Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Fûara/Pêşengeha Pirtûkan Ya Li Stenbolê

Ez ji bo diranê xwe çêbikim çûbûm Stenbolê. Xwediyê ”Weşanên Na” birêz Berfo Barî min agahdar kir, got; ”di 26ê Adarê de fûara pirtûkan heye, tu jî were beşdar bibe, pirtûka xwe îmze bike.” Pirtûka min a herî dawî ”Palmyra´ya Bedew” di nav weşanên Na de hatibû weşandin. Ez di …

Read More »

Rêzehevpeyvînê Jina (27) – Xecê Rêdûr

“Bingeha xebatên min ji bo mafê zarokan û jinê ye dûrî her nijadek, rengek, zimanek, cinsek…” 1-Lokman Polat – Pirs : 1 – Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Xecê Rêdûr – 1. Xecê Rêdûr ,1997 ê ji rojhilatê Kurdistanê bajarê ûrmiyeyê ,zanîngeh beşa lîsansê a …

Read More »

Romana Dema Selhadînê Eyûbî û Êrişên Xacperestan

Fatîh Aydîn, di eniya wêjeya kurdî de navekî nû ye. Wî bi şêweyek, stîlek nû, bi honakek hunerî berhemek edebî/wêjeyî afirandiye û herweha di nav eniya wêjeya kurdî de cihê xwe girtiye. Wî bi navê ”Sefernameya Hezar û Yek Fersengî” romanek nivîsiye. Roman di nav weşanên ”Lîs”ê de li Amedê …

Read More »

Sînem – Evîna Feqiyê Teyran û Sînemê

Dema ez navekî nivîskarek jin li ser pirtûkek kurdî dibînim gelek keyfa min tê. Bi taybetî jî nivîskarên jin ên ku roman dinivîsin hîn pirtir bala min dikşînin. Hetanî niha çi romanên kurdî ên romannivîserên jin derketine min kiriye, xwendiye û li ser gelekan gotar nivîsiye, şîrove kiriye, nirxandiye. Dema …

Read More »

Kalepîrê Ku Romanên Evînî Dixwîne

Dema ez bibime kalepîr ez ê jî dê wekê kalepîrê lehengê romana Luîs Sepulvêda romanên evînî bixwînim. Romana wî ya bi navê “Kalepîrê ku romanên evînî dixwîne” gelek xelat wergirtiye û li gelek zimanên cîhanê hatiye wergerandin. Min wergêra wê ya bi tirkî û swêdî da berhev û xwend. Xwezî …

Read More »

Rêzehevpeyvînê Jina (26) – Evîn Çîçek (2)

  Beş – 2   Lokman Polat – 6) Edebiyata kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve û dewlemend bibe? Evîn Çîçek: Niviskarî bibe karek(şixulek) profesyonel. Ne bi amatorî pênus verin şixulandin. Niviskar serî de nebin kopyaker, texlîdkerên hin kesên din. Bi têybetîya, cûdatîya xwe werin naskirin. Mihra xwe li demê …

Read More »

Pêlavên Dirîyayî

Lokman Polat Hinek pirtûk hene mirov dike nake nikare bi tevahî bixwîne, xwendina xwe nivî de dihêle. Heta hinek nivîskar hene mirov hinek pirtûkên wan bi tevahî dixwîne û diecibîne, lê hinek pirtûkên wî/wê jî nîvco dihêle, naecibîne. Ez bi rastî û duristî bibêjim ku; min pirtûkên bi taybetî jî …

Read More »

Rêzehevpeyvînê Jina (25) – Evîn Çîçek

    Beş – 1     Lokman Polat; Dema mirov li masmedia kurdî û li pirtûkxana kurdî dinêre, di nav kedkarên edebiyata kurdî de rastê navê nivîskara/helbestvana jin Evîn Çîçekê tê. Di kovar û malperên kurdî de gelek nivîsên bi kurdî û tirkî û herweha di pirtûkxana kurdî û tirkî …

Read More »

Romaneke Naturalîst/Xwezayî “BERXIKÊ KESK”

Romana Azad Ehmed Elî a bi navê ”Berxikê Kesk” di nav ”Weşanxaneya Hîro” de, bi alîkarîya dezgeha ”Semakurd” hatîye weşandin. Pirtûk 170 rûpel e. Romannivîser Azad Ehmed Elî romanê di navbera salên 1992’an – 1994’an de li Qamişlo nivîsîye û wek pirtûk di sala 2008’an de hatîye weşandin. Di pirtûkê …

Read More »