Gelo zanîngeh xwendin bes e?

Di Tirkiyê de bi salan hatiye fikirîn ku xwendina zanîngehê garantîya jiyaneke baş e. Gelek malbat zarokên xwe teşwîq dikirin ku zanîngehê bixwînin, dîploma bistînin û bibin karmendên dewletê. Lê îro rastî hinekî cuda ye. Gelek mezûnên zanîngehê bêkar in, hin jî bi mûçeyên nizm dixebitin. Di heman demê de, ustayekî pispor ku pîşeyekî baş dizane, carinan ji gelek mezûnên zanîngehê zêdetir pere qezenc dike.

Ev yek nayê wê wateyê ku zanîngeh ne girîng e. Pirsgirêk ew e ku em perwerdehiyê tenê bi dîploma û karê fermî ve girê didin. Dîploma dikare deriyekî veke, lê bê zanîn, tecrûbe û şarezayî nikare serkeftinê misoger bike.

Civak ne tenê hewceyê doktor, endezyar, mamoste û parêzeran e; hewceyê elektrîkjen, mekanîsyen, avahîsaz, teknîsyen, cotkar û ustayên pispor jî ye. Her pîşeyek di avakirina aboriya welatekî de xwedî roleke girîng e.

Ji ber vê yekê, divê em zarokan ne tenê ji bo wergirtina dîplomayê, lê ji bo jiyanê jî perwerde bikin. Divê wan hînî hilberandinê, teknîkê, afirîneriyê û şarezayiyên pratîkî bikin. Her zarok divê li gorî jêhatîbûn û daxwaza xwe bikaribe pîşeyekî hilbijêre û di wê qadê de pispor bibe.

Welatek ku mezûnên zanîngehê bêkar dihêle û di heman demê de nikare ustayên pispor jî perwerde bike, di pergala perwerdehî û plansaziya aborî de pirsgirêkekê heye.

Pêşeroj ne tenê di dîplomayan de ye; di zanînê, şarezayiyê û hêza hilberandinê de ye. Ji ber ku dîploma dikare derî veke, lê şarezayî û xebat mirov digihînin serkeftinê.

Sebat Derz

Etîket: meslek, pîşe, sernivîs, zanîngeh

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Navên ku nedihatin gotin, lê evîneke kûr di dilê wan de hebû

Bîr Neke Tu Însanî!

Tu dixwazî bila Ehmedê Xanî mamosteyê te be?

Cegerxwîn

Li ser Cegerxwîn divê fîlmekî çawa were kişandin?

Şîroveyeke binivîse