MISTEFA BEGÊ KURDÎ Û ŞEŞ HELBESTÊN WÎ

  1. EGER MEYLİT LE DİLL DERKEM

Eger meylit le dill derkem? Ẋerîbî koyî dillber bim

Weger satê le yadim çî? Hîlakî jehrî ejder[47] bim

Be ẋeyrez[48] boseyî[49]çawit eger qesdî[50]wîsalit kem

Be şu’leyi qehrî[51] tu ya Reb serapa[52] mîslî exger bim

Eger yek leḥze sistî kem le jêr barî ẋemî ‘eşqit

Be mîslî pencere qurban be ten[53] sûraxî[54]xencer tim

Le ser te’rîfî[55] egrîcet eger bêm wesfî kakoll[56]kem

Be zerbî[57] tîẋî ebroy to emin[58] meqtûlî[59] bê ser bim

Eger yek lemḥe[60] ẋafill bim le şu’ley mahî ruxsarit

Le ḥeşra bê nesîbî[61]cennet û rûbarî Kewser[62]bim

Gedayî[63] koyî[64] canane be şahîy ‘alemî nadem

Gedayî xoştir e bo min le şahî, ger muxeyyer bim

Erê yaran! Billa “Kurdî” le botey[65] fîrqeta[66] yek car

Xulase[67] û bê ẋeş[68] û, meqbûlî[69] ‘alem qaltirîn zerr[70] bim

Etîket: Helbest, Mistefa begê kurdî, Polylang KMR, Wêje, zanist

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Rêwîtîya Ber bi Cizîrê û Pirsek!

Divê bav 10 tiştan fêrî zarokên xwe bikin

Feydeyên lêxistina amûrekê muzîkê

Gelo pêçandina pitikê baş e an ne baş e?

Yên li mala wan ixtiyarên 65 salî û mezintir hebin bila vê nivîsê bixwînin

Şîroveyeke binivîse