Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Cureyek romanê : Mîkroroman

Di edebiyatê de gelek cureyên romanan hene. Yek ji wan cureyan jî mîkroroman e. Min berê derbarê mîkroromanê de gotarek nivîsîbû. Lê, mirov derbarê mijarek de çiqas zanibe jî zanebûna mirov kêm dimîne û her ku tiştên nû fêr dibe, zanebûna mirov zêde dibe, berfereh dibe. Min di gotara xwe …

Read More »

Rêzehevpeyvînê Jina (29) – Gulê Can Ronahî

Lokman Polat – Pirs : 1 – Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Kê ye Gulê Can…. Gulê Can di sala 1977an de, 7ê meha berfanbarê li navçeya Ceyhanê ya bajarê Edenê hatîye dinê. 5 sal dibistana seretayî xwendîye û piştî wê ti dibistan nexwendîye. Heta …

Read More »

Li Ser Pirtûka “Teyrê Keskesorê” Nirxandinek

Pirtûka Zarokan Teyrê Keskesorê pirtûka ji bo zarokan e. Nivîskara wê Xecê Rêdûr e. Pirtûk di nav weşanên ”Morî” de li Stenbolê çap bûye. Pirtûk 32 rûpel e. Di dawiya pirtûkê de ferhengok heye. Pirtûk bi wêne ye û wêneyên wê Bîlal Karagoz çêkiriye. Bergsazî û mîzanpaja wê Ridvan Polat, …

Read More »

Nivîseke Bîst Sal Berê “Romanseke Çilmisî”

Edebiyat bi nivîsînên danasîn, analîz û nirxandinê geş dibe, pêş dikeve. Firat Cewerî nivîskarekî jîr e, berhemdar e. Wî hetanî niha gelek pirtûk nivîsiye, gelek berhemên edebî (helbest, çîrok û roman) afirandiye. Wî deh sal kovara Nûdemê weşandiye û deh pirtûkên edebî wergerandine kurdî. Hemû hejmarên kovara Hawarê wek du …

Read More »

Romana Nivîskarê Swêdî ” KULÎLKVEDANA GEZGEZIKÊ”

Lokman Polat Ev bû 40 salin ku kurdên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, wergêr, edebiyatzan û lêkolîner li Swêdê dijîn, lêbelê hêj jî ji wêjeya swêdî wek ku tê xwestin berhemên edebî li kurdî wernegarandine û xwendevanên kurd ji wêjeya swêdê agahdar nekirine. Heta niha pir hindik pirtûkên swêdî li kurdî hatine …

Read More »

Romana Raperîna Baba Îshaq

Lokman Polat Romana romannivîser û lêkolînvanê hêja Mehmet Oncu ya bi nave ”Raperîna Baba Îshaq” ji nav weşanên ”Sîtav”ê li Wanê derketiye. Roman 231 rûpel e. Berga wê birêz Biro Hovo çêkiriye. Berg rengîn e û bergeke baş e, hunerî ye. Sererastkirin û edîtoriya romanê birêz Qahir Bateyî, Îkram Baban …

Read More »

Rêzehevpeyvînê Jina (28) – Încî Egîd

1 – Lokman Polat – Pirs : 1 – Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Bersiv: Încî Egîd kê ye? Încî Egîd kê ye ? Încî Egîd kurd e Kurdistani ye û bi hesret û kesera jiyaneke nav kurdewarîyê de wekhev azad û hevaltî dostiya insanên …

Read More »