KURD DI TARÎXA ÎBN EL- ESÎR DE
Pirtûka ku herî pir behsa jiyan û têkoşîna Selaheddînê Eyûbî û malbata wî û herweha behsa kurdên di dema Selaheddînê Eyûbî de kiriye dîrokzan Îbn El – Esîr e. Wî di pirtûka xwe ya li ser dîrokê ”El Kamîl Fî Tarîx”ê de bi berferehî behsa kurdan û siltanê kurd S. Eyûbî kiriye.
Di pirtûka dîrokê ya Îbn Esîr de bi berferehî fetha/dagirkirina Misirê ji alî fermandarê kurd ê navdar û navûdengê wî bi mêraniyê, mêrxasiyê belav bûye Şêrgohê apê Selaheddînê Eyûbî tê qal kirin.
Li gorê qalkirina Îbn Esîr, S. Eyûbî li Misrê fermandariya xwe û sazûmana xwe pêk tîne û paşê dema vedigere Suriyê, tê dest datîne ser bajarê Şamê/Dîmeşqê û paşê Halebê, Humusê û gelek keleyên wan derdoran ta Lazkiyê fetih dike.
Dewleta Eyûbiyan ji Tunusê, Sudanê, Misrê, Yemenê, Suriyê hetanî Kurdistanê desthilatdarî/hikum dike, li wan deran desthilatdar e. Dewleta Eyûbiyan di bingeha xwe de dewleteke mezin a Îslamî ye. Ew li pêşberê êrişên Xaçperestan şer dikin. Yê ku xaçperestên Ewropayê têk dibe û li rojhilata navîn Îslamê ji têkçûnê rizgar dike Siltan Selaheddînê Eyûbî ye. S. Eyûbî Beyrûtê û bajarê Qudusê jî fetih dike. Bi fetihkirina bajarê Qudusê Îslam ji nû ve vedije, jîndar dibe. Îbn Esîr piştî fetihkirina bajarê Qudusê weha dibêje : ” “Îslam li wê derê jî nû ve şîn, taze û têr bû ku ev rûmeta vegirtina Qudsa Pîroz piştî Emer Îbn Xîtab (r. e. ) ji Selaheddîn pê ve ne gihaye tu kesî din ku şanazî û serbilindiya wê beşî wî yê. ” Amedekarî û wergera ji Erebî Emîn Narozî. Rûpel – 173..”

Îbnî Esîr di pirtûka xwe ya ”El Kamîl Fî Tarîx” de behsa şerê navbera leşkerên Selaheddînê Eyubû û Qilîçaslanê Selçukî ku li bajarê Konyayê desthilatdare dike û dibêje di bin fermandariya birayê Selaheddînê Eyûbî ku navî Emer Şahînşah Îbn Eyûb e, hezar leşkerên Eyûbiyan 20 hezar leşkerên Selçukiyan têk dibin û bi ser dikevin.
Tirkmenên Selçukî digel ku cîranê Împaratoriya Romê/Bîzansê bû, wan bi wan re şer nekirin. Dema xaçperestên Ewropî sefera xaçperestiyan dest pê dikin û têne Bîzansê/Stenbolê û ji wir di nav axa Selçukiyan de di ber Konyayê de derbasê Suriyê, Libnanê û Qudusê dibin dîsa Qilîçaslanê Selçukî li hemberê wan şer nakin. Selaheddînê Eyûbî ji Selçukiyan gelek aciz dibe û xeberê ji Qilîçaslan re dişîne lê rexne digre û jê re dibêje ”Hûn çawa misilmanin ku qet li dijê romiyan, xaçperestan şer nakin.” Tirkmenê Selçukî wê demê hem ji Bîzansiyan re û hem jî ji Xelîfeyê Îslamê re xulamî kirine, wek leşkerên bi pera/paralî asker di artêşa wan de leşkerî kirine.
Di pirtûka Îbn Esîr de jî tê qal kirin. Tişteke balkêş jî ev e ku; Selaheddînê Eyûbî piştî ku li Misrê desthilatdariya xwe zixim dike û bi hêz dibe, berê xwe dide Suriyê û Kurdistanê. Ew bajarên kurdan ên ku di bin desthilatdariya atabegên tirkmenan de ne, yekoyek fetih dike, bi wan re şer dike û bajar û navçeyên kurdan ji bin destê wan atabegên tirkmenan ku ew jî girêdayê xelîfayê îslamê ne, ji wan werdigre, wan têk dibe û cihê ku ji wan digre di şûna wan atabegan de mîrên kurd, li her navçe û bajarên kurdan de mîrekî kurd dike desthilatdar û fermandarê wir. Bajarê Helebê jî di wê demê de di bin desthilatdariya birayê Nuredîn Zengî ku navê wî Mewdute, Selaheddînê Eyubû li dij wî jî şer dike û Halebê jê digre. Di vî şerê fetha Halebê de birayê Selaheddînê Eyûbî Mîr Biro birîndar dibe û paşê dimre, şehîd dikeve.
Selaheddînê Eyubû Dilokê/Antabê, Urfayê, Amedê/Diyarbekirê heta Exlatê her derî fetih dike, ji destê atabegên tirkmenan rizgar dike. Ew hêj wê demê ango 800 sal berê ku hizr û ramanên/fikrên netewî tunebû, her gel li gor dîn/ol tevdigeriyan, wî ji xwe re digot ”Ez Kurd im” Û li kur zeft bikira li wir kurd dikir desthilatdar. Ev rastî di pirtûkên ku di dema wî de ji alî nivîskarên ku di dema wî de jiyane û herweha ji alî nivîskarên lêkolîner ên dîrokzan hatine rave kirin. Wan di pirtûkên xwe de vê rastiyê anîne zimên.
S. Eyûbî dixwest berê fethê bide alî devera Bîzansê û bajarê Konstantînê/Stenbolê fetih bike. Lê umrê/temenê wî têr nekir, fetha Stenbolê nebû nesîbê wî. Mihemedê Osmanî ku dibêjin ew malbateke bi eslê xwe Afganî ne, hinek dibêjin kurd in û hinek dibêjin tirkmen in, wî bi saya kurdan bi alîkarî û piştgiriya kurdan bi xêra şîretên Mela Goraniyê kurd û bi fermandariya lehengê leşkerî ê kurd Zaxros Paşa Stenbolê fetih kir.
Piştî wefata Selaheddînê Eyûbî zarokên wî serûgohên hev xwarin, li dijê hevûdu şer kirin, wan bi hevre tîfaq nekirin û lewre jî piştî demeke dewleta Eyûbiyan têk çû, xirab bû, hilweşiya û ji holê rabû.
Di dawiya pirtûka Îbn Esîr de êrişên tatar, mongolên asyayî ên hov/barbar li ser axa kurdan, Kurdistanê û şer û têkoşîna kurdan di bin serokatiya Mîrên Eyûbîyan ya li hemberê mongolên barbar tê qal kirin. Ez ê di gotarek din de behsa wê jî bi berferehî bikim.
Li rojhilata navîn li hemberê xaçperestan û li hemberê Mongolên barbar ên bêdîn û bêîman,, mongolên dijminê ola îslamê şer kirin û wan têk birin kurd bn. Kurdên di bin serokatiya Selaheddînê Eyûbî de li dij xaçperestan û di bin serokatiya kurê S. Eyûbî mîrê kurd Melîk Eşref de li hemberê tatar, mongol û Celaledînê Herzemşah şer kirin û wan têk birin dîsa jî kurd bun. Domandina hebûna ola îslamê bi saya kurdan domiya.
Lokman Polat
……………………………….
Çavkanî :
El – Kamîl fî Tarîq
Kurd di tarîxa İbn El – Eşîr de
Weşanên Avesta.. 367 rûpel.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…