Romana nivîskarê kurd Qasim Pîro di nav weşanên ”Pall” de li Amedê hatiye weşandin. Roman 144 rûpel e. Li dawiya romanê spasî û ferhengok hene.
Di rûpela ku spasî ji gelek kesên ku beriya çapkirina romanê ew xwendibû, ango dosya neçapkiriî xwendibû re spas dike. Lêbelê ji min re spas nake. (Diyare min ji bîr kiriye, lewre kesên ku ji wan re spas kiriye gelek in.) Min vê romanê du car xwend, carek beriya weşandina wê wek dosya û carek jî dema wek pirtûk hate weşandin. Dema ku min wek dosya xwendibû, Min ji nivîskar Qasim Pîro re dîtinên xwe gotibû. Min romanê ecibandinbû. Min jê re pêşniyaza xwe gotibû ku; Ez hêvîdarim ev berhema edebî di demeke zû de were çapkirin û bikeve destê xwendevanên kurd. Piştî ku roman hate weşandinê min di fuara pirtûkan a li Amedê ew kirî û carek din dîsa xwend. Di encama xwendina cara duyem de min ev gotara xwe ya nirxandinê nivîsî.
Nivîskarê romanê romannivîserekî nû ye. Ev romana wî ya yekem e. Nivîskarên nû yên ciwan hêvî ne, pêşeroja çand, ziman û edebiyata kurdî ne. Berhemên edebî yên nivîskarên nû piraniya wan berhemên serketî ne. Netenê di hêla wêjeyê de, herweha di hêla lêkolîna li ser ziman û çanda kurdî de jî pirtûkên nivîskarên kurd ên nû lêkolînên serketîne û hêjayê xwendinê ne. Min vê dema dawî pirtûka lêkolînî ya lêkolîner Cîhan Kaynar a bi navê ”Mekan Di Romana Kurdî de” xwend, gelek eciband û ez pêşniyar dikim ku hemû romannivîserên kurd vê pirtûka lêkolînî bixwînin.
Nivîskarê kurd Qasim Pîro ji herêma Mêrdînê ye. Ji xwe piraniya nivîskarên kurd ji Mêrdînê, Amedê, Serhedê ne. Hinek jê jî ji berferatê/ Adiyamanê, Çolemergê û Botanê ne. Weşanên ”Pall” jî weşanxaneyek nû ye. Xwezî navê Pall Pale bana. Weşanxaneya paleyên ziman, çand û edebiyata kurdî. Di nav weşanên nû de ku nû hatine damezradin, pirtûkên ku derxistine, weşandine hêjayê xwendinê ne.
Romana Qasim Pîro ya bi navê ”Lerz” bi sernavê ”Deriyê Azadiyê” dest pê dike. Bi deriyê azadiyê deriyê rûpelên wê vedibe û xwendevan dest bi xwendina romanê dike. Ji ber naveroka romanê û beşên romanê, bi taybetî jî beşa destpêka romanê min jî sernavê gotara xwe ya nirxandin û şîroveyê, sernav danî ” LERZ – Romana Deriyê Azadiyê”.
Jinek terka mêrê xwe dike. Mêr xirab e, li jinê dixe, neheqiyên nedîtî lê dike. Mêr di nav malê de tehm û hizûr nahêle. Mêr xwedêgiravî siyasî ye, di partiyek ku qaşo yekîtiya jin û mêran diparêzê de kar û xwebat dike. Yanî ev mêrik li derve, di nav partiyê de demokrat e û li malê zorbaye, li hember jina xwe dîktator e.
Jinik, diya du zarokên biçûk ji neçariyê wan di malê de dihêle û diçe Amedê. Jinik jineka zana, ji siyasetê û cîhanê fêm dike, ji wêjeyê hez dike û gelek pirtûk xwendiye û dixwîne. Ew li Amedê dest bi nivîsîna romaneke otobiyografîk dike, lêbelê nivîsîna romanê temam nake, nîvco dihêle. Nivîskarekî bi navê Îbrahîm Aram nivîsîna romana nîvco didomîne û romanê li ser navê xwe diweşîne.
Çima jinik mêrê xwe terk dike? Çima Îbrahîm Aram romanê bi ser navê xwe tenê diweşîne? Ev herdu mijar ji bo min bû meraq û ji ber meraqa bersîva van herdu pirsan min romanê ji serî hetanî dawiyê xwend û ez li bersîva van herdu pirsan geriyam.
Di beşa yekem de derûniya/psîkolojiya jinek diya du zarokên ku ji derdê mêrê xirab hatiye elemanê, di malê de ji blî pevçûnê ti tehm û hizûr nehêştiye tê rave kirin. Dema di malek de tehm û hizûr nemîne, her roj jin û mêr li hev xin, perçûna wan, derûniya wan jî û ya zarokan jî xirab dibe. Pevçûnên nebaş ên di navbera jin û mêrî de dibe sedemê hevûdu berdanê yan jî dibe sedemê reva jinê ya ji malê. Mêrikekê kufurbaz ku ji jinê re bibêje; ”hey bêşerefa keça bêşeref, keça dêlan.” li jinê zilm û tehda bike, lêbixe, ew jin jî dê neçar bimîne ku ji ber destê wî mêrî bireve.
Mêrê wê ku navî Mîrze ye (Qurbana vî navî bibe) jinê dide ber lêdanê. Li ber herdu zarokan li jinê dixe. Lêxistina li jinê û kuştina jinan ji çanda ereban bi riya Îslamê ketiye nav kurd, tirk, faris, afgan û neteweyên din ên Misilman/Îslamî.
Lehenga romanê, jinika reben a bindestê mêrî weha dibêje : ”…têra min li min xist, ez dame ber kulm û pehînan, ji eyarekî dixistime eyarekî dî de….Ew bûbû gurekî har û ez di nav lepên wî de bûbûm mêşineke kol, qet ji goştê canê min dikirin. Di ber karê xwe yê bi hirtehirt re jî li min dixist, pora min dikişkişand,”
Jinika reben a belengaz ji ber destê mêrê sadîst û bênamûs ji malê, ji ber neçariya xwe direve. Ji neçariyê herdu zarokên xwe di malê de dihêle, wan radimîse, dil û kezeba wê dişewite. Weha dibêje : ”Ez çûme odeya zarokan herdu ketibûn xewekê şîrîn û bêguneh. Qederekê min ji xwe re li wan meyzand, ez ketim seyra bêqîdûşiya wan, bi çavên şil û pil ên elimiyên gevaztina sûravkê. Min girîza bêvila xwe û hêstirên çavên xwe paqij kirin û hêdîka rûkê herdukan, rûkê karik û berxika xwe, rûkê gurçik û kezeba xwe maç kir.
Min xwe kar kir ji odeyê derkevim, lê heta derketim, ling li min giran bûn; her weke pê li şikestekên camên perengî bikim, dill i min wêran bû; her weke di her qevzekê de daxeke tûj lê bidim, qirik li min ziwa bû; her weke gerdena min bidine ber kêreke kuh, ez parçe parçeyî ji wê odeyê derketim….ez ji odeyê derketim, min berê xwe da ber bi deriyê azadiyê ve…” Rûpel 16, 17.
Di romana Qasim Pîro de tirs û lerz û herweha lêgerîna li pey azadiyê heye. Lerz romaneke lerza jinek reben û belengaz e. Ev tiştên ku min di vê gotara xwe de raveyê we xwendevanan kir, tenê naveroka beşa pêşîn ango beşa yekem a cîhana romanê ye.
Piştî pêngava yekem a berbi odeyê ve, çi dibe, çi bûyer diqewime, çi pêk tê? Rêwîtiya xeyalê Şadiyê (navê wê Şadiye ye lê ew ne şad e.) ango ev rêwîtiya azadiyê û xeyalên şad û bexteweriyê çawa dimeşe û pêk tê yan nayê? Bersîva van pirsan di romanê de ye.
Di romanê de realîzma civakî, rewşa jinek neçar, reva wê ya ji ber lêdana mêrî, serdestiya mêrên xirab, nakokiyên rojane, pevçûn û minaqeşeyên curbecur, di nav rûpelên romanê de ji xwendevanan re tê pêşkêş kirin.
Romannivîser Qasim Pîro romanê bi forma ”Ez” nivîsiye lêbelê ew ”Ez” nivîskar bi xwe nîn e. Ew ”Ez” jinika lehengê romanê ye û cîhana romanê, bûyerên ku di vê cîhanê de diqewime, pêk tê, bi devê jinika lehenga romanê û bi forma ”Ez” ji devê jinikê tê gotin, tê qalkirin. Wek mînak; jinik dibêje: ”Ez li Stenbolê li otobusê siwar bum û çûm Amedê.” Belê jinika lehenga romanê ji Stenbolê diçe Amedê. Li wir bi alîkariya jinek hevala xwe karekî di kafeteryayê de dibîne û dixebite. Ew herweha beşdarê çalakiyên çandî, wêjeyî dibe, di koma pirtûk xwendinê de cih digre. Hinek nivîskarên kurd nas dike. Nivîskarê bi navê Îbrahîm Aram jê re pêşniyar dike ku ew roman binivîse. Jinik ji xwendina pirtûkên kurdî gelek hez dike.
Ew pêşniyara Î. Aram qebûl dike û dest bi nivîsîna romana xwe ya otobiyografîk dike. Bi qasî pêncî rûpel dinivîse û dev ji nivîsînê ber dide. Di van pêncî rûpelan de çi heye? Î. Aram di berdewama pêncî rûpelan de çi dinivîse? Ev ji bo xwendevanan dibe meraq û lewre jî xwendevan xwendina romanê didomîne.
Di romanê de minaqeşeya leheng û nivîskara pêncî rûpelan a romanê ku navê wê Şadiyan e -ku min gotibû ew di jiyana xwe de ne şad e- û nivîskar Î. Aram de minaqeşeyek gelek baş û balkêş heye. Gotinên wan ên derbarê wêjeyê,, hunera romanê, helbesta klasîk û hwd, de li xweşa min çû. Ev gotinên ku Î. Aram ji bo weşanxaneyek – di romanê de navê wê weşanên Mîdya ye- dibêje ji bo gelek weşanxaneyên kurdan rast in.
Zilamê weşanxaneyek ji Îbrahîm Aram re dibêje: ”…ez ê hewl bidim ji te re wê li Weşanxaneya Mîtrayê ya hevalê xwe Zinar Cizîrî bidime çapkirin. Baş nebaş nizanim bê ez ê çiqasî vî karî biserketî pêk bînim; lê ji xwe tu çi berhemê bibî cem Zinaro bêtexsîr camêro çap dike, bes tu behsa hinek pereyan ji zalimo re bikî.” Rûpel : 41.
Piraniya weşanxaneyên kurd (hinek jê netêde) hema dosya pirtûkê çawa here ber destê wan heger nivîskar pere bide wan, di cîde çap dikin. Heger nivîskar du qat bihayê heqê çapê nede wan, çap nakin. Weşanxaneyek jî ji bo dilê nivîskaran neşkîne nabêje ”Ez çap nakim. Lê dosyayê digre bi salan di çaviya dolaba maseyê de dihêle û qet ji nivîskar re tiştek nabêje. Dema min vê nivîsê dinivîsî nivîskarekî behsa dosya xwe kir û got : ”Min dosya pirtûka xwe dabû filan weşanxaneyê, lê zilam qet nabêje dê çap bike, neke, heger çap bike dê kîngê çap bike.” Nivîskarekî din ku min ji bo pirtûka wî pêşgotin nivîsî bû, dosya xwe dabû weşanxaneyek di ser de sal û nîv derbas bûbû hêj jî neweşandibû.
Di romanên weha ku bi şêweya realîzma civakî hatine nivîsîn de rastiya gelek tiştan bi hunerek edebî tê rave kirin. Bi ya min, ango li gorê bîr û baweriya min romanên ku tê de rastî û xeyal hebin, şopên rastiyê û xeyalê li hevûdu hatibin hunandin, ew romanên baş in, serketî ne. Min di romana Qasim Pîro ”Lerz”ê de van şopan dît. Di romanên ku xeyalê di bin bandora jiyanê de dihone û bi hunera edebî tê afirandin de radeyeke bilind a hunersaziya wêjeyî heye.
Çîroksaziya romana ”Lerz”ê serpêhatiyên lehenga romanê, bûyerên ku di romanê de têne qal kirin, civakî ne. Jinika ku ji Stenbolê ji ber lêdana mêrî direve, du zarokên xwe dihêle û tê Amedê. Li Amedê ji alî birayê wî û pismamê wê ve tê girtin. Dest û devên wê girê didin, dikine arebeyê û dibine ku wê bikujin. Birayê wê demança xwe derdixe û berê luleya wê dide nav eniya wê.
Her roman cîhanek e. Di her romanê de dinyayek/cîhanek romanê heye. Cîhana romana Qasim Pîro ”Lerz”ê de cure cure tirs û lerza ku bûne sedem ku kurd di jiyana xwe ya rasteqîn de jî jiyane. Cure sedemên tirs û lerza cure însanan hatiye rave kirin. Tirs û lerza kuştinê, mirinê, lêdanên di romanê de dil û kezeba xwendevanan dişewitîne. Ji xwe taybetiyeke romanên serketî ev e ku; dema xwendevan dixwîne xwendevan xwe tê de dibîne. Lêdana ku mamosteyê tirk li dibîstanê li zarokên kurd ên xwendevan dixe, tirs û lerza ku zarokên kurd di xwe de hîs dikin,…piraniya zarokên kurd di dibîstanan de ji bo bi zorûdubela fêrê zimanê tirkan, tirkî fêr dibin ji destê mamosteyên dewleta dagirker lêdan dixwin.
