Cegerxwîn

Hêvîya ku bi peyvên dilkovan xwe dan strandin 

dilê ku li ber tevna rengînîya xweşbînîyê bû şopdar 

jinav dilê Cegerxwîn ê dil sotî 

helbesta navê welatekî bû hat nivîsîn ..

tevna peyvan bûn bêje û hevok 

bêje bûn wêje 

wêje bû sertaca me, 

em yad dikin ruhê ku raperîya nav ruhê me 

gramera Bedirxan hawara vejînê belav bû li çar hêla me 

Liber lingê pênûsên leheng rêzdarîya xwe dîyardikim 

bîranîn her wê di bîra hiş de bibe rêw ronahî 

Cegerwîn her dijî bi stran û helbest bi pênûs û lênûs 

li nav textê dil, dilê kurdîwar 

 

Bawer Berbang

Etîket: berbang, Polylang KMR, sernivîs

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Çend Kesayetên Kurdan

Fîlmên Yilmaz Guney

Zorabê Hêtîm Ber bi Zorab Efendî ve

Taybetmendiyên Strukturî, Dîrokî û Estetîkî yên Muzîka Kurdî

Gelo tu optîmîst î?

ziman

Edîtorê malperê – 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle