Ji Kaniya Gel Çend Xebatên Folklorî

Destpêk

Ev xebat ji çend mînakên folklora kurdî pêk tê. Di vê xebatê de nivîs li gor axaftina kesan hatiye nivîsîn. Li kêm deveran serrastkirin heye. Li hin deveran ji bo rastî yan têgihiştina bêjeyan wateya wan dinava kevanê de hatiye nivîsin. Di xebatê de kesê ku aniye ziman, temen, cîh û sal hatiye nivîsîn.

Gûhê Dîwara Hene

Rokî hebû rokî tinebû, meznê fileha kuçikekî ber derîyê me bû. Car caran rehmet li dê û bavên hazir û guhdaran. Zilamek hebû (ji) xwe re etariye digeriya. Çû gundeki, deve derîye malekê sekînî. Xwediyê malê û jina xwe firaxin (ji) etarok standin. Etarok go ‘ka perê min’ nedanê. Etarok û xwediyê malê şer kirin. Mêrik û jinik ji etarok re gotin ‘emê te bikujin’. Etarok got ‘go win min bikujin ewê pelqeçiçke ava biharê ewê şahidiye bidine min. Ewê bejin we ev zilam kuştiye.’ Merîk bawer nekir gote ‘emê merik bikujin, emê wî texin bin erde, kes fam nake’ û merik wira dike.

Rojek bihar hat û baranê daye û jina zilam rûniştiye ber pacê derve direnê (dinerê) û dara derve direnê û lehî hinekî çêbû û baran (ji) dare dikevê, dilop tên nav avê dikin (dikevin), pelqeçiçk çêdibin. Pîrek pacêde ye, pelqeçiçka direnê, dikenê û zaf dikenê. Mêrê pîrekê lê direne dibejê ‘dawa çidikî, ti çima dikenî’. Pîrek devê xwe dişahide dibejê berpaceye ji mêrê xwe re dibejê û ‘zilame go me kuşt xist bine erde, we hingê got ewê pelquçê (pelqeçiçkê) biharê ewê şahide min bidin, ûsa gotibû’ û dikenê. Zilamek derveye, xwe daye ber sifirnekê û deng diçe zilam û haya jinikê tine û deng çûye zilam. Zilam hertiştî hisiya. Zilam çû ba eskera şahedî da gote ‘hal û mesele malekî vî gundî ye wîsa ye. Karakol hate malike gote ‘we şeş meh bere we etarokek kuştiye, xistiye bin erde, bejin’ kireye zor dan malike. Gotin kireye zilam û jinik mecbur man mecbur gotin va virdeye. Etarok derxistin, zilam û jinik xistine hepse û werhasil tiştek veşartî namîne, gûhe diwara hene.

Nasnameya Çîrokê

Berhevkar: Dilazad A.R.T Herem/Cih: Gûndê Koca, Êlîh

Çavkanî: Xalê Cemal, 37 Salî  Sala Berhevkirinê: 2015

 

Pîrika Kinik

Hebû pîrikeke kinik, ji xwe re lêkir xaniyekî nizmik, paqijkir zêrek tê da dî. Da bi helawê. Danî ser mile qûçik. Dîk hat nikilek lêxist. Pîrê şonikek li deve qûnê xist. Go haydi em herin şêrîatê. Çû mala qazî miftî. Qazî, qazî Xwedê ji te razî. Go ez hebûm pîrikeka kinik. Go min ji xwe re lêkir xanîkî nizmik. Go min tê da zêrek dî. Go min ji xwe re da helawê. Danî ser mile qûçik. Û go dîko hat nîkilek lêxist. Go min şonikek deve qûnê xist. Go ica ez neheqim yan ew. Bêterbiyeyî te kir te jî heqî kir.

Nasnameya Çîrokê

Berhevkar: Dilazad A.R.T Herem/Cih: Gûndê Koca, Êlîh

Çavkanî: Xaltîka Qedriya, 60 Salî Sala Berhevkirinê: 2016

 

Spî û Kêç

 

Spî ji kêçê re go xomin (xûha min / xwîka min) em herin qatê. Çûna qatê ba û baran rabû. Spêye go kêçe em herin malê. Hatin malê, spêyê ket, pîye wê şikiya, kêçê wê da qêştaxê.

 

Nasnameya Çîrokê

Berhevkar: Dilazad A.R.T Herem/Cih: Gûndê Koca, Êlîh

Çavkanî: Hecî Zarîfê, 70 Salî Sala Berhevkirinê: 2016

 

 Mişko û Kêzê

 

Mişko û kêzik çûn beravê. Mişko go kêzikê tû (li) vir bê. Ezê herim daweta Mîr Evdal. Heta mişko çû kete bine melkebê. Kêzê kete avê xeniqî. Siwarek wir da hat kêzê tazî siwarkir. Go siwaro hendel mendel gopêga sere te pozde wegel. Çû dîwana Xal Evdel. Çûy beje kêzekek kêze gotiye mişko mişkolero xwelî sero, keza kêz xatun xûya regregun. Ketiye gole gerinekê. Mişko hat gote kêzê deste xwe bi de min. Gotiye kiro ez tazî me. Kezê xenikî. Hate malê xweliye sere xwe kir. Go mişko çima te xwelîyê sere xwe dikî go kêzê xeniqiye keza kêz xatûn, xweyê şora glavdûn.

 

Nasnameya Çîrokê

Berhevkar: Dilazad A.R.T Herem/Cih: Gûndê Koca, Êlîh

Çavkanî: Hecî Zarîfê, 70 Salî Sala Berhevkirinê: 2016

 

Kundir û Bexçe

 

Go hebû bexçe min, hebû kerekî min, hebû kundirekî min.

Ker kundirê min kot, kot, kot kir. Ne tû buna min ve çîrokê ji kesekira ne digot.

 

Nasnameya Çîrokê

Berhevkar: Dilazad A.R.T Herem/Cih: Gûndê Koca, Êlîh

Çavkanî: Xaltîka Qedriya, 60 Salî Sala Berhevkirinê: 2016

 

Kêzê û Kûrmo

Hebû kêzê û kûrmo, kêzê keziya xwe kil kir, kûrmo ji kete bine bagaranê mir.

Çîroka min çû pişta gir, kete bine kevir.

 

Nasnameya Çîrokê

Berhevkar: Dilazad A.R.T Herem/Cih: Gûndê Koca, Êlîh

Çavkanî: Xalê Evdilah, 53 Salî  Sala Berhevkirinê: 2015

 

Gûr û Rovî Bûn Heval

Gûr û rovî bûn heval,

Keftar jî rabû çû mal.

Gûr ji keftar re got, serê te mezine

Tiştekît li bexçe tine.

Gûr got gazî xal û apakim

Ezê te ji vî memleketî rakim

Gûr û rovî qewge kir,

Serî li keftar perçekir.

Bexçe xweşkirin gûla

Bû qêrina bûlbûla.

 

Nasnameya Çîrokê

Berhevkar: Dilazad A.R.T Herem/Cih: Gûndê Koca, Êlîh

Çavkanî: Xalê Evdilah, 53 Salî  Sala Berhevkirinê: 2015

 

Lîstika Kerko Kê Ajot

Gotinên vê lîstikê li gor hereman bi çar awayî têne gotin:

1- Kerko kê ti ajot?

2- Kerko kerko kê ajot?

3- Kerî koro kê ti birî?

4- Kerko kerko ker ajot, kê hevalên min ajot?

 

Her çar gotin jî bi heman mantıqê têne gotin. Lîstik bi gelek kesan tê leyîstin. Yek dibe mak, ê dî li pişt makê dikevin rêzê. Ji kesên di rêzê de yek makê bi tiliya xwe diajo û duvre vedigerê cihê xwe. Duvre mak li listikvana vedigerê û ew kesê ku ew ajotiye tehmîn dike. Eger rast derxê ew kes dibe mak yan na makîtiya wî/wê berdewam dike.

 

Nasname

Berhevkar: Dilazad A.R.T Herem/Cih: Tor

Çavkanî: Letife Turgut 60 Salî  Sala Berhevkirinê: 2015

 

Encam

Folklor destnîşan dide ku çanda gelan nîşaneya gelan e. Her mirov an her netew bi çanda xwe ji ê dîn tê veqetandin. Folklor heman deme nasnameya mirov û gelan e. Çirok jî parçeyek ji folklora kurdan e. Ev mînakên ku hatine nivîsîn ji bo çanda Kurdî dewlemendiye. Ji bo lêkolînên li ser folklorê ev xebat dikare bibî çavkani. Bihevîya ku gelek xebatên berhevkirina folklora Kurdî bêne kirin.

 

Nisêbîn, Batman – 2025

Etîket: dilazadart, sernivîs

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Rîsaleyên Nûr êdî bi dengê Zazakî û Kurmancî têne guhdarîkirin!

Ziya Gokalp Nasbikin

Pirtûka “Vî Zemanî Her Kes Mîmarê Sînemaya Xwe ye” ya Ardîn Dîren

Tîrêjên Ronahîya Pirtûka Pîroz

Fîlmên Sînemayê

Dilazad ART

DILAZAD A.R.T (Jiyan û Berhem) Li ser çand û hûner û weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovar û malperên Kurdî û Tirki de hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê. Nivîs û lêkolîn û helbestên Dilazad A.R.T di kovarên Nûbihar, Çirûsk, Nûpelda, Pengav, Heftreng, Keskesor, Nûdem (Qamişlo), Folklora Kurdan, Çandname, Bernamegeh, Sînemaya Serbixwe, Temaşe, Zaningeh, Bûyer (Qamişlo), The Hall Kurdî, The Raising of Kurds, Utopya, Artos, Tigrîs, Ufuk Penceresi, Ortak Zemin, Dava, Gizli Azizler, Rengîn, Besni Ekspres, OkuYorum, YazıYorum, DüşünYorum, Kalemyâr, Ramazan 2022, Ramazan 2024 û TigrisSophia de hatine weşandin. Xebatên Dilazad A.R.T di malperên wek zaningeh.net, nucehaber.com, newroz.com, nubihar.com, thehallkurdi.com, theraisingofkurds.com, candname.com, niviskar.org, zehraportal.com, hurbakis.net, antoloji.com, edebiyatdefteri.com, de hatine (an têne) weşandin. Di bin siya Zanîngeh Akademi de xebatên dokumenterî, klîp û fîlman amade dike. Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî ye.

Hemû nivîskar →

Şîroveyeke binivîse