Di romanê de qalkirina du dilketiyan, çîroka evîna Nehroz û Xurbetê, reva wan û paşê kuştina Nehroz, drameke trajedîk e ku dil û kezeba mirov dişewite. Birayê mezin ê Xurbetê ji birayê xwe ê biçûk Cindî re dibêje; ”divê tu Xurbetê bibî, bikujî.” Cindî wê dibe ku bikuje, lêbelê destê wî dilerize, destî naçe pê ku xweşka xwe bikuje.
Kuştinên bi vî cureyî, ango keç û jinên ku bi destê bav û birayên xwe têne kuştin ji tradîsyona alema Îslamê, ji çanda areban tê. Bi taybetî jî di rojhilata navîn de di nav gelên ku bûne misilman de pêk tê. Ev hemû xelkên misilman ji ber kultura araban a îslamî, di bin bandora olî de, li gorê ola îslamê gelek tiştên nebaş pêk tînin. Di esasê xwe de van xelkan bi taybetî jî kurd weke ku di hepisxaneya servekirî a bê dîwar de dijîn, ew li deriyê azadiyê digerin. Helbet dê roj bê û dê deriyê azadiyê bê dîtin, ew dê deriyê azadiyê bibînin azad bibin û jiyaneke şad û bextewer bijîn.
Serkevtineke romannivîseriya Qasim Pîro jî ev e ku; qalkirin û hunandina bûyerên di romanê cîhana romanê de ji devê karekterên ku di romanê de ne rave kiriye. Ji devê lehengên romanê, kes û kesayetiyên ku di cîhana romanê de ne, serpêhatiyên wan, tiştên ku hatine serê wan û bi çavên wan şîroveyên curbecur kiriye. Ji devê mêrî behsa jinê û ji devê jinê behsa mêrî kiriye û ji devên wan rexne kiriye.
Teknîka ev cure roman nivîsîn a serketî di gelek romanên nivîskarên cîhanê de hatine pêkanîn. Li Tirkiyê jî nivîskarê tirk ê xwedî xelata Nobelê Orhan Pamuk jî di romana xwe ya bi navê ”Navê Min Sore” de bikar aniye. Ev roman li kurdî jî hatiye wergerandin. Di nav nivîskarên kurd de jî ev teknîka nivîsînê a serketî ji alî Qasim Pîro ve hatiye karanîn û romaneke serketî a hêjayê xwendinê afirandiye û li pirtûkxaneya kurdî zêde kiriye.
Xwendevanên romanhez yên ku vê roma ”Lerz”ê nekirine û nexwendine, bi taybetî jî xwendevanên jin, dema vê nivîsa min a derbarê romanê de bixwînin, ez bawerim ew dê meraq bikin û wê bikirin, bixwînin.
PÊVEK
(Pasajek ji “Lerz”ê)
Bayekî hê nû belateya germa havînê lê dayî, hê qenc nestewiyayî li dora min bi xap û fenan digeriya. Hê deh salî bûm, rojeke havînê bû; danê êvarê, li binê wî girê li pişta gundê Qewaqa bûm, li wî girê nêzîkî Ziyaretka Stirîstanka, li ber pezê xwe bûm. Berêvarkî bû û xeweke giran hat, li ser çavên min ên ku jixwe têra xwe xewar, konê xwe danî. Bê hemdê xwe, di xewê ve çûbûm. Min xewneke ecêb dît li wê derê:
Pêşî, dibûme perperîkeke nû bi firê ketî, min dest bi firînê dikir li raserê çiyayên Meranê ber bi tîrêjên rojê ve; çi qas ber bi germahiya rojê ve bilind bûm çavên min bêtir teyisîn û bi yek derbê çavên min hew dîtin û her der bû reşî.
Min perên xwe lev werdan, lev werdan; pê re pê re bûme peleke hişk û li ber bayekî teredînî ketim. Geh li vî warî geh li wî diyarî ketim. Wî bayî, bi salan li ber xwe gerandim, paşê birime welatekî dûr, li keviya behrekê danîm û di nav pêlên şor de hiştim.
Pêl, bûne tofan; ez hildam û hay hildam û bi yek carê li bin guhê keviya behrê wer kirim. Dema li erdê ketim, êdî bûbûme mêşineke qop. Min dît ku du berxikên min hene; li mêrgeke masûmiyê ne, li mêrgeke ku ji rûyê hitikeke li çarlepkê ji xwe re diçêrin. Wexta se-gurkê bû, der û dor hê tarî bû; hema ji wê ve gurek ber bi wan ve hat, keysa xwe lê anî ji bo wan ji min bistîne, min da xwe ku bi hewara wan ve herim bi dilekî kezebqetîn, lê çawa ku min bi baskî wan ve baz da, lingê min ê rastê li korteke reşqetranî terpilî û bi wê likumînê re ji xewa xwe veciniqîm.
Lokman Polat
polat.lokman@gmail.com
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…