Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Rêzehevpeyvînê Jina (24) – Reyhan Sarhan

Lokman Polat – Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Reyhan Sarhan – Di sala 1981’ an de li Êlihê hatim dinê. Di sala 1992 an de, tevî malbata xwe me koçî İzmirê kir. Ji bo sedemên koçberiyê min derfet nedît biçim dibistanê. Lê belê min xwe …

Read More »

Pirtûkek Teorîk û Akademîk Derbarê Roman û Gotarê de

Pirtûka birêz Umran Aran a bi navê “Roman û Gotar – Mîxaîl Baxtîn û Romana Kurdî“ pirtûkek teorîk û akademîke ku tê de analîzên curbecur derbarê roman û gotarê û herweha derheqê romana kurdî de hene. Pirtûk di nav weşanên “Peymend“de derketiye. Pirtûk 144 rûpel e. Di dawiya pirtûkê de …

Read More »

Rêzehevpeyvînê Jina (23) – Yildiz Çakar

Lokman Polat – Pirs : 1 – Dema mirov li masmedia kurdî û li pirtûkxana kurdî dinêre, di nav kedkarên edebiyata kurdî de rastê navê helbestvana jin Yildiz Çakarê tê. Di kovarên kurdî de gelek nivîsên bi kurdî û di pirtûkxana kurdî de pirtûka helbestan ”Goristana Stêran” heye. Lê, di …

Read More »

Xewn û Xeyalên Min

Ez jî carna xewn dibînim. Xewnê ku ez dibînim, ji xwe kesekî din nabîne û xewneke weha, belkî qet nayê heş û eqilê kesekî din. Min xewnek dît, lê çi xewn bû?!.. Xewna min xewnê kî wisa xweş bû ku….. Xewn û xeyal mirov bextiyar dikin. Jiyan bê xewn û …

Read More »

Rêzehevpeyvînê Jina (22) – Rûkîye Ozmen

1- Dema mirov li masmedia kurdî û li pirtûkxana kurdî dinêre, di nav kedkarên edebiyata kurdî de rastê navê nivîskara/helbestvana jin Rukiye Ozmen tê. Di pirtûkxana kurdî de pirtûkên Rukiye Ozmen hene. Gelo Rukiye Ozmen kêye? Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Rûkiye Ozmen – Ez …

Read More »

Romanekê Herikandina Hiş: ZÊRO

Nasnameya helbestvaniya Ezîz Xemcivîn di romana wî de derdikeve pêş û em/xwendevan rastî vegotineke helbestî û herikbar tên. ………………………………………………………………. Min digot qey birêz Ezîz Xemcivîn tenê şaîre/helbestvan e, lê paşê min bihîst ku ew roman jî dinivîse. Romana wî a bi nave Zêro di sala 2012an de li bajarê Hesekê/Rojavayê …

Read More »

Rêzehevpeyvînê Jina (21) – Gulnar Elî

Di gel helbestvan, mamosta û nivîskar Gulnar Elî Lokman Polat – Pirs : 1 – Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Gulnar Elî – Li asîmanekî bi mij û dûman, di nav pirça jiyanê de, gundekî biçûk, ji dengê avê sermest dibû hatim û peyvê li dergehê …

Read More »

Wergera Pirtûkên Tirkî Ji Bo Kurdî

Ji bo pêşveçûna çand, edebiyat û zimanê neteweyan werger rolekê gelek girîng dilîze. Hinek zimanên qels ji xêra wergerê re îro bûne zimanên dewlemend. Parêstvanê doza netewa kurd û dostekî dilsoz ê gelê kurd rêzdar Mamoste Îsmaîl Beşîkçî du nivîsên hêja li ser edebiyat û zimanê kurdî nivîsiye. Wî herdu …

Read More »

Rêzehevpeyvînê Jina (20) – Karîna Osêyan

Lokman Polat – Pirs : 1-Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Ez Karîna Osêyan ji êla Sîpka, qebîla Îsedizame. Ez li Ermenistanê ji dayik bûme, bajarê Gumiryê (Lênînakanê). Ez naha dimînim li Fransayê bajarê Lîonê, min xwendina xwe berdewam  kir, di zanîngehê bijîjkî. Niha li klînîka …

Read More »

NIVÎSKARÊ KURD YAN KURDÊ NIVÎSKAR?

Kurdên ku bi kurdî na, lê bi zimanên din pirtûk dinivîsin, berhem diafirînin, ew nivîskarên kurd in yan na? Ev minaqeşe hêj jî didome. Herî dawî dema Burhan Sonmez bû serokê PENa navnetewî/înternasyonal minaqeşe hîn pirtir hate kirin. Burhan Sonmez kurdê Haymana ye ku girêdayê paytextê komara tirkan Ankara ye. …

Read More »