MISTEFA BEGÊ KURDÎ Û ŞEŞ HELBESTÊN WÎ

Kurdî helbestvanêkî mezin û navdar bû ku gelek helbestvanên mîna Ḥacî Qadir, Nalî û Şêx Riza Telebanî pesna Kurdî diken, qedrê wî digrin û wî wek helbestvaneke mezin û rêzan diḥesbînin.

Kurdî di sala 1859ê miladî de çûye ber reḥma Xwudê û li bajêrê Silêmanî hatiye binaxkirin. Meqbera wî ḥalê ḥazir li bajarê silêmanî ye.

Ji aliyê rûxsarê ve, helbestên Mistefa Begê Kurdî, ji ẋeynî ẋezelên ku rûbereka mezin ji dîwanê girtiye ji Qesîde, Mulemme’ û Çarînan pêk hatine. Ji aliyê ‘Erûzê ve jî, temamê helbestên wî li ser kêşa ‘erûzê hatine nivîsandin. Wî bêtir helbestên xwe bi kêşa Hezec û Remelê nivîsandiye. Di nav helbestên wî de ji bil van her du kêşan kêşên din an kêm in an jî hîç nînin.

Di nav helbestên Kurdî de sê parçe helbest jî bi mulemme’ hatine nivîsandîn. Parçek bi Kurdî û ‘Erebî ye. Yê din bi Kurdî û Farsî ye. Parçê dawî jî bi Kurdî û Turkî hatiye nivîsandin. Wate: Nîv malik bi Kurdî û nîv malikê dî bi yek ji wan sê zimana ye.

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply