Perwerdeya Kurdolojîyê li Tirkîyeyê: Zanîngeh, Puan û Ders

Encamên YKSyê, azmûna zanîngehan, 17yê Tîrmehê dîyar bûn. Piştî dîyarbûna encaman, 25ê Tîrmehê tercîhên zanîngehan dest pê kir. Tercîhkirina zanîngehan heta 2yê Tebaxê berdewam in. Piştî sê roj din diqede.

Xwendekarên ku dixwazin beşa kurdî tercîh bikin dê çawa bikarin? Li kîjan bajaran beşa kurdî heye û bi çend puanan dikarin qezenc bikin? Naveroka beşa kurdî çi ye û çawa ye? Piştî zanîngeh qedîya dikarin çi bikin?

Ji sala 2011an vir ve Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî ya lîsansê li Zanîngehên Muş Alparslan, Bingol û Mardin Artukluyê vebûne. Herî dawî 27ê Gûlana 2024an, îsal li Zanîngeha Dicleyê jî lîsansa kurdî vebû û cara ewil e dê îsal xwendekaran qebûl bike. Herwiha li Zanîngeha Munzûrê û ya Bingolê beşa zazakî jî heye.

Puana her beş û zanîngehekê cuda ye. Beşa kurdî li gorî puana “SÖZEL”ê xwendekaran distîne. Herî dawî, li gorî bicihbûn û tercîhkirina zanîngehan puanên dawî bi vî rengî ne.

Li gorî salan puanên dawî yên bicihbûna zanîngeha Artukluyê wiha ne:

360,20367 (2023)

343,74599 (2022)

275,97235 (2021)

295,66153 (2020)

Bingol

Li gorî salan puanên dawî yên bicihbûna Zanîngeha Bingolê wiha ne:

246,52084 (2023)

232,71338 (2022)

Kontenjan vala man(2021)

Kontenjan vala man (2020)

Bingol Zazakî

232,72578 (2023)

210,36815 (2022)

Kontenjan vala man (2021)

Kontenjan vala man (2020)

Muş Alparslan

Li gorî salan puanên dawî yên bicihbûna Zanîngeha Muş Alparslanê wiha ne:

244,50792 (2023)

218,60505 (2022)

Kontenjan vala man (2021)

Kontenjan vala man (2020)

Munzur (Tunceli – Dêrsim)

Li gorî salan puanên dawî yên bicihbûna Zanîngeha Munzurê wiha ne:

223,73620 (2023)

215,33363 (2022)

Kontenjan vala man (2021)

Kontenjan vala man (2020)

Rêveberîya Dicleyê, 27ê Gûlana 2024an, li ser hesaba xwe ya Xê dabû zanîn ku beşa kurdî di bin banê Fakulteya Edebîyatê ya Sezaî Karakoç da dest pê kirîye û li gorî puana YKSyê ya 2024an dê 25 kontenjanan vekin. Ji ber ku beşa kurdî li Zanîngeha Dicleyê nû vebûye pûnanên wê ne dîyar in. Puanên wê dê îsal dîyar bin û saleka din, dê li gorî puanên îsal xwendekaran qebûl bike.

Berdawamiya nivîsê li ser vê lînkê ye: 

https://botantimes.com/perwerdeya-kurdolojiye-li-tirkiyeye-zaningeh-puan-u-ders/

Çavkanî: Ev nivîsa ji malpera www.botantimes.com ê hat standin 

Amedekar: Engîn Olmez

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *