MISTEFA BEGÊ KURDÎ Û ŞEŞ HELBESTÊN WÎ

  1. SEDAY SEMTÛR E

 

Seday[22] semtûr[23] e kellem[24] germ e em şew[25]

Çirîkey bangî dill bê şerm e em şew

 

Be naxun[26] karî Ferhad dê le destim

Weha şahûl[27] e sînem[28] nerm e em şew

 

Le tenhayî be yadî roḥî Mecnûn[29]

Xeyallî geştî deşt û derme em şew

 

Ẋubarî[30] xakî Wamîq[31]ger Beheşt e

Ke qapî[32] to sebûrî[33]derme em şew

 

Le ser rû[34]m zamî[35]naxûn nexşî toy best

Temay sin’atekey Azer[36]me em şew

 

Le dewrî şem[37] gerra Perwane[38] nakam

Le ser rêy wesllî[39] to rehber me em şew

 

Eger çî yar û yawer[40] bûn be duşmin

Xemî bê yarî bû yawer me em şew

 

Ke çunke boy[41] wîsalî toy têda ye

Nesîmî[42] subḥ[43] xeber awer me em şew

 

Ser im şorî[44] wîsalî kewt e ser baz[45]

Dîsan Kurdî ke derdî ser me[46] em şew

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Gotara Epîk, Netew û Meşrûiyet

Analîza Berawirdî û Teorîk a Ehmedê Xanî û Publius Vergilius Maro “T. S. Eliot ji …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *