
Pêşî, dema ez li vî qalibê “nema” rast hatim, min fêm nekir, di hişê min ê zimanî de cihêk jê re çênebû. Mesela, Zazakî û Kurmancî ji alîyê sîstema zimanî ve du felqeyên sêvekê ne, ez gelek qeydeyên Kurmancî didim ber Kirdî, hê têderdixim ku di Kurmancî de deforme bûne. Mesela, ev qeyde! Hîç nabe ku di Kirdî de em bibêjin “Nêmend bêrî, nêmend şêrî, nêmend vajî, nêmend biwerî, nêmend û nêmend…”
A di vir de, divê hemî kurd qedrê Zazakî bizanin ku qeydeyên Kurdî di xwe de qewî parastine.
Ev qalibê hanê ku di Kurmancîya Berrîyê de heye û Kurdî deforme dike, muhtemelen ji sentaksa Erebî hatiye. Çimkî di Erebî de edata neyînîyê “la” tim di serê îbareyê de ye. Bo nimûne, ereb dibêjin “La atî, la ezheb, la aqûl, la ekil, la tekellum, la îlahe… لا, لا, لا, لا”
Îcar, ev qeydeyê deforme ku li nav xelkê me yê Berrîyê bûye xeletê meşhûr, dike ku ew hinek qeydeyên rast yên Kurmancî xelet têbigihên. Bo nimûne, eger yek bibêje “War nema ez lê bûm mêvan”, ew wek “War NEman ez lê NEbûm mêvan” fêm dikin. Çima wisa fêm dikin? Çimkî fiîla me ya sade “neman” di binhişê wan de wek “la”ya Erebî mehna girtiye, ew vê fiîla me di vê fonksîyonê de têdigihên û bikar tînin.
Roşan Lezgîn-Zezaki.net
Gotara berê: Xutbe | Parastina Fitretê Parastina Malbatê ye
Gotara piştî: Pirtûka “Nûçegîhaniya Rast û Etîka Medyayê” hat çapkirin
Gotarên Têkildar
Zorabê Hêtîm Ber bi Zorab Efendî ve
Taybetmendiyên Strukturî, Dîrokî û Estetîkî yên Muzîka Kurdî
Xelîfe Yusuf di “Manzum Takrîz”ê de Dibêje: “Ilim tenê bi Erebî nîne”

