemberî û al û eshabên wî didomîne. Vêca evê edetê bi taybetî di dîwanan de cihek girîngtir girtîye. Dîwan baxusus terzê mesnewî, di beşa pêşîn ya jêre tête gotin dîba ce de pêşî bi pesnê Xwedê, medhê pêxemberî, mîracname, sedema nivîsandina kitêbê û bi îthafa bo hakimê wê demê dest pê dike û piştî van tevan diqedîne dûvre dikeve mewzû behsa mijara taybetî de.