Yekîtîya Nivîserên Duhok 45 Salîya Xwe Pîroz Dike

45 sal bi ser damezrandina Yekîtîya Nivîserên Duhok derbaz bûn. Bi vê helkeftê çendîn bizav û çalakî hatin encamdan, gelek ji parlemanter û sazîyên rewşenbîrî bi merema pîrozbahîya nivîseran serdana wan kirin.

Yekîtîya Nivîserên Duhok di 12ê Tebaxa 1971’ê de hatiye damezrandin û serokê yekê Şêx Memduh Birîfkanî bû.

Îro 270 endamên Yekîtîya Nivîserên Duhok hene û ew kovareke bi navê Peyv derdixe ku heta niha 72 hejmarên wê derkeftîne.

Yekîtîya Nivîserên Duhok herwiha 300 pirtûkên edebîyatê çap kirine, lê vê qeyrana aborî ya Herêma Kurdistanê tê da derbaz dibî, kartêkirin li bizav û çalakîyên wê dike.

Dengê Emerica

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Nivîskar Mihemed Henîfî Çelîk Pirtûka Xwe Ya Yekem Weşand: “Tûrikê Çîrokan”

Weşanxaneya Sîdarê di van rojên dawî de pirtûkek girîng a çîrokan ji bo xwendevanên Kurd …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *