Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Romana Semerqand – 31 (Amîn Me’lof)

“Diya min” ya piştî çend kêliyan hatî mezelê, mecbûr ma ku rave bike ka çire zelamek di mala wê de ye. Şûna navê xwe an yê keçên xwe pîs bikê, rastî got. Ka ev zelamê xerîp kî ye û bi welatparêziyeke mezin û lehengiyê vegot. Hevparê sûncê kesê ewda mêrê …

Read More »

Romana ‘Du cîhan û yek jan’ ek

Bê şik wêje yek ji wan qadan e ku mirov bi hest û helwesteke afirîner helwesta xwe ya li hember jiyanê derdixe holê. Yek ji celebên herî girîng ên ku di gerdûna edebî de refleksên jiyana mirovahî bi sepandina rêbazên cuda yên vegotinê xeyalî dike û derdixe holê roman e. …

Read More »

Kurd û Dîrok

Kurd hîn nebûnin pesnê rêber û dîroka gelê xwe bidin û dewsa pesnan de dijûnîtiya bûyerên ku dîrokêde pêk hatinin dikin, tu feydeya xwe nîne dijûntiya rêberên ku bi gora şertû mercên demê de li dîrokê navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsandine were kirinê. Kesên ku îro dijûnîtiya Selhedîn Eyûbî …

Read More »

Êşa Perwînê

Qijikên Kertinisê hîn di ser serê min de difirin. Perwîn bi dilê bavê xwe duayan dike. Tim hêlekê Perwînê kêm û vala ye. Perwîn keça min a Kertinîsê ye. Hîn hêleke min diêşe.   Zeviyên jiyana min şewîtin. Min bi lingên xwe rêya Kertinisê kûr kir bi xwîna xwe kil …

Read More »

Xwendin! Xwendin! Xwendin!

Gelî xort û ciwanên Kurd! Pêwist e, em dev ji gilî û gazincan berdin. Rast e, gelek kevir û kuçikan rê li we girtiye.. Bona hûn bikaribin rêwitiya xwe bidomînin pêwist e ku, ev kevir û kuçik ji ser rê rabin. Baş bizanibin ku, tu kesek van kevir û kuçikên …

Read More »

Nameyek ji United National û Unesco re

Di vî çerxê 21ê de, eyb û şermek mezin e ji United National, Unesco û dewletên cîhanî yên azad û mirovhez re ku welatek wek Kurdistanê ta niha bê nav û sînor di nexşeya gerdûnê de maye..! Eger tolhilda ji Selahedînê Eyûbî be, çi gunehê me heye..? Va 836 sal …

Read More »

Hejmara Deriyê Min: 03.08.2014

Min hemû bajarên xwe xistin heqeba xwe, bi bayê payîzê re dimeşim bi kulîyên berfê re dimeşim bi kulîlkên biharê re dimeşim bi tîrojên rojê re dimeşim. Her ku dimeşim lingên min sivik dilê min biçûk dibe. Wan hîn dûr e, Hewlêr dûr e, Laleş dûr e û Şengal di …

Read More »

Romana Semerqand – 30 (Amîn Me’lof)

Tralî ketibû nava giyanê bajêr. Piçikên tozê yên bêsekin, li ber tavê dibiriqiyan. Rojeke tevizî ya tam li gorî Îraniyan bû. Li şaneşîna otêlê goştê mirîşkan yê bi mijmijik û şeraba Şîrazê li ber min bû. Laşê min giran û Ez betilîbûm. Min pêşgîrek şil danîbû ser rûyê xwe… Lê …

Read More »

Meta Min

Dor di behrên min de rû didin, her pelek evînekê têkçû ye, her pelek xezelekê belavbûyî ye. Gemiyên min li ber çavên min noqî bin avê dibin. Nikarim tiştekî bikim, naxwazim tiştekî bikim.   Reh dikêşin tilî bi tilî stêrk dibarin di ser min de. Kêla gora meta min a …

Read More »

Nameya Neşandî

Tu çû, Dilên kelogirî li dû te man. Eva bû panzdeh sal Şêst û yek demsal Tu çû, Em man. Emrek e, Bi gotinekî nayê ziman. Çend xewn xilaz bûn Stêrk şimitîn Çend baran barîn Çend dil sekinîn… Zarokên hînga mezin bûn simêl badan Çend bûk bi zaro man Eva …

Read More »