Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

TERCÎHA NIVÎSKAR

Bi sedan cure xwendevan hene. Her xwendevan li gor xwe xwedî taybetiyên curbecur in. Xwendevan homojen nîn in. Herkê li gor xwe pîvanên wî/wê yên ji hezkirina berheman hene. Nivîskarekî nikare li gor dilê her xwendevanî binivîse. Lê, divê nivîskar bizanibe ku hinek xwendevan ji hêla zanîna edebî de di …

Read More »

Wergera Berhemên Kurdî

Li ser girîngiya wergerê çiqas gotin bê gotin, çiqas nivîs bê nivîsîn jî têr nake. Ev mijar wisan mijareke girîng e ku divê bi her hawayî li ser bê rawestandin. Berhemên edebî piştê ku tên weşandin, dibin malê mirovahiyê, dibin malê temamê gelên cîhanê. Berhemên edebî hem netewî ne, hem …

Read More »

KURD Û MÎTOLOJÎ

“Min vê nivîsê 26 sal berê, di sala 1994an de nivîsiye. Min nivîsê di nav dîsketek kevn de dît. Ji bo nivîs gotarek nirxandinê û danasîna pirtûkeke, herdem dikare were xwendin. Lewre jî ez wê pêşkêşê xwendevanên malpera Çandnameyê dikim.” Lokman Polat   Destpêka Mîtolojîyê ji dîroka antîk a kevnare, …

Read More »

SIWARÊ EWRAN

Min derbarê pirtûka Omer Faruk Baran a bi navê ”Şeveke Îstismar” ku weke roman hatibû weşandin, nirxandineke rexneyî nivîsîbû û rexne lê girtibû. Ew rexneya min di vir de (di malpera Çandname de) hatibû weşandinê. Min di wê nivîsa xwe de gotibû; ew pirtûka 23 rûpel ku nîvê wê jî …

Read More »

Romana Hejmar “496”

Di romanê de bikaranîna reqemên matematîkê bi serê xwe hunerek e. Di vê dinya/cîhana mîrat de hertişt matematîk e û li gor matematîkê tevdigere. Îcad, dîtina tiştên nû jî li gor matematîkê têne hesabkirin, têne çêkirin û têne dîtin. Reqem ango jimara 496 ji bo we çi ye? Ev hejmar …

Read More »

Romana tehcîra/sirgûniya Ermeniyan: KENDAL

Dema ez pirtûkek kurdî a nivîskarekî ji Semsurê dibînim gelek keyfa min tê. Nivîskarên kurdên ji bajarên Riha, Antab/Dilok, Meletî, Sêwas, Erzîncan, û Meraşê hindik in, bi tilîyan têne jimartin. Bi milyonan kurdên li wan bajaran asîmîle bûne, bi kurdî nizanin û piraniya wan xwe wek tirk dibînin. Gelek Alewiyên …

Read More »

”VEGÊR” YAN “VEBÊJ”

Niha hinek nivîskarên kurd di kovar û malperên kurdî de di şûna peyva “vebêj” de peyva “vegêr” bi kar tînin. Dema ew behsa romaneke dikin, dibêjin “vegêr” vî tiştî weha rave kir, weha got. Dema ez peyva “vegêr” dibînim, peyva veger, werger, wergêr tê heşê min. Vebêj di literature kurdî …

Read More »

“Îstismar”a Romanê

Edebiyata/wêjeya kurdî a devkî ji hêla mîzahê/henek/qerfe/ ve gelek dewlemend e. Di hêla nivîskî ve çend pirtûk û kovarên mîzahî derketin. Lêbelê di hêla nivîskî de pêşveçûnek berbiçav pêk nehat. Mîzaha ku weşanxanek kurd “Avesta“ û nivîskarekî kurd “Omer Faruk Baran“ rave kirin li dinê/cîhanê mîzahek weha nehatîye dîtin. O. …

Read More »

Çar çîrokên Ciwanmerd Kulek ”ÇAR YEK”

Pirtûka nivîskarê kurd Ciwanmer Kulek a bi nave “Çar Yek” di nav weşanên Avestayê de li Stenbolê derketiye. Pirtûk 126 rûpel e. Tê de bi sernavê “Barave, Birîva, Beyrûd û Byzant” çar çîrok hene. Dema min nave Beyrûdê dît, dema ku ez li Beyrûdê mabûm hate bîra min. Beyrûd bajarek …

Read More »