Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Însanên Heywanî

Ahûramazda (Ezda) rojekê ji rojan gazî Melekê Tawûs dike û jê re emir dide, dibêje: “Min wezîfeya xuliqandina dinyayê daye te. Here û dinyayê biafirîne, bila di hundirê wê de şînahî, însan û heywan hebin.” Melekê Tawûs ji hizûra Ezda derdikeve û dest bi wezîfeya xwe dike. Wezîfeya xwe di …

Read More »

Bîranînên Amed Tîgrîs

Piraniya pirtûkên bîranînên ku ji alî rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên kurd ve hatine nivîsîn bi tirkî ne. Lêbelê bîranînên ku Amed Tîgrîs nivîsiye bi kurdî ye û ev jî nirxa wê ji yên bi tirkî bilindtir û baştir dike. Pirtûka bîranînên Amed Tîgrîs di nav weşanên Ranya/Kurdpel de li Wanê …

Read More »

Rêvebirîya Gunehan

Guneh, tevgereke çewt e. Ne di rê de ye, ne li gorî aqlê hevpar e. Di guneh de neheqî li kesekî din dibe. Dibe ku herkes gunehan bike; lewra em li gorî ku karibin gunehan bikin, hatine xuliqandin. Kesên zane û bawermend, dikarin gunehên xwe birêve bibin; lê yên ku …

Read More »

Dengvedana Derengmayî

Ez hew dinivîsînim Ber ew dîroka hilweşandî û tar û mar, Ew kavilên ku bûne hêlîna kundan, Ew zimanê ji şîr spîtir ji hingiv şîrîntir Ku bûye qedexe û hatiye jibîrkirin, çîroka xwe binivîsînê.   Ez hew deydikim Ber ew jinên ku di temenê bûkaniyê de Li hember hovên sedsala …

Read More »

Romana Semerqand – 33 (Amîn Me’lof)

Kula gera li Îranê, mabû di dilê min de. Ji bo çûna Tehranê heyvekî û ji bo jêderketina wê jî sê heyvan min hewl dabû û enceq ez li kolanê wê gerabûm. Gelek dîmenên balkêş mabîn hişê min de, ku ez dikişandim wê derê: Keyfa kuşkuşandina qelûnê, kelecana girtina destê …

Read More »

Kizwan

 KIZWAN(*)  Kizwan; navê fêkiyekiye ku li welatê me çêdibê. Ji dara kizwanê re “Ben” an jî “benîştek” tê gotin. Çênd cûreyên wan hebin jî piranî dibin du beş: Kizwanhûrik û Bitim. Kizwan hûrik; libên fêkiyên wan hinge liba nîskê û piçekî mezintirin. Dema çêdibê rengê libên wan piranî keskin, lê …

Read More »

Di Pirtûka ’Vejîna Felsefeyê’ de Deryaya Felsefî

Pirtûka lêkolînî a mamosteyê felsefeyê Andulkadîr Gok ya bi navê ”Vejîna Felsefeyê” di Gulana 2011an de di nav weşanên ”Ronahî”yê de li Amedê derketiye. Ev weşanxane jiyana xwe a weşanê da rawestandin û bû çend salin ku êdî pirtûk naweşîne. Wê jî wek gelek weşanxaneyên kurdan çend pirtûk weşand û …

Read More »

Ez û Evîna Rojên Kevin û Şoreşa Barzanî

(Diyarî ji 77 Saliya Serok Barzanî re) Di sala 1963an de, temenê min dor 10-11 salan bû. Bi tenê radyoya me li gund hebû. Antêla wê li ser odê bû, betariya wê mezin bû, gelek caran problemên wê çêdibûn; tayê wê diqetiya, lempeyên wê dişewitîn.. Bavê min an apekî min …

Read More »

Romana Semerqand – 32 (Amîn Me’lof)

Zelamên li Girê Yildizê, li dora mala Cemaleddîn digeran, heke li ser kumên xwe “êspiyonkerên Siltan” jî nivîsandibûna, evqas eşkere nedihatin naskirin. Ziyaretvanên herî ehmeq jî bi dîtinê re ev yek fêhm dikirin. Lê belko jixwe armanca wan ew bû: çavtirsandina ziyaretvanan!  Bi rastî jî ji beriya çendekî mala ji …

Read More »

Ez û Navenda HRRKê û Sala Melayê Cizîrî

Serê sala nû 2023an de Navenda HRRKê li Qamişlo, ev daxuyanî belavkiriye: (Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK) sala 2023ê wekû sala Melayê Cizîrî bi nav dike û ji boyî qad û cîhana rewşenbîriya Kurd û Kurdistanî radigihîne. Di vê salê de, dê HRRK’ê hewl bide ku piraniya xebat û çalakiyên xwe …

Read More